17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em bi qasî we ne xweşbext in lê hûn xwedî dijminekî biexlaq in!

A. Menaf Can

Di roja 5’emîn a erdhejê de ku bi pileya 7.7 û 7.6’an pêk hatibû û navenda wê bajarê Mereş-Bazarcix bû, her ku wext derbas dibe hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibin.

Di Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de rêveberî bi awayekî hovane di destê rejîma Erdoganî de ye. Tirkiye demeke dirêj hem ji hêla aboriyê hem jî hêla demokrasiyê ve di rewşeke aloz de ye. Rejîma Tirkiye, rojên ku em nêzî hilbijartinê dibûn, heta ku ji dest dihat ji bo hemû beşên civakê paketên aboriyê  aşkere dikirin. Her wiha rejîma Tirkiyeyê şerê ku li başûrê welat diqewime geş kir, bi riya leşkeri û dîplomasîya gemar jî bo rojavayê welat tehdîdên mezin dikirin.

Bî vî awayî hem bi politikayên aboriyê dixwastin di nav civakê de xwe bi hêz nîşan bidin hem jî di nav civaka tirkan de bi politikayên xwe yên leşkerî hestên nijadperestiyê derxînin holê.  Ji ber vê yekê di êrîşên xwe yên sala 2021’’î de li hember gerîla bi awayekî hovane 367 caran çekên kimyayî bi kar anîn.  Bi vê yekê jî ranewestiyan leşker û polîsên xwe yên dîl ku di destê gerîla de bûn, bi çekên kimyayî kuştin. Ligel vê yekê gerîla berxwedaneke bêhempa da û derbên giran li dijminê xwe xistin.  Her wiha sazî û dezgehên demokratîk ên civaka kurd hedef girtin. Bi riya zext, îşkence û binçavkirinê xwestin berxwedana gelê kurd bifetisînin.

Di atmosfereke wiha de bakurê Kurdistanê û Tirkiye di tariya sibeha 6’ê sibatê de rastî karesateke mezin a xwezayî hat. Erdhejên ku bi pileya 7.7 û 7.6’an pêk hatin ne tenê bandor li qada Tolhildanê û bajarên Tirkiyeyê kir. Erdhej di heman demê de li rojavayê welat û bajarên Suriyeyê jî xwe nişan da. Li gorî daneyên AFAD’ê di erdheja li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Semsûr, Edene, Osmaniye, Hatay û Kilîsê hejmara qûrbaniyan heta roja pêncemîn gihiştiye 19 hezar û 388 kesan û hejmara birîndar jî gihîştiye 77 hezar û 711 kesan.  Li gorî The Guardian’ê jî hejmara qûrbaniyan li Suriye û Rojavayê Kurdistanê  jî gihiştiyê 3 hezar û 377 kesan.

Bajêr hilweşiyan, bi deh hezaran kes di bin xirabeyan de man û gelek kes di bin sermaya dijwar de bê xurek û tî li benda alikariyê man. Lê belê sazî û dezgehên rejîma Tirkiyeyê gelek qels man. Alîkarî bi rêiya van saziyan negihişt destê mexdûran. Ji bilî van kadroyên Erdogan ketin pey polîtîka û propagandayan. Piştî erdhêjê gef li rojnamegeran xwarin, hin rojnameger hatin binçavkirin, twitter hat girtin, alikariyên ku ji bajarên Bakur hatibû şandin, hatin astengkirin. Bi ser de jî li girtigehên Meletî û Hatayê gule li girtiyan reşandin.   Her wiha artêşa tirk a dagirker bajarokê Til Rifatê ku di deverê de bandora erdhêjê hebû bombebaran kirin.

Beramberî kiryarên dewleta tirk, Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî derbarê erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de peyamek weşand û wiha got “hêzên me ji bo alîkariya lezgîn û şandina tîmên rizgariyê ji bo herêmên zirar dîtine, amade ne.” Ji bilî vê li bakurê Kurdistanê ji çapemeniya azad bigirin, heta xebatkarên çandê, ji çend şaredariyên ku weke xemlê hiştine bigirin hetanî ciwanên HDP’ê, ji gelê me yê welatparêz bigirin hetanî sendîkayan hemû sazî û dezgehên kurdan bi ruhê seferberiyê derketin qadan û çûn hawara mexdurên erdhêjan.

Herî dawî Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik bi boneya erdheja navçeya Bazarcixa Mereşê bang li hemû hêzên çalakiyên leşkerî dikin kir û got: “Çalakiyên leşkerî yên li metropolan û li bajaran bisekinînin. Heta dewleta Tirkiyeyê, êrîş neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin.”

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî daxuyaniya KCK’ê jî êrîşên xwe domandin. Çeperên berxwedanê yên gerîla bi bombeyên qedexekirî û çekên giran bombebaran kirin û cardin ferasatên xwe yên gemar nîşan dan. Bi vî awayî agirbesta PKK’ê vala derxistin û gerîlayên ku di çeperên de şer dikin neçar man ku li hemberî van êrîşan bersîv bidin.

Her çiqas di vê karesatê de li qada Tolhildanê qelsiya me ya rêxistinkirinê a beriya erdêjê derketibe holê jî sazî û dezgehên me yên demokratîk û gelê me yê welatparêz reaksîyoneke xurt nîşan da. Li hemberî hovîtiya dewleta tirk a dagirker sekneke me ya ku wan bidin şermkirin derket holê.  Her çiqas em bi qasî we ne xweşbext bin jî, hûn xwedî dijminekî bi exlak in!