8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan bi ‘Jin jiyan azadî’ starta 8’ê Adarê dan

Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê dest pê kir. Di çarçoveya çalakiyan de rêxistinên jinan ên Amedê, li ber Mizgefta Mezin a li navçeya Sûra Amedê civîyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi erbaneyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan ewil stranên kurdî gotin û govend gerandin. Piştre Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy daxuyanî da.

Gulistan Atasoy destnîşan kir ku wê jin li dijî serdestiya mêr li qadan bin û têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Em wek jinên kurd carek din destnîşan dikin ku hûn bi girtin û çavtirsandinê nikarin têkoşîna me biçewisînin. Em di şexsê Garîbe Gezer û Denîz Poyraz de soza bilindkirina têkoşînê didin û wê hêviya xwe ya ji bo azadiyê xurtir dikin. Wê jin tu carî paş gav de neavêje û têkoşîna xwe berdewam bike.”

Piştî daxuyaniyê jinan xwest ku li navçeya Sûrê belavokên 8’ê Adarê belav bikin. Lê polîsan nehiştin ku jin belavokan belav bikin. Jinan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” û bi stranên kurdî astengiya polîsan şermezar kir. Ligel astengiya polîsan jinan belavokên xwe heta li ber postexaneya Sûrê belav kirin. Piştre jî kartên ku ji bo girtiyên jin hatibûn amadekirin şandin.

Jinan çalakî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî kirin.