19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li pêşiya Ukraynayê tenê riyek maye

Piştî ku Rûsyayê leşkerên xwe birin ser sînorê Ukraynayê û sinyala destwerdanê kir, gelek caran DYA’yê hişyarî kir ku dibe Rûsyayê di her kêliyê de dest bi êrîşeke leşekerî bike. Lê di heman demê de DYA bi sozên ku dê ambargoyên mezin li dijî Rûsyayê pêk bîne û welatên Rojava jî bi alîkariya çekan piştgiriya xwe bi serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski dan xuyakirin. Bi vê piştgiriyê Zelenski li helwesta wî ku gav bi paş de navêje, sor kirin.
Rûsyayê şertên xwe yên sereke ji bo ku destwerdana Ukraynayê neke rêz kiribûn. Rûsyayê di serî de girêdana bi peymana Mînskê û destberdana ji daxwaza tevlibûna NATO’yê wekî şertên sereke dan ber Ukraynayê.
Herkes li hêviyê bû Rûsyayê bi wan tevgeran hinekî zextê li Ukraynayê bike û paşê bi hev re bigihên peymanekê, lê ji ber cegerdarî û piştgiriya welatên Rojava û DYA’yê serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski di helwesta xwe de israr kir.
Niha piştî ku Rûsyayê dest bi êrîşa leşkerî kir êdî pê re jî Ukrayna û serokê wê Zelenski bêhtir têgihîştin ku sozên DYA û welatên Rojava dê ji bo welatê wan bi kêrî tiştekî neyê. Bêhtir fêm kirin ku dê ev şer bi xwe re ji bilî wêranî, koçberiyê û talanê tiştekî ji wan re neyne.
Bi kurt û kurmancî çi bû bi serê gelê Ukraynayê bû, ne welatên Ewropayê ne jî DYA ji bilî hin ambargoyan dê ji bo Ukraynayê tiştekî nekin.
Piştî 2 rojan ji destpêkirina êrîşa Rûsyayê li seranserê Ukraynayê bi dehezaran gelê Ukraynayê koçber bûn. Koçberiya hundir û derve destpê kir. Bi hezaran gelê Ukraynayê hem bi wesayitên xwe û bi wesayitên giştî yên rêwiyan ji bajarên nêzî sînorê Rûsyayê berê xwe didin bajarên din. Her wiha bi hezaran berê xwe didin sînorê welatên Ewropayê.
Wekî hemû şerên ku li cîhanê diqewimin dê ev şer jî ji bilî wêranî û kuştinê tiştekî din bi xwe re neyne ji bo gelê Rûsya û Ukraynayê.
Her wiha dê bandoreke mezin li hemû welatên ku danûstandinê bi Rûsyayê re dikin, bike. Bi taybetî jî welatên Ewropayê ku ji niha ve buhayê gaz û petrolê gelekî zêde bûye û hêjî dê zêdetir bibe.
Ji aliyekî din ve Rûsyayê jî naxwaze ku êrîşeke berfireh a ku hemû Ukraynayê bide ber xwe, bike. Êrîşeke wiha dê bandoreke mezin li ser aboriya wê bike.
Wiha xuyaye ku tenê riyek li pêşiya Ukrayna û Volodimir Zelenski heye ew jî dê piştî demekê ji neçarî şertên Rûsyayê qebûl bike û daxwaza vegera li peymana Mînskê ji Rûsyayê bike.
Lê li gorî van şert û mercên nû ew jî dê têra Rûsyayê neke û dê şertên nû lê zêde bike, bi taybetî di mijara tevlibûna NATO’yê de dê li ser Ukraynayê ferz bike ku bi carekê re dest ji wê daxwaza xwe berde.