27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êlihiyan got: Dawî wê bi mirêsdar be!

Li Êlihê Partiya Çepên Kesk beşdariya bi deh hezaran kesan mitîngê li dar dixe. Di mitîngê de pankarta “Dawî wê bi heybet be” balê dikişîne.

Partiya Çepên Kesk li Êlihê mitîng li dar dixe. Mitîng li Parka 8’ê Adarê ya li taxa Kulturê tê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, pêkhateyên Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî, namzetên Partiya Çepên Kesk ên Êlihê beşdarî mitîngê bûn.

Ciwanan meş li dar xist

Ciwanan heta qada mitîngê meş li dar xisti û bê navber dirûşm berz kir. Pankarta “Dawî wê bi heybet be” balê dikişîne ser xwe. Gel bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz dikin. Jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdar bûnê.

Pankartên ku gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li serê nivîsandî ne balê dikişînin ser xwe.

Li qada mitîngê girse demeke dirêj li ber stranan govend gerand. Dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re ji qadê olan didin.

Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Mitîng bi hemû coş û kelecanê didome.