19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê di 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin’

Okkeş Kava diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in bênavber tê tecrîdkirin û got: "Di sala 2023'yan de tenê ne li dijî tecrîdê, em ê ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan jî têbikoşin."

Zêdetirî 21 meh in tu xeber ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tên hiştin û serlêdana hiqûqnasan û parlementeran a li Wezareta Dadê jî heya niha nehatiye bersivandin.

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Okkeş Kava, bibîr xist ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in bênavber didome û got ku dê di 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ay Ocalan bitêkoşin.

‘Tecrîd bi awayekî pir alî bandorê li civakê dike’

Kava destnîşan kir ku tecrîd bi awayekî piralî bandorê li civakê dike û got: “Tecrîd, şer e, tecrîd polîtîkayên înkarkirin û qirkirinê ye. Tecrîd, krîza abor, krîza siyasî ya navndewletî ye. Gava hevdîtin bi birêz Ocalan re dihat kirin  hema bibêje hestên netewperest û nêzîkatiya dijminatiyê riziyabûn. Ev yek hêviyeke mezin li civakê peyda kiribû. Her kes yeqîn kiribû ku dê dawî li şer bê. Ev yek bandorê li Rojhilata Navîn jî kiribû, ji lew re em behsa erdnîgariyeke ku li çar welatan hatiye payêkirin dikin. Meseleya kurdî ya li Tirkiyeyê û ya li Îran, Sûriye û Iraqê ji hev ne cuda ne. Yanî li navenda Rojhilata Navîn meseleyek heye û gava ev bê çareserkirin dê bandoreke erênî li tevahiya erdnîgariyê bike.”

‘Reflekek divê’

Kaba diyar kir ku li hemberî polîtîkayên şer ên desthilatê divê reflekseke civakê hebe û wiha got: “Tu fêdeya şer ji bo gelan tune ye û dê tune be jî. Domandina tecrîdê bi tu awayî bi kêrî civakê nayê. Her wiha yên li ber tecrîdê radibin jî divê enê ne kurd bin. Bi piranî siyasetmedarên kurd û saziyên kurdan li be rtecrîdê radibin, lê pirsgirêkên ku bi tecrîdê re rû dane tenê ne yên kurdan e, yên tevahiya gelan e. Em dibînin ku êdî feraseta tekparêz ji bo tu tiştî jî nabe bersiv. Lewma em dibînin ku paradîgfmaya netew-dewleta demokratîk a birêz Ocalan dibe bersiva hemû pirsgirêkan.”

‘Em ê ji bo azadiya fîzîkî a Ocalan têbikoşin’

Kava diyar kir ku ew ê di 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bitêkoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wekî partî jî ji xebatên me yên herî girîng jî yên têkildarî tecrîdê ne. Ne tenê rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, divê Ocalan bi awayekî fîzîkî jî azad bibeç Em tînin ziman ku bê birêz Ocalan ji bo civaka Rojhilata Navîn qasidekî aştiyê yê çawa ye. Lewma tenê rakirina tecrîda li ser Ocalan ne bes e. Êdî divê paradîmaya Ocalan bê nîqaşkirin. Em diparêzin ku divê birêz Ocalan êdî fikirên xwe û paradîgfmaya xwe bi civakên Rojhilata Navîn re parve bike. Divê bi xwediyê vê paradîgmayê re nîqaş çêbibin û ji bo vê jî dê xebatên me yên demokratîk bênavber bidomin. Em bihêvî ne, têkoşîna me didome. Em dizanin ku paradîgmaya birêz Ocalan ku tevahiya temenê xwe di oxira aştiyê de derbas kiriye, ji bo civakan hêvî ye.”