spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdogan gefa êrîşa li Rojava xwar

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, gefa êrîşa bejahî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar.

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî serdana li Qeterê, bersiva pirsên rojnamegeran da. Erdogan, diyar kir ku dê êrîşên wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bikin û gefa êrîşa ji bejahiyê ve xwar. Erdogan destnîşan kir ku dê hemû hêzên wan bi hev re bişêwirin, biryarê bidin û gavên xwe jî li gorî wê biavêjin.

Di berdewamê de Erdogan îşaret bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê kir û ev tişt anî ziman: “Me ji xwe bi dewletên ku li vir bandora wan heye re xebatên dîplomatîk meşandin û gavên xwe li gorî wê avêtin û diavêjin.Têkildarî vê operasyonê me bi birêz Biden û birêz Pûtîn re tu hevdîtin nekirin. Jixwe hem birêz Biden û hem jî birêz Pûtîn jê agahdarin ku di her kêliyê de dibe ku em tiştên bi vî rengî li herêmê bikin.”