6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexdûriyeteke mezin heye

Eylem Aslan a ku li Bazarcixê ye wiha bang kir “Ji ber ku hewa gelek sar e pêdivî bi kincên zivistanê hene. Yên ku diwazin alîkariyê bişînin bila bi taybetî tayt, eşofman, lepik û bincilkan bişînin. Her wiha pêdivî bi sobeyan heye.”

Erdheja ku di 6’ê sibatê de li Mereşê bi pîleya 7.7 û 7.6’an pêk hat bandorê li gelek bajarên wek Mereş, Dîlok, Semsûr, Meletî, Riha, Amed, Hatay, Osmaniye, Edene û Kilîsê kir. Bi milyonan kes ji erdhejê bandor bûn. Bi hezaran avahî hilweşiyan û bi hezaran kes di bin kavilan de man. Heta niha hejmara miriyan ji hezaran derbas kir. Di bin kavilan de kesên ku hê tîmên alîkariyê xwe negihandine wan hene.

Em li ser alîkariyên ku tên kirin û belavkirina alîkariyan bi endama HDP’ê ya Wanê Eylem Aslan û endama KASED’ê Salîha Ayata  ku niha li gundê Ûsê yê Bazarcixa navçeya Mereşê tev li xebatan bûne re axivîn.

Di destpêkê de Eylem Aslan der barê xebatên ku tên kirin de axivî û ev agahî da: “ Em bi dildarî tev li xebatan bûne. Li vir gelek kêmasî hene. Em li ser navê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li vir in. Niha bi dehan hevalên me li gundê Ûsê ne û şev û roj dixwebitin lê kêmasiyên heyî naqedin.

Li vir herî zêde jî kêmasiya çadiran heye. AFAD ne cihekî ji bo çadiran amade dike ne jî çadiran tîne. Ji aliyê tenduristiyê ve di destê me de îlaç tune ne. Kesên ku ji bo tedawiya mexdûran hatine vir ji ber bêderfetiyan nikarin tiştekî bikin. TIR’ên ku alîkariyê tînin vir ji aliyê polîsan ve tên sekinandin û dema berdidin jî bi TIR’an re tên. Bi vî awayî hewl didin çavên gel bitirsînin.”

‘Av tune ye’

Salîha Ayata jî der barê rewşa heyî de axivî û wiha got: “Di nav vê rewşê de mixabin derfetên paqijiyê tune ne. Av naherike û ava heyî jî tenê têra vexwarinê dike. Em li gundê Ûsê li Mala Cemê dimînin. Pêdivî bi koordîneyê heye, jixwe her dema ku derbas dibe em xwe bi rêxistintir dikin. Em alîkariyên ku tên hem li gundê ku em dimînin hem jî li gundên cudatir belav dikin. Her wiha em li Mala Cemê taştê, navroj û şîvê belav dikin. Kesên ku ji bo alîkariyê li vir in hewl didin ku kêmasiyên weke erzak û pêdiviyên cudatir pêk bînin. Bi taybetî jî em giranî didin zarokan û zarokên ku nû çêbûne.”

‘Me xwe zû koordîne kir’

Salîha Ayatayê da zanîn ku gelek meclisên ciwan û xwendekaran alîkariya mexdûran dikin û wiha got: “Li qadê bi piranî ciwanên Meclisa Demokratîk a Xwendekaran hene. Ev ciwan ji Wan, Wêranşehîr, Riha, Kocaelî, Mêrdîn, Amed, Colemêrg û Silopî hatine vir. 10 hevalên me jî li Mereşê ne. Her wiha 15-16 xebatkarên çand û hunerê li vir in. Ji bilî me ji Stenbolê Tevgera Jinên Azad (TJA) û xebatkarên HDP’ê hatine alîkariyê. Xebatên li vir bi gelemperî li ser me dimeşin. Ji aliyê AFAD û saziyên dewletê ve tu xebat nayê meşandin. Zêde malzeme tên. Dema tên berhevkirina wan, komkirina wan, barkirina wan, danîna wan hemû li ser van xebatkaran dimeşe. Di heman demê de ekîbek diçe gund li gund digere, ekîba din jî li vir belav dike. Bi vî awayî dimeşe. Me pergala xwebatê li vir zû koordîne kir û bi vî awayê xebatên me dimeşin.”

Naxwazin malên xwe bihêlin

Salîha Ayataya bi dildarî tev li xebatan bûye wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek miriyên gundê Ûsê ku ji sunî û elewiyan pêk tê hene. Kesên ku li Bazarcixê jiyana xwe ji dest dane tînin li vir defin dikin. Ji ber hejmara miriyan derûniya gundiyan ne baş e. Xaniyên gund ji sedî 90 hilweşiyane. Kelûpelên wan li holê mane. Piranî malbat naxwazin malê xwe bihêlin werin li Malê Cemê yan jî camiyan û cihê komkirinê bimînin. Dibên em nikarin malê xwe bihêlin û werin. Ji ber ku çadir tune ne gundî naylon li dora motoran û daran dipêçin û di hûndirê wê de rûdinên. Ne ceyran heye ne ji bo jinan tuwelet hene.”

Salîha Ayatayê di dawiya axaftina xwe wiha bang li kesên ku dixwazin alîkariyê bidin mexdûrên erdehejê kir û wiha got: “Ji ber ku hewa gelek sar e pêdivî bi kincên zivistanê hene. Ên ku diwazin alîkariyê bişînin bila bi taybetî tayt, eşofman, lepik û bincilkan bişînin. Her wiha pêdivî bi sobeyan heye. Ji bo jin û zarokan melzeme tên. Lê ji bo mêran heta niha bincilk nehatine şandin. Maxdûriyetek pir mezin di vê hêlê de heye.“