3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ehlam Elbeşîr bi îdiaya endama OSO’yê ye hatiye girtin

Ehlam Elbeşîr a ku li Taksîma Stenbolê bombe teqandiye li Minbîcê ji aliyê YPG’ê bi îdiaya ku sîxûra OSO’yê hatiye girtin.

Li Cadeya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê teqîn pêk hat û di teqînê de 6 kes mirin û 81 kes birîndar bûn. Tê îdiakirin ku Ehlam Elbeşîr bombe daniye cadeyê û hatibû binçavkirin.

Elbeşîr piştî ku hat binçavkirin bi awayek dijresmî jêpirsîna wê hat kirin. Ji aliyê medyaya alîgir ve hat îdiakirin ku Elbeşîr qebûl kiriye ew YPG’î ye. Ev îdia ji aliyê medyaya alîgir hatibû serwîskirin. Elbeşîr di îfadeyên xwe de wiha gotiye: “Kesê bi navê Hacî li qelebalixiyê nihêrî û fermana teqandinê da. Piştî wê fermanê ez jî ji ser bankê rabûm û min bombeyê teqand.”

Îfadeyê emniyetê derewand

Lê belê Elbeşîr di îfadeya xwe ya dozgeriyê de emniyetê diderewîne û got: “Dema ez li wir bûm kesê bi nasnavê Haci telefon kir. Got, ‘çente deyne û ji wir bireve’. Min destê xwe da çente û tiştek nerm têde bû. Li serê wê cîps filan hebûn. Di bin de jî tiştek nerm hebû. Min jî got qey tiryak e.”

Ji aliyê YPG’ê ve hatiye girtin

Qismek din jî îfadeyên Elbeşîr derketin holê. Li gorî îfadeyên wê hat zanîn ku kekê wê fermandarê payebilind ê OSO’yê ye. Elbeşîr, diyar kir ku ew û xwişka xwe di sala 2017’an de çûne Minbicê û ji aliyê YPG’ê ve bi îdiaya casûsî kiriye hatiye binçavkirin û girtin. Elbeşîr di îfadeya xwe de wiha got: “Ez mehek di girtîgeha Minbîcê de mam. Piştî ez ji girtîgehê derketim, li min geriyan û gotin ‘tu yê bi Haci re hevdîtin bikî’. Gotin tu ji OSO’yê re dixebitî. Piştî çend hefteyan şûn ve min birin cem Haci. Vê carê çavên min vekirîbûn. Li ser laşê wî ku dihat dîtin, deq (dovme) hebûn. Ji min re gotin tu casûsiyê ji OSO’yê re dikî û min tirsandin ku wê zirar bigihîje malbata te.”