28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kir

Platforma Elewiyan a Edeneyê Newroz pîroz kir û ev peyam da: “Em ne bi gotinê lê di pratîkê de bibin yek. Bila hêviya me aştî, armanca me mirovatî û banga me biratî be.”

Platforma Elewiyan a Edeneyê li pêşiya Parka Heykelliyê daxuyaniyek da û Newroz pîroz kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Newroz pîroz be” hatibû vekirin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çep a Kesk, Partiya Gel a Komarê (HP) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Berdevkê Platformê Hamît Karaogûllari daxuyanî xwend û ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê sersaxî xwest. Bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em bi feraseteke ku gel ji ber bawerî, ziman û rengên xwe rastî cihêkariyê nayên kirin, bi feraseteke wekheviya welatiyan esas digirin û mirov jiyaneke birûmet dijîn werin em agirê Newrozê vêxin. Newroz, roja bidawîbûna tarîtiyan, roja aştî, biratî, piştevanî, azadî, berxwedan, ked û biharê ye. Wer in em bibin yek. Em ne bi gotinê lê di pratîkê de bibin yek. Bila hêviya me aştî, armanca me mirovatî û banga me biratî be.”