6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi sê darikan Peymana Lozanê hat şewitandin

Newroza 2023’an dê bibe mizgîniya betalkirina Peymana Lozanê, hilweşandina faşîzm û bidawîkirina bêstatuya Kurdistanê, serkeftina Tifaqa Ked û Azadiyê.

Agirê yekemîn ê Newroza 2023’yan li Şemzînanê hate pêxistin. Şemzînan yekane navçe ye ku bi sê dewletên dagirker re sînordar e. Jixwe beşdarên Newroza Şemzînanê jî ev rewş anîne ziman û bal kişandin ser Peymana Lozanê. Kurdistan bi Peymana Lozanê di navbera çar dewletan de hate parvekirin. Di 2023’yan Peymana Lozanê sedsalê xwe tije dike. Bi pêxistina agirê Newrozê li Şemzînan di heman demê de peyama ‘hilweşandina Peymana Lozanê’ jî hate dayîn.

Hate ragihandin ku rayedarên dewletê ji peyamê haydar in. Qeymeqamtiya Şemzînanê destûr neda ku li nava bajêr agir were pêxistin û bernameya Newrozê were pîrozkirin. Li ser vê yekê komîteya amadekar sedema qedexekirinê dipirse. Rayedar wiha dibêjin: “Sedema wê ji me ne pirsin. Wezaretê giştîname şandiye lewma em nikarin destûr bidin. Lê çima hûn destpêkê agir li cihekî din pênaxin? Hûn çima naçin li Geverê dest pê nakin? Em dizanin hûn ji bo çi dixwazin li vir agir pêxin.” Dewlet ji peyama hatiye dayîn haydar e û peyama xwe jî girtiye. Her çiqasî xwestibe asteng bike jî gel û rêvebiran di biniya qalekolên dewletê de li Dola Rewşen agirê Newrozê gûr kir. Dewletê xwest li nav bajêr asteng bike lê mixabin li cihekî watedartir û xweştir agir hate pêxistin.

Her serkeftin bi xwe re aniye

Newroza îsal rastî hilbijartinan tê. Heya niha çi hilbijartin rastî Newrozê hatine, kurd û dostên wan di hilbijartinê de serkeftî bûne. Di 2004’an de kurdan bi dehan şaredarî qezenc kirin. Di 2009’an de hem rêjeya dengan zêde kirin hem jî hejmara şaredariyan. Desthilatê encamên 2009’an danequrtand û hema piştî hilbijartinê di bin navê KCK’ê de operasyonên qirkirina siyasî da destpêkirin. Di hilbijartinên 2014’an de  kurdan careke din daxwaza xwe bi qezenckirina şaredariyên nû diyar kir.  Îsal jî hilbijartin piştî Newrozê pêk tê. Hem Newroz hem jî hilbijartin ji du aliyan ve girîngtir dibin:

A yekemîn, rastî salvegera sedemîn a komara Tirkiyeyê tê. Bi damezrandina komarê re polîtîkaya înkar û tunekirinê dest pê kir.

A duyemîn, rastî salvegera sedemîn a Peymana Lozanê tê. Bi vê peymanê re biryara damezrandina dewletên nû hate dayîn û Kurdistan di nav van dewletan de hate parvekirin.

Peyamên Newrozê

Niha bi Newroza îsal dê du peyam werin dayîn;

3 Li qadên Newrozê dê were îlankirin ku polîtîkaya înkar û tunekirinê tu carî bi ser nakeve. Li Şemzînan agirê Newrozê bi sê darikan hate pêxistin. Ew sê darikên ku li Zîndana Amedê di destê Mazlûm de bûn meşaleya azadiyê. Polîtîkaya înkar û tunekirinê darbeya herî mezin bi çalakiya Mezlûm Dogan xwar. Ew sê darik li Şemzînanê hatin pêxistin û dê li qadên Newrozan bibin meşaleya herî mezin. Desthilatê di salên dawî de gelek caran bi Esat Oktay Yildiran gef li kurdan xwar. Herî dawî di maça Amedspor-Bursasporê de wêneyên Yeşîl vekirin. Lê di Newrozê de gel dê nîşan bide ka dawiya Esat û Yeşîl çawa bû û di hilbijartinan de, dê encama desthilata faşîst çawa be.

3 Di heman demê de peyama hilweşandina Peymana Lozanê were dayîn. Dê were nîşandan ku Kurdistan bi çanda xwe, bi gelê xwe, bi têkoşîna xwe yek parçe ye. Dewleta tirk ev çend salên dawî ye ji bo beşên din ên Kurdistanê dagir bike, êrîşî rojava û başûrê Kurdistanê dike. Her çiqasî hinek cih dagir kiribin jî negihiştin mirazê xwe. Û îro dijberiya gelê kurd desthilata faşîst ber bi dawiyê ve dibe. Newroz dê bibe qada aşkerakirina têkçûna Peymana Lozanê.

Mizginiya betalkirina Lozanê

Sê darikên li Şemzînanê girîng bûn. Sê darikan Peymana Lozanê şewitand. Niha lazime li her derê agirê Newrozê bi şewitandina Peymana Lozanê were pêxistin. Hem li her derê Kurdistanê hem jî li derveyî welat peyama herî giring dê ev be.

Bê guman ji ber erdheja mezin wê Newroza îsal hinek di bin şînê de were pîrozkirin. Lê xwedîderketin û piştgiriya herî mezin jî li qadên Newrozê were dayîn.

Newroza 2023’yan dê bibe mizgîniya betalkirina Peymana Lozanê, hilweşandina faşîzm û bidawîkirina bêstatuya Kurdistanê, serkeftina Tifaqa Ked û Azadiyê.