spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Semsûrê mexdûrên erdhejê di goman de bi sewalên xwe re dijîn

Kadrî Esen- Bîlal Gezer

Berovajiyê gotinên Erdogan ku dibêje ji ber erdhejê kes mexdûr nebûye, li bajaroka Bulam a navçeya Celîkan a Semsûrê ji ber ku dewlet kon nade wan malbata Şenses di gomê de bi miyên xwe re dijî.

Di 6’ê Sibatê de li navçeyên Bazarcix  û Elbistan ên Mereşê bi pîleyên 7,7 û 7,6 du erdhejên mezin pêk hatin. Ev her du erdhej bandora xwe li tevahiya bakur û rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin û bi hezaran avahî li gund,  navçe û bajaran hilweşandin. Yek ji bajarên ku erdhejan bandora xwe lê kir bajarê Semsûrê yê bakurê Kurdistanê bû. Li gund, navçe û navenda bajar bi hezaran avahî hilweşiyan û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan.

Li bajaroka Bûlam a navçeya Celîkan û gundawarên wê bi dehan avahî hilweşiyane û 30 kes di bin kavilên van avahiyan de jiyana xwe ji dest dane. Lê tevî vê rewşa xeter jî bi rojan dewlet bi hewara gundiyan ve neçûye û gundiyan bi derfetên xwe cenaze ji bin kavilan derxistine û veşartine. Hê jî dewletê xizmeteke baş naniye gund û li gorî pêwistiyan konan li gundiyan belav nekiriye. Ji ber vê sedemê gelek gundî di wesayîtên xwe û li mala şînê ya gund de dimînin.

Rewş berovajiyê gotinên Erdogan e

Berovajiyê gotinên serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan ên ku dibêje wê ji ber erdhejê kes mexdûr nebe malbata Şenses a li bajaroka Bulamê ku xesar gihîştiye mala wan mexdûriyeteke mezin dijî. Ji ber ku dewletê kon nedaye wan malbata Şenses jî koza berxikan a di goma miyên xwe de ji xwe re kiriye mal û di nav sewalan de dijî. Me vê rewşa malbata Şenses di cih de şopand û li goma ku lê dijîn bi hevjînên hev Elîf û Abûzer Şenses re hevpeyvîn kir. Malbatê li koza berxikan soba daniye û li ser vê sobayê xwarina xwe çêdike. Her wiha li ber sobayê nivînên xwe jî daniye û ji neçarî bi miyên xwe re dijîn. Di koza ku ji xwe re wergerandina malê de hevjînên hev Elîf û Abûzer Şenses û zarokên wan Şukru û Bariş û dergustiya kurê wan Briş, Ceren Gunay dijîn.

‘Em dixwazin jî nadin me’

Elîf Şenses, li ser pirsên me yên der barê jiyana wan de ev tişt gotin: “Tu halê me dibînî, em hişk bûne. Mala me xesar dîtiye em newirên biçin mala xwe. Tu alîkarî bi me re nakin. Em dixwazin jî nadin me.  Ji ber vê yekê em jî li vir dijîn û 7 roj in em vê rezîliyê dikişînin. Mirin e, em ditirsin. Em ji mirinê ditirsin. Serma pir heye, em ê bişewitin. Êzing û komir tuneye. Ji ber ku em newirên biçin mala xwe em bi şev û roj li vir radikevin.”

‘Di nav vê rêxê de jiyan zehmet e’

Abûzer Şenşes jî ji bo rewşa wan destnîşan kir ku heke bi deverekê ve biçûna wê pezê wan bixwedî bimana û ji ber ku kon nedane wan ji neçarî di nav sewalên xwe de dijîn û wiha got: “Kon tuneye ku em bikevinê. Cihê saxlem goma me ye. Dewlet konan nayne. Ên ku tên jî nagihîjin me. Xwedê ji miletê razîbe tiştên xwarinê ji me re hatine. Dewletê heta niha ji malbata min re tiştek nekiriye û konek jî nedaye me. Dewlet tiştek nade kesî em neçar in ku di vir de bijîn.”

Di berdewamê de Abûzer Şenses, got ku heke dewletê li bajaroka wan tiştek ava kiribûna wê biçûna biketinayê lê ji ber ku tiştek wiha tuneye neçarî goma sewalên xwe bûne û ev tişt anîn ziman: “Dewlet tiştek naşîne tiştên ku tên jî milet û xwarxwaz dişîne. Di nav vê rêxê de jiyan gelek zehmet e. Heke kon bidana me, me yê li rex goma xwe vedana û em ê ji xwe re biketinayê. Em ji neçarî li vir. Heke kon ji me re bê em ê ji vir derkevin.”