27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî tundiya dewletê jinan serî netewand

Jinên kurd bi boneya ku ev 50 sal in bi bîrdoziya felsefeya azadiya jinan li çiya, bajar, gund û kolanan li dijî faşîzma dewletên wek Tirkiye, Îran, Irak û Sûriyeyê li ber xwe didin, 25’ê Mijdarê bi meş û çalakiyan û coşeke mezin pêşwazî dikin.

Hişmendiya serdest bi hezaran sal in, bi çewisandin û tepisandinê, xwe li ser jinan rewa kiriye û navê jinan ji dîrok, aborî, siyaset, civak û hwd. rakiriye. Jin tenê wek ‘kebaniya malê, dayik, xwişk, dergistî, fahîşe…’ pênase kiriye. Li dijî vê hişmendiya zordest û mêrperastan hertim jinan jî li ber xwe daye û serî ji desthilat û tundrewan re ne tewandiye.

Di rûpelên dîroka berxwedana jinan de navê bi hezaran jinan heye. Ji van mînakên berxwedanê yên bi herî nav û deng jî Xwîşkên Mîrabelê ne. Li dijî desthilatdariya Trujîllo Xwîşkên Mîrabelê berxwedaneke mezin li dar dixin û jinan li dora xwe bi rêxistin dikin.

Di encama rêxistinkirina Xwîşkên Mîrabelê de desthiltdariya Trujîllo ya 31 salî her diçe xerabtir dibe. Trujîllo piştî ku hêza van xwîşkan dibîne bi sûîkastekê wan bi awayekî wahşî dikuje. Piştî kuştina van jinên berxwedêr, Neteweyên Yekbûyî 25’ê Mijdarê wek ‘Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li ser Jinan’ îlan kir. 25’ê Mijdarê ji aliyê hemû jinên cîhanê yên ku li dijî tundiya faşîzm û mêran disekinin ve tê pîrozkirin.

Berxwedana 50’î salan

Jinên kurd bi boneya ku ev 50 sal in bi bîrdoziya felsefeya azadiya jinan li çiya, bajar, gund û kolanan li dijî faşîzma dewletên wek Tirkiye, Îran, Irak û Sûriyeyê li ber xwe didin, 25’ê Mijdarê bi meş û çalakiyan û coşeke mezin pêşwazî dikin. Di encama hişmendiya desthilatdar a ku îro li Kurdistan û Tirkiyeyê dixwaze faşîzmê zêdetir bike, bi her awayî dijhiqûqî, dijmirovî, kuştin, tunehesibandin, jixwenedîtin û hwd. berbelavtir bû.

Belavkirina tecrîdê

Mînaka vê hişmendiya tundrew herî zêde di rastiya dewleta tirk a ku îro dixwaze hemû destkeftiyên kurdan ji holê rabike, xuya dike. Hişmendiya desthilatdar a AKP-MHP êdî bi her awayî berê xwe daye polîtîkayên şerê taybet ku li her deverê kurdan tunedihesibîne. Ji bo tunebûna kurdan çi ji dest tê dike. Dewleta tirk her ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran kir bi heman awayî li ser civakê tecrîd pêkanî û berbelav bû tundî û tecawiz jî zêde bû. Tecawizkar û kujerên jinan bi her awayî ji aliyê dewletê ve hatin parastin.

Bilindkirina berxwedanê

Li dijî vê hişmendiya mêrperest a qirker bêguman hêza xeta berxwedanê zêdetir dibe û her sal ev bi awayekî bi rêk û pêktir bi pêş dikeve. Dema em bala xwe didin sala 2021’ê li dijî tacîz û tecawizê, li dijî qeyranên aborî li dijî tunehesibandinê ji çar parçeyên Kurdistanê heta Tunus, Çîn-Hong Kong, ji Şîlî û Kolombiyayê heta gelek welatên din jin li ser pêyan bûn.

Jinan li ber xwe da

Di 25’ê Mijdara 2021’ê de bi pêşengtiya jinan li gelek welatan jin ji bo li dijî hişmendiya mêrperest û tundrew bisekinin, daketin qadan. Sekna jinan di 25’ê Mijdara 2021’ê bi her awayî nîşan dida ku êdî tahamûla jinan ji desthilatên mêrperest, kujerên jinan, ji tacîz û tecawizkaran re nemaye. Di sala 2022’yan de her ku berxwedana jinan zêdetir dibû tundiya mêran jî pircureyî dibû.

Dewleta tirk a ku di her qadên jiyanê de jinan tunedihesiband bi vekişîna Peymana Stenbolê re jî tundî û tecawiza li ser jinan rewa kir. Çawa ku kujerên Îpek Er, Deniz Poyraz, Pinar Gultekîn, Gulistan Doku parastin, kujerên  Garîbe Gezer, Fîrdevs Babat, Bêrîvan Alturk, Sakîne Kultur, Leyla Karaaslan û bi dehan jinên din bi heman awayî parastin.

Mînakên tundiya dewlet, mêr û taciz û tecawizkaran a li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di sala 2022’yan de meh bi meh wiha bû;

Mijdar-kanûn

Di 24’ê mijdara 2021’ê de di hefteya li dijî tundiya li ser jinan de li girtîgehên dewleta tirk Garîbe Gezer rastî îşkence û tecawiza gerdiyanan hat. Di encama tundî û îşkenceya gardiyanan de Garîbe hat kuştin. Piştî kuştina Garîbe Gezer li gelek deverên welat û bajarên Tirkiyeyê sazî û rêxistinên jinan bi meş û çalakiyan li qadan bûn û tundiya li ser jinan protesto kirin. Piştî kuştina Garîbe Gezer li dijî tecrîd û tundiya li ser girtiyan di meha kanûnê de li Mêrdînê bi şîara ‘Em ê tecrîdê bişkînin, Jiyana azad ava bikin’ çalakî hat lidarxistin.

Çile

Gulistan Doku ya ku di 5 çileyê 2020’î de piştî hevdîtina bi Zaynal Abarakov re windabûyî bi tu awayî agahî jê nehat girtin. Malbata Gulistan ji bo aqûbeta keça xwe bipirse di salvegera windabûna wê de li ber deriyê Edliyeya Dêrsimê dest bi Nobeda Edaletê kir. Malbatê çalakiya xwe ya nobedê heta mehekê berdewam kir û her roj dayik, bav û xwîşka Gulistan Doku li ber deriyê Edliyeya Dêrsimê aqûbeta keça xwe pirsîn.

Kampanyaya bi navê ‘Ji bo Aysel Tûglûk hezar jin’ ya ji bo Aysel Tûglûk hat destpêkirin ji Amerîka, Almanya, Avusturya, Hollanda, Fransa, Îsvec, Îngiltere, Kuba û Îtalyayê bi hezaran jin tev li kampanyayê bûn û ji 5 hezarî zêdetir îmze hatin komkirin.

Sibat

Di 18’ê hezîranê de li Stenbol, Îzmîr, Ankara, Wan û gelek bajaran ji bo Aysel Tûglûk daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin lidarxistin.

Îşkence û binpêkirina mafên girtiyên nexweş her ku diçe zêdetir dibe. Nobedên Edaletê yên ku di dawiya meha îlona 2021’ê de li Amed, Wan, Îzmîr, Edene û hwd. destpêkirin li bajarên din jî belav bûn.

Adar

Di 8’ê adarê de li bajarên bakurê Kurdistanê û li yên Tirkiyeyê bi hezaran jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daketin kolanan. Li gel êrîş, astengî û tundiya dewleta tirk jî jin ji ya xwe nehatin xwarê û bi rengê kolanan xemilandin.

Di 21’ê adarê de ji bo hilkirina Agirê Newrozê li tevahiya bajarên Kurdistanê gel daket qadan û bi milyonan kes cejna Newrozê bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ pîroz kirin.

Nîsan

Li navçeya Qilêban a Şirnexê di 21’ê nîsanê de Bêrîvan Alturk ji aliyê hevjînê xwe yê berê Metîn Şengûl ve bi çekê hat kuştin. Sazî û rêxistinên jinan bi daxwaza ku kujer ceza bigirin çalakî pêk anîn.

Gulan

Di 15’ê gulanê de li Silopyaya Şirnexê ji aliyê serokê Komeleya Navendên Tevgera Taybet îbrahîm Barkin ve jina bi navê Sakîne Kultur bi îşkenceyê hat kuştin. Li dijî kuştina Sakîne Kultur di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad de gelek rêxistinên jinan li Silopyayê hatin gel hev û çalakî li dar xistin.

Hezîran

Di 12’ê hezîranê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevî tundî û astengiyan Meşa Gemlikê pêk hat. Parlementera DBP’ê Salîha Aydenîz di dema meşê de li dijî êrîşên polîsan parastina xwe ya cewherî kir.

Di meha hezîranê de li navçeya Elbaka Wan’ê artêşa dewleta tirk bi armanca desteserkirina welatiyekî, bi ser gund de girt û bi gulebaranê êrîş kirin. Ev bûyera ku rûyê artêşa tirk a faşîzma wê dubare derxistî holê wek mînaka tundiya li ser gelê kurd û bi taybetî li ser jinan careke din raxist ber çavan.

Di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin. Ji gelek saziyên sivîl, partî û ji gelek rojnameyên li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî binçavkirin û girtina rojnamegeran bertek hatin nîşandan û daxuyanî hatin dayîn. Di van çalakî û daxuyaniyan de jinan bi biryar cihê xwe li kolanan girtin.

Tîrmeh

Di 6’ê tîrmehê de destnedayîna li ser parlamentera Amedê Salîha Aydeniz li meclisê hat rakirin. Di 20’ê tirmehê de OHD û Komeleya Jinan Rosa ji bo biryara rakirina destnedayîna Salîha Aydenîz bi dirûşma ‘Dest nede mafê bijartin û hilbijartinê û mafê siyasetê’ kampanyayek dan destpêkirin.

Tebax

Di 17’ê tebaxê de li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebana Şirnexê Cenazeyê Firdevs Babat a 17 salî li ber qerexa Çemê Hêzilê hat dîtin. Kujer Ahmet Babat bi çeka birayê xwe yê cerdevan Firdevs kuşt. Di 24’ê tebaxê de Leyla Karaaslan û 3 keçên xwe ji aliyê hevjinê xwe Hasan Karaaslan ve li Hezexê bi çekê hatin kuştin.

Piştî van bûyerên mînaka şerê taybet ên li Kurdistanê, sazî û rêxistinên jinan bi pêşengtiya TJA’yê li Şirnexê û bajarên Kurdistanê derketin qadan.

Îlon

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel piştî di Lijneya Giştî ya Meclisê destnedayîna wê hat rakirin, di 2’yê îlonê de li Stenbolê ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê hat binçavkirin. Li dijî tundî û îşkenceya li ser Semra Guzel li gelek cihan jinan nerazîbûnên xwe anîn ziman.

TJA’yê di 24’ê îlonê de Konferansa xwe ya 4’emîn  a ‘Em li dijî faşîzmê bi biryar, di azadiyê de bi israr in’ li dar xist.Di konferansê de wêneyên gelek jinên ku di encama tundiya mêran da hatin kuştin , hatin vekirin.

Cotmeh

Rojnameger û endama Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyê bi hevkariya MÎT’a tirk û PDK’ê hat kuştin. Di 13’ê cotmehê de ligel hemû astengiyên heyî jî cenazeyê Nagîhan Akarsel li Xelîkan-Konyayê hat veşartin.

Di 25’ê cotmehê de piraniya wan jin 10 rojnamegerên çapemeniya azad hatin binçavkirin û di 29’ê mehê de jî hatin girtin. Di dema serdegirtin û binçavkirina rojnamegeran de tundî û îşkence li rojnamegeran hat kirin. Her wiha li dijî îşkence û binçavkirina li ser rojnamgeran li welat û derveyî welat çalakî hatin lidarxistin.

Demeke dirêj jin ji bo ku Aysel Tûglûk a ku tevî nexweşîna xwe ya demansê jî di girtîgehê de dihat hiştin were berdan têkoşîna xwe hem li welat hem li derveyê welat didomandin. Di encama çalakiyên jinan de di 27’ê cotmehê de Aysel Tûglûk hat berdan.

Li dijî êrîşan asta berxwedanê

Bûyerên ku ji mijdara sala borî heta niha hatine jiyîn û berxwedana jinan rastiya rewşa dewlet û asta tundiya li ser jinan radixe ber çavan.

Sedema êrîşên vê pergalê, bi taybetî êrîşên li dijî jinan, bi gelemperî jî li ser civakê her ku diçe tundtir dibe. Bi psîkolojiya ku wê parçe bibe, êrîşî nirxên civakê dike, xwezayê talan dike, bi çekên kîmyewî êrîşê kurdan dike, dîrok ango bîra kurdan tune dike, jehra xwe bi ser nirxên jinan de vala dike.

Rêhevaltiya bi xwişkên Mîrabelê re

Lê li dijî pergala baviksalariyê pêşketinên berxwedana jinan êdî hê bi awayekî herikbar xwe diguherîne û geştir dibe. Di qada dîroka berxwedanê de cihê xwe digire. Mînaka herî di cih de jî berxwedana jinên rojavayê Kurdistanê û Şengalê ye. Herî dawî jî berxwedana jinên li rojhilatê Kurdistanê ye. Serkeftinên li rojava, Şengal û rojhilat înşakirina modernîteya demokratîk e. Rêhevaltiya rasteqîn a bi Xwişkên Mîrabelê re bêguman felsefeya Jin Jiyan Azadî yê ye.