19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Reng û dengê Newrozê

Zana welat

21’ê adarê hem ji bo gelên Kurdistanê hem jî ji bo xwezayê rojeke pîroz e. Xweza heta roja Newrozê di xewa zivistanê de ye. Bi meha adarê re xweza ji vê xewa giran şiyar dibe, giha û nebat bi rengên xwe rûyê erdê dixemilînin. Kulîlk, sosin, rihan û hwd. bi bêhna xwe gerdûnê mest dikin. Mirov jî bi ev xeml û rewşa xwezayê re zindî dibe. Xweza bi zindîbûna xwe ruhê berxwedanê dide mirovan. Ji ber vê yekê Newroz di nava gelê arî de bûye navê berxwedan û azadiyê. Agirê Newrozê jî bûye nîşaneya heqîqeta azadiyê.

Wexta mirov li dîroka Newrozê dinêre dibîne ku mirov û xweza di nava hev de jiyane. Ji van gelên xwazeyî yek jê gelê kurd e. Gelê kurd cih hatiye bi agirekî mezin azadiya xwe pîroz kiriye, cih hatiye di hucereyên tarî de bi 3 darikên niftikê agirê Newrozê geş kiriye. Ji Kawayê Hesinkar heta Mazlûm Dogan, ji Zekiye heta Rehşanan agirê Newrozê her tim geş bûye. Îro bi milyonan kes cil û bergên xwe li xwe dikin, roja Newrozê dadikevin kolanan û cejna Newrozê pîroz dikin. Bê guman gelê kurd tu carî wisa bi hêsanî Newroz pîroz nekirine. Bi taybetî jî ji salên 1980’ê heta destpêka 2000’an ji hêla dewletê ve dihat qedexekirin. Dewleta tirk her sal beriya cejna Newrozê dikete tirseke mezin û Newroz ji bo dewleta tirk bûbû sendromek. Bi taybetî jî piştî komkujiya Newroza 1992’yan a li Cizîr û Nisêbînê tirsa dewletê mezintir bû. Ji vê salê şûnde Newroz li seranserê bakurê Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyeyê bi girseyî hat pîrozkirin.

Helbesta Newrozê ya Pîremêrd

Dema ku mijar dibe cejna Newrozê beriya her tiştî helbesta Pîremêrd a ji bo Newrozê nivîsandiye tê bîra me. Pîremêrd bi awayekî hosteyî rasti û heqîqeta Cejna Newrozê bi van hevokan pênase dike;

“Em rojî salî taze ye Newroz hatewe

Cejnekî konî Kurd e be xoşî û be hatewe

çend sal gulî hîway ême pê pest bû taku par

Her xwênî lawekan bû gulî alî newbehar

Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî Kurd

Mijdey beyanî bo gelî dûr û nizîk ebird

Newroz bû agirekî wehay xiste cergewe

Lawan be eşq eçûn be berew pîrî mergewe

Ewa Rojhilat, le bendenî berzî wlatewe

Xwînî şehîd e rengî şefeq şewq edatewe

Ta êste rûy nedawe le tarîxî mîlleta

Pê nawê bo şehîdê weten şîwen û girîn

Namrin ewane wa le dil milleta ejîn”

Ev helbesta Pîremêrd bi dengê stranbêj Hesen Zîrek zindî bû û teşe girt. Heta roja me jî bi heman coş û peroşî ev stran tê gotin.

Şoreşgera Newrozê

Stranbêja nemir Şehîd Mizgîn jî bi strana ‘Newroz’ qala zilma li ser kurdan tê meşandin dike û ya girîng jî qala berxwedana li hemberî vê zilmê dike. Strana Şehîd Mizgîn di nava dilê bi milyonan kesan de şax vedide û hîn jî bi heman hest û ramanê ji hêla milyonan kesan ve tê gotin. Deng û awaza Şehîd Mizgîn bûye parçeyeke Newrozê û her Newrozê ev stran li kolanan olan dide. Şehîd Mizgîn bi awaz û şoreşgeriya xwe nemir bûye.

