3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di Newroza Amedê de axivî. Ozturk, bertek nîşanî agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan da û wiha got: “Dengê birêz Ocalan li Rojhilata Navîn bû hêviya azadiyê.”

Fînala Newroza ku diyarî qurbaniyên erdheja Gurgumê hatiye kirin, li Amedê hate dayîn. Bi sedhezaran kesan qada Newrozê tije kirin. Serhildana gel a li qada Newrozê her ku diçe mezintir dibe. Girseya li qadê daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan dike û bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Li qada ku jin û ciwanan tije kiriye, govenda berxwedanê hate gerandin.

‘Em bi awazên xwe barê têkoşînê hildigirin’

Koma Îsyan Ateşî di Newroza Amedê de derket ser dikê û ji bo qurbaniyên erdhejê stran got. Solîsta Koma Îsyan Ateşiyê Melîsa Yilmaz wiha got: “Ji agirê serhildanê bo kesên agirê Newrozê vêxistin bi hezaran silav. Di karesata erdhejê de bi sedhezaran mirovên me di bin kavilan de man. Windahiyên me yên mezin çêbûn û em êşa gelê xwe hîs dikin. Lê em baş dizanin ku berpirsyarên ew qas mirin û wêraniyê xweza nîn e. Berpirsyar ev pergal e ku ji bo rant û kar jiyana mirovan tune hesiband. Ên ku erdhej veguherandin komkujiyê erdhej weke firsendekê bi kar anîn û bi her awayî êrişî gelê me kirin. Me jî bi awazên xwe yên bi ruhê Newrozê hatine amadekirin ev têkoşîna şoreşgerî hilgirt. Em Kawayê Hesinkar in ku li dijî zilma Dehaq bûbû agirê serhildanê, çar dilên Zindana Amedê ne ku bi agirê bedena xwe bo gel bûn sîper, her wiha Îbrahîm Kaypakkaya ne ku di îşkencexaneyan de sar da lê raz neda ne.”

Rewşa wan a niha nîşaneya îflasê ye

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî qada Newrozê bi kurdî silav kir û wiha got: “Merhaba bajarê berxwedanê. Ez we bi berxwedana Mazlum Dogan silav dikim. Newroz pîroz be. Em bi erdhejeke mezin re rû bi rû man. Me gelek mirovên xwe winda kirin, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Lê belê em ê hesaba vê bipirsin. Ev îktîdar teqez dê hesaba vê bide. Ez şehîd Kemal Kûrkût bi bîr tînim û li vir careke din dibêjim ku dê hesabê wî bê pirsin. Em ê bi berxwedana gelê xwe hesab bipirsin. Têkçûna wan nêz e. Dê rûyê wan ê qirêjî derkeve holê. Rewşa heyî nîşaneya îflasa wan e. Hûn çi bikin jî dê nekarin vê encamê biguherînin.”

‘Gel dê tecrîdê qebûl neke’

Bi domdarî Ozturk ev tişt anî ziman: “Riya demokrasiyê ji Amedê re derbas dibe. Ev der dilê kurdan e. Demokrasî, qada Amedê ye. Divê li dijî vî gelî cidî tevbigerin. Ji 5’ê nîsana 2015’an heta niha tecrîda li ser birêz Ocalan ku ji bo gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kesayetekî girîng e, giran kirin. Dengê birêz Ocalan li Rojhilata Navîn bû hêviya azadiyê. Fikrên wî bûn hêviya azadiyê. Gelê me dê vê tecrîdê êdî qebûl neke. Ji birêz Ocalan ev bû du sal ku tu agahî nayên girtin. Ji dengê birêz Ocalan ditirsin. Pêşeroja gelên Tirkiyeyê tune dikin. Ji 5’ê nîsanê heta niha şer xistine meriyetê. Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Ev îktîdar, îktîdareke dermirovî ye. Bi zîhniyeta dagirkeriyê hewl dide statûya kurdan ji holê rake. Dijminatiya kurdan dikin.”

Em ê hesab bipirsin

Di dewamê de Ozturk bal kişand ser hilbijartinên 14’ê gulanê û ev tişt anî ziman: “Hilbijartinên 14’ê gulanê gelek girîng in. Em ê di hilbijartinê de ji vê pergala faşîst û rizî hesab bipirsin. Ew roj êdî derbas bûn. Bila ev jî soza me be, dawiya vê zîhnniyetê hat.”

‘Bi zextan encamekê bi dest naxin’

Ozturk, da zanîn ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yên ku têkoşîna Xeyriyan, Sarayan didomînin dê dev ji têkoşînê bernedin. Hûn nikarin bi van zextan encamekê bi dest bixin. Em li vir careke din hemû girtiyan silav dikin.”