7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em bang li hemû dayikan dikin ku piştgiriyê bidin’

Malbatên girtiyên nexweş 12 roj in li Baroya Îzmirê Nobeda Edaletê digirin. Malbatan dîsa xwestin girtiyên nexweş bên berdan.
Malbatên girtiyên nexweş, 12 roj in li Baroya Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye bên berdan, Nobeda Edaletê digirin. Malbatên girtiyan dixwazin bi vê çalakiyê balê bikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan û rewşa girtiyên nexweş. Malbatan bang li malbatên din kirin û xwestin her kes tev li vê çalakiyê bibe.
Sultan Yagmekan a ku tevlî nobetê bû bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û got: “Em bang li jinan dikin ku di 8’ê Adarê de piştgiriyê bidin nobeta me. Em 8’ê Adarê û Newroza girtiyan û Gelê Kurd pîroz dikin. Em hêvî dikin ku hemû girtî azad bibin.”
Xaltiya Rêzan Kaçar a li Girtîgeha Tarsusa Edenê girtiyê Fatma Kayan jî bal kişand ser rewşa girtîgehan û got: “Divê demildest deriyên girtîgehê bên vekirin. Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin. Em bang li hemû dayikan dikin ku piştevaniya çalakiya me bikin.”