Heta niha bi hezaran stranên li ser Newrozê hatine çêkirin. Stranbêjê navdar Aram Tîgran jî bi stranên ‘Adar û Newroz’ û ‘Newroz e, Newroz e’ Cejna Newrozê ji bîr nekiriye. Stranbêjê ciwan Eyaz Yûsif bi dengê xwe yê zîz li ser Newrozê stran gotiye. Eyaz Yûsif bi strana ‘Newroz hat bi gul û rehan. Ew Newroza bûka ciwan, agirî hilkin serê rêkê…’ qala zilma li ser gelê kurd dike. Her wiha stranbêjên weke Erdewan Zaxoyî bi strana “Evroke Newroz hateve hate” û stranbêjê navdar Tahsîn Taha jî bi strana ‘Newroz e’ cejna Newrozê ji bîr nekirine.

Her salekê stranek

Piştî bi milyonan kes li hemû bajarên Kurdistanê cejna Newrozê pîroz kirin, Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) û Awazê Çiya ji bo her salê stranek amade kirin. Newroza herî bi girseyî hat pîrozkirin Newroza 2013’yan bû. Wê salê bi şahidiya milyonan kesan peyama dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abûlah Ocalan hat xwendin û bi yekdengî xwedî li peyamê derketin. Di Newroza 2014’an û 2015’an de li bakurê Kurdistanê strana ‘Çerxa Şoreşê’ bilind bû.

Newroz 2016’an ji hêla desthilata AKP-MHP’ê ve hat qedexekirin. Bi milyonan kes daketin qadan û bi dirûşma; “Bi berxwadanê em ê bi ser bikevin” qedexe nas nekirin. Hunermendên wekî Diyar, Kawa, Şehrîbana Kurdî li ser Newrozê stran amade kirin û gotin.

Newroza 2017’an bi strana ‘Raperîne Newroz’ û şiyara “Em ê teqez bi ser bikevin” hat pîrozkirin. NÇM’a Amedê ji bo Newroza 2019’an strana ‘Sehildana Xwezayê’ amade kir. Newroza 2020’an ji ber pandemiya Kovîd-19 bi girseyî nehat pîrozkirin. Newroza 2021’î bi strana ‘Dîsa li Newrozan’ bi şiyara ‘“Bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin” ji hêla milyonan kesan ve hat pîrozkirin. Awazê Çiya bi strana ‘Newroz Arî’ û strana Mihemedê Pîrosî ve hatiye nivîsandin a bi navê ‘Agirê Newrozê Hilke’ mohra xwe li Newroza 2022’yan xist. Ji 7 salî heta 70 salî bi van stranan Newroz pîroz kirin. Stranbêj Berçem Çem di sala 2022’yan de bi strana ‘Bajarê Newrozê’ Newroz Amedê pîroz kir. Newroza îsal a 2023’yan de bi strana ‘Rakin meşala Newrozê’ û bi şiyara “Her der Newroz her dem azadî” tê pîrozkirin. Her sal stranekê mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê xist.

Hunermendên li ser Newrozê stran çêkirine û stirîne hin ji wan ev in;

Şehîd Mizgîn, Hozan Serhat, Koma Berxwedan, Mihemed Şêxo, Aram Tîgran, Awazê Çiya, Hunermendên NÇM’ê, Berçem Çem, Meryem Îbrahîmpûr, Agirê Jiyan, Tahsin Taha, Şarik Apo, Koma Azad, Eyaz Yûsif, Eyşe Şan, Hozan Dilgeş, Koma Çar Newa, Necmedin Xulamî, Nasir Rezazî, Şivan Perwer, Xelîl Xemgîn, Aydin, Sulbus û Tarî, Hesen Şerîf, Kawa, Koma Zerdeştê Kal, Armanc, Sosin, Xêro Abbas, Koma Rojhilat, Agirê Jiyan, Diyar, Kardeş Turkuler, Mehmet Atli, Şehrîbana Kurdî, Koma Amed, Xemgîn Bîrhat, Hasret Gultekîn, Şemdîn, Cewad Merwanî.