7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelkên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye

Xelkên Wanê nîqaşên der barê tifaqa siyasî û rojeva hilbijartinê de nirxandin û diyar kirin ku ji bo guherandina rêveberiyê çareserî Tifaqa Ked û Azadiyê ye

Her ku hilbijartin nêz dibin nîqaşên di navbera partiyan de ku tifaq çêkirine gur dibin. Di vê çarçoveyê de xebatên Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi pêşengiya HDP’ê hatiye avakirin, bênavber didomin. Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ku li ser esasê têkoşîna hevpar li hev kom bûne, dê di rojên ewil ên sala 2023’yan de nexşerêya xwe diyar bikin. Mitînga ewil a sala nû jî dê di 15’ê Çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bê lidarxistin.

Waniyan ku têkildarî tifaqê û rojeva hilbijartinê de axivîn, xwestin ku rêveberiya welêt bê guherandin. Her wiha şêniyên bajêr gotin ku çare jî Tifaqa Ked û Azadiyê ye.

‘Divê pergal biguhere’

Tayfûn Bakir anî ziman ku ji bo desthilata heyî biguhere kurd divê bi hev re tevbigerin û wiha got: “Di serî de kurd, divê hemû gel di vê ferqê de bin û pitşgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê. Êdî divê her kes vê zilma li gel tê kirin bibîne. Êdî bes e, divê ev pergal biguhere. Em gel êdî nikarin nanê tisî bibin mala xwe.”

Bakir destnîşan kir ku ji bo gelê kurd ferqa tu tifaqên din tune ye û got ku lewma ew li cem Tifaqa Ked û Azadiyê ne.

Behsa poşmaniya xwe kir

Îrfan Tûrgût bilêv kir ku du caran raya xwe daye AKP’ê û got ku ji ber ku raya xwe daye AKP’ê pir poşman e. Tûrgût wiha axivî: “Xwezî her du lingên min bişikiyana lê min raya xwe nedana AKP’ê. Ez pir poşman im. 55 salî me, min heya vî umrê xwe xizaniyeke wiha û betaliyeke wiha nedîtibû. Mirov birçî û perîşan in. Hin mirov hene nikarin nan jî bibin mala xwe. Welêt serobino kirine. Gava em li mirovên welatên din dinêrin em ji ber xwe fedî dikin. AKP’ê bi salan e mirovan dixapîne. Niha jî behsa 2023’yan dikin. Kesên rayê didin AKP’ê bila careke din bifikirin. Ev partî tenê ketiye etra zengînan. Em hatine rewşeke wisa ku êdî em naxwazin bijîn. Tu siberojeke ciwanan tune ye. Ez ê heya dawiyê piştgiriyê bidim Tifaqa Ked û Azadiyê.”

Hacî Ozdemîr jî diyar kir ku li Wanê xizanî heye û got: “Li vî bajarî derfetên kar tune ne. Em ê piştgiriyê bidin tifaqa ku guh li pirgsirêkên gelan dikin û ji derdê mezlûman fêm dikin. Bila ev gel ji hilbijartinê heya hilbijartinê tenê neyê bîra wan. Bila her tim li cem gel bin. Lewma em ê pitşgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê ku li cem gel e û guh li pirgsirêkên gel dike.”

‘Bêyî HDP’ê kes nikare bi ser bikeve’

Îbrahîm Sancak anî ziman ku ew her tim li cem HDP’ê ne û bêyî HDP’ê tu tifaq nikare bi ser bikeve. Sancak destnîşan kir ku gava CHP bibe desthilat dê tu ferqa wê ji AKP’ê tune be û got ku lewma rengê me HDP ye. Sancak diyar kir ku ew wanî dê piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê.

Mûrat Kaya jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin HDP’ê û got: “Em piştgiriyê didin Tifqa Ked û Azadiyê ku HDP di nav de ye. Lewre HDP, hêvî ye. Em hêviyê di HDP’ê û Tifaqa Ked û Azadiyê de dibînin. Tu hêviya me ji her du tifaqên din tune ye. Jixwe em dibînin bê van partiyên din çi anîne serê welêt. Bi salan e zilmê li vî gelî dikin. Ji bo dawî li vê zilmê bê, raya me û rengê me HDP ye.”