19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Şerma hemû partiyan e’

Malbatên girtiyan ên di 16’ê mijdara 2021’an de ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan dest bi Nobeda Edaletê kiribûn, çalakiya xwe berdewam dikin. Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî dan û daxwazên xwe anîn ziman. Nûnerên TUAY-DER, MED-DER, MEBYA-DER’ê jî xwestin li pêş girtîgehê tev li çalakiya malbatan bibin. Lê polîsan destûr nedan ku nûnerên saziyan tev li daxuyaniyê bibin. Xwişka Abdulselam Înci Guler di nobedê de axivî û got: “Di nobeda ku em bi mehan didomînin de em daxwaze edaletê diqêrin. Tiştên em li vir pê rû bi rû dimînin eyba hemû partiyan e. Em her kesî dawetî vir dikin ku alîkariya me bikin.

Xwişka Hamdusena Ada Reşahat Ada jî da zanîn divê girtî demildest serbest bên berdan û wiha got: “Îro dora hevalên me yên hatine vir piştgiriyê bidin me dorpêç kirin. Bi salan e em xizmên xwe yên girtî nabînin. Em bang li hemû saziyên li Tirkiyeyê dikin bila werin vir û piştgiriyê bidin me.”

‘Em mafên xwe dixwazin’

Dayika Ciwan Boltan Nazime Boltan wiha got:”Polîs kesên tên vir dorpêç dikin. Nahêlin kesek pişgiriyê bidin me. Ez li vir bang li herkesî dikim em tenê mafê xizmên xwe dixwazin.”