17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCK û KNK’ê peyamên sersala 2023’yan weşandin

Bi boneya sersala 2023’yan Konseya Rêveber a (KNK) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCK ) peyamên pîrozbahiyê weşandin û bang li hemû hêzên demokrasiyê kirin ku têkoşînê mezintir bikin

Bi wesîleya sersala 2023’yan Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de der barê sala 2022’an de wiha hatiye gotin: “Em sala 2022’an li pey xwe dihêlin ku têkoşîneke gelekî mezin lê hate dayin û dest bi saleke nû dikin. Sala 2022’an bû saleke welê ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê giran bû.”

Peyama pîrozbahiyê di berdewama daxuyaniyê de li ser kar û xebatên ku divê di sala nû de werin kirin tê rawestandin û wiha bidawî dibe: “Em sala 2023’an li gelan, jinan û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin, şehîdên ku sala 2022’an bi têkoşînê dagirtin, bi ser xistin û kirin ku em bi hêviyeke hîn mezintir dest bi sala 2023’an bikin, di şexsê şehîdên sala 2022’an de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Şehîd afirînerên nirxên me hemûyan e, pêşengên têkoşîna me ne. Soza serketinê ya ku me dane şehîdan bi vê wesîleyê careke din dubare dikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev peyman hate dayîn: “Aşkera ye ku di sala 2023’an de wezîfeyên hîn mezintir li pêşiya me hêzên demokrasî û azadiyê ye. Ji bo xwedîderketina li wezîfeyên ku dîrokê daniye ber me û bicihanîna berpirsyariyên xwe em ê hîn bi biryar û têkoşer bin. Li ser vê bingehê, ji bo sala 2023’an bibe saleke serketinê em bang li hêzên demokrasiyê yên li tevahiya cîhanê dikin ku bi perspektîfa modernîteya demokratîk têkoşînê mezintir bikin û jiyanê ava bikin.ʹʹ

Bi heman wesîleyê Konseya Rêveber a (KNK)’ê jî daxuyaniyek da û tê de li ser sala borî wiha hatiye gotin:  “Saleke din, sala 2022’an digel hemû xweşî û nexweşîyên xwe ve encam dide. Ji bo gelê me, bi giştî saleke têkoşînê bû. Li her çar aliyên Kurdistanê sal bi têkoşînek mezin derbas bû.”

Daxuyaniya KNK’ê wiha berdewam dike: “Li hember hemî gef û êrişên dijminan, têkoşerên gelê Kurd li ber xwe didin û karwanê azