Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’î de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 729’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar îro mêvanên taybet ên Newroza Amedê bûn. Ferît Şenyaşar îro tev li Newrozê bû û Emîne Şenyaşar jî Nobeda Edaletê li mala xwe ya li Pirsûsê domand.
Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Xeyala me ew e ku Tirkiye û hemû cîhan di nava biratî, wekhevî û azadiyê de bijî. Bijî têkoşîna me ya mafdar. Em di wê baweriyê de ne ku dê têkoşîna me bi xwe re edalet û aramiyê bîne vî welatî. Em ê tu carî vê hêviya xwe qut nekin. Em ê tu carî baweriya xwe ya edaletê tune nekin. Têkoşîna me dê aramî û edaletê bîne vî welatî.”