spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yilmaz: Tişta hêsan ne li gorî me ye

Rojnamevan Sedat Yilmaz ê ku niha li Girtîgeha Sîncanê ye peyamek ji hempîşeyên xwe re şand û wiha got: “Tişta hêsan ne li gorî me ye. Çend roja musade bikin ez ê dest bi nivîsînê bikim.”

Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmz ê di 29’ê nîsanê de li Amedê hate binçavkirin û birin Enqereyê di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hate girtin. Yilmaz ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind bi nameyekê peyama piştevaniyê şand. Yilmaz, bang li hempîşeyên xwe kir û wiha got: “Piştevaniya we ya bi biryar ku çend roj in hûn ji bom in û hevrêyên min bi rê ve dibin ez gelek hestiyar kirim. Vê pêvajoyê em hemû dibînin. Dê hinek zehmetiyên wê hebin, divê hebin jî. Tişta hêsan ne li gorî me ye. Çend rojan musade bikin ez ê dest bi nivîsînê bikim. Hûn dizanin ez çi bikim. Ji ber wê ez we hemûyan ji dil û can bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Hêvî dikim ku di demekî herî nêz de em ê li welatekî azad û demokratîk hev bibînin. Ez we hembêz dikim.”

Yilmaz ê her wiha ji hevalên xwe yên xebatê re peyam şand ev tişt gotin: “Me di vê pêvajoyê de barê we zêde kir, ji kerema xwe me efû bikin. Ez dizanim hûn ê bi rik bi çar destan karê xwe bikin û nebûna me nedine hîskirin.”