9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Merheba Newroz, bi xatirê te îktidara AKP’ê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di Newroza Amedê de bangî sedhezaran kir û wiha got: “Ji Newrozê re merheba, ji îktidara AKP-MHP’ê re elweda. Em ê bi hev re wan têk bibin.”

Agirê Newrozê yê ewil li navçeya Şemzînan a Colemêrgê û fînala wê jî li Amedê hate vêxistin. Agirê Newrozê yê 2635’emîn li Parka Newrozê ya navçeya Rezan hate hilkirin. Serhildan û hêrsa li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û polîtîkayên zextê yên AKP’ê mohra xwe li Newrozê dan. Di tevahiya rojê de bi sedhezaran kesan daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan kirin û dirûşmên wan li qadê olan dan.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di Newrozê de bangî sedhezaran kir û wiha got: “Ameda hêja, xelkê Amedê yê berxwedêr û birûmet, ez we tevan ji dil û can silav dikim. Newroza we pîroz be. Em vê Newrozê di bin siya karesata mezin a erdhejê de pêşwazî dikin. Êşa me mezin e, şîna me heye lê li hêla din hêrsa me heye. Em ê vê hêrsa xwe veguherînin têkoşînê û bi vê têkoşînê jî jiyana nû ava bikin. Sedema ku ev erdheja mezin veguhere karesata mezin jî îktidara AKP-MHP’ê ye. Vê îktidarê bi polîtîkayên xwe yên talanê, bi aboriya rantê, bi pêşkeşkirina çavkaniyan a bo alîgirên xwe, ev welat ber bi hilweşînê ve bir. Ya ku erdhej veguherandî karesatê jî ev e. Ev îktidar, îktidara karesatan e. Divê em bi eşkereyî navê vê îktidarê lê bikin. Navê vê îktidarê, îktidara wêranî, xwîn, talan û karesatê ye. Êdî dem hatiye ku em ji vê îktidarê xilas bibin. Ev Newroz, vî deng û îradeya li van qadan bi awayekî herî xurt nîşan dide. Belê, em ê vê îktidara karesatê teqez têk bibin.

Dahatên welêt didin riya şer

Ev îktidar, çavkaniyên vî welatî ji bo rantê, kedxwarî û şer xerc dike. Va ye sedema wêranî û karesatan jî ev ferasete ye. Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jî jiyanê diparêzin. Bi milyonan kesan di sala 2023’yan de li van qadan peyama aştî û çareseriya demokratîk bihîst. Va ye ew peyam, di heman demê de bi agirê Newrozê, meşa me ya ber bi aştiya mezin ve vedigot. Belê, Newroz jiyana nû ye, hişyarbûna jiyana nû ye. Newroz; berxwedan e, vejîn e, aştî ye. Va ye em soza vê didin. Em ê jiyana nû ava bikin û aştiya mezin ava bikin.

Ji bo çareserıyê divê tecrîd were rakirin

Polîtîkayên şer, di heman demê de bi xwe re sepaneke din jî anî. Polîtîkayên şer û tecrîd di nava hev de pêş dikevin. Di sala 2015’an de bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê re, îktidarê şer xist navenda vî welatî û tecrîda li Îmraliyê xist meriyetê. Divê em vê baş bibînin. Polîtîkayên şer û tecrîd tên heman wateyê. Tecrîd, sembola kûrkirina polîtîkayên şer e. Lewma em dibêjin; divê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê tecrîd bi dawî bibe. Divê tecrîda li Îmraliyê teqez bê rakirin. Em tevek ji bo aştî û çareseriya demokratîk îradeya xwe nîşan didin.

Bi berxwedanê ber bi jiyana nû

Em ê bi berxwedan û sekneka xurt a gelên me yên li vê qadê, bi meşa wan û bi tifaqa nû re jiyaneke nû ava bikin. Tifaqa Ked û Azadiyê, tifaqa ku me bi partiyên kurd re çêkiriye, tifaqa ku me bi hemû derdorên rastî kedxwariyê tên ava kirî, têkoşîna me bi pêşengtiya jin û ciwanan daye destpêkirin teqez dê bi ser keve. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em ê vê îktidarê têk bibin û vê pergalê teqez biguherînin.

Em misogeriya aştiyê ne

Belê gelek nemaye. Di 14’ê gulanê de em ê bi saya van tifaqên xurt re encamên baş bi dest bixin. Em ê vê îktidara şer û kedxwariyê li ser sindoqan têk bibin. Em ê hêz û temînata guherîn, veguherîn, aştî û azadiyê ji vir biafirînin. Temînata veguherîna demokratîk û aştiya vî welatî em in. Hûn in. Sekn û meşa we ya biisrar e. Em ê teqez bi ser kevin.

Riya ku em tê de dimeşin, Riya Sêyemîn e. Riya jiyana nû, Riya Sêyemîn e. Ev rê ber bi komara demokratîk ve diçe. Em ê komara demokratîk bi hev re ava bikin. Ew dem jî nêz in. Êşa me gelek mezin e lê hêviya me hêj mezintir e. Lê biryardariya me jî pir xurt e. Lewma em her carê dibêjin ku em ê teqez bi ser kevin.

Em ê riya aştiya mezin vekin

Em ê li ser vê xakê zimanekê hevpar damezirînin. Em ruhekî nû diafirînin. Ev ziman û ruhê nû, çavkaniya têkoşînê ye. Mîna agirê Newrozê dil û riya me ronî dike. Em baş dizanin ku heta zimanekî nû nebe, mimkûn nîn e ku dinya û jiyaneke nû bê avakirin. Lewma em ê ziman û jiyaneke nû ava bikin. Em ê aştiya mezin jî teqez bînin vî welatî.”