2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 30 salan hatin tehliyekirin

Girtiyên ku bi îddiaya "Endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin Nurî Ari û Abdullah Oflas tahliye bûn. Rêveberên HDP'ê û malbatên wan bi girseyî pêşwaziya girtiyan kirin

Di sala 1993’an de li gundê Xirabêşeref yê girêdayî navçeya Hezexa Şirnexê girtiyê bi navê Nurî Ari û Abdullah Oflas ku bi îddiaya “Endamên rêxistinê ne” hatibûn girtin, piştî 30 salan ji girtîgeha Şakran a Îzmîrê dihatin girtin hatin tehliyekirin. Abdullah Oflas ku di 50 saliya xwe de ketibû girtîgehê di temenê xwe yê 70’ê salî de ji girtîgehê derket. Her wiha Nurî Ari ku di 18 saliya xwe de hatibû girtin jî di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket.

Girseyî pêşwaziya girtiyan kirin

Her du girtî ku di 30 salan de hema bêje li hemû girtîgehên Tirkiyeyê mane, bi hev re tên girtin û bi hev re jî hatin berdan. Rêveberên HDP’ê û malbatên wan li bajarokê Ereban ê bi ser navçeya Hezexê ve bi girseyî pêşwaziya girtiyan kirin.

Di merasîma pêşwazîkirinê de her du girtiyan spasiya girseyê kirin û piştre Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, bixêrhatina girtiyan kir û daxwaz kir ku girtiyên mayî jî demildest bên berdan. Piştî pêşwaziyê girseyê bi tevî girtiyan ve çûn gundê Xirabêşeref.