spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama Bafil Talabanî ya Newrozê: Siyasetmedar û rêberên me berdin

Serokê YNK’ê Bafil Talabanî peyameke pîrozbahiyê şand Newroza Amedê û got: “Ez bang li hemû welatên me yên cîran dikim ku ew siyasetmedarên me berdin, hemû rêberên me berdin.”

Serokê Giştî yê Yekitiya Niştamanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî peyameke bi dîmen şand pîrozbahiyê Newroza Amedê û li peyama wî hat guhdarîkirin û temaşekirin.

Peyama Talabanî wiha ye:

Rojbaş xwîşk û birayên delal, Newroza we pîroz be, Newroza we hemû zarok û ciwanan jî pîroz be.

Înşela ev sal bibe ew sal ku hemû kurd bi hev re tevbigerin. Em ê pirsgirêkên xwe bidin aliyekê û bi yekitî ji bo berjewendiyên gelê xwe bi hev re mil bi mil têbikoşin.

Bila parêzer bikaribin biçin hevdîtinê

Ez bang li hemû welatên me yên cîran dikim ku ew siyasetmedarên me berdin, hemû rêberên me berdin, destûr bidin ku mirov serdana wan bikin, doktor û parêzerên wan biçin xizmeta wan. Dilê me bi wan malbatên re ye ku bi bobelata erdhejê hemû xizm, xwîşk û bira, dê û bavên xwe winda kirin.

Bi piştevaniya we em ê zextê li partiyan bikin ku berjewendiyên gelê me bidin pêşiya xwe. Careke din gelek spas.

Bijî kurd û Kurdistan an Kurdistan an neman!”