spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn

Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li gel ku parastinên xwe neqedandin jî heyeta dadgehê biryar da ku divê dozger derbarê esasê de mutalaya xwe pêşkêş bike.

Danişîna 20’emîn a Doza Kobanê di roja 8’emîn de li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmdarên girtî tên darizandin de cih digirin.  Danişîna 20’emîn di roja 8’emîn de ku hat lidarxistin, piştî navbera hatibû dayîn biryara navberê ber bi şeveqê ve hat daxuyandin. Di biryara navberê de derbarê siyasetmedarên girtî de tu biryarek tehliyeyê nehat dayîn.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li gel ku parastinên xwe neqedandin jî heyeta dadgehê biryar da ku dosye gihaştiye û di vê çarçoveyê de divê dozger derbarê esasê de mutalaya xwe pêşkêş bike. Di çarçoveya biryara navberê de dê dozger di 7-8-9’ê sibatê de mutalaya xwe dozê pêşkêşî dadgehê bike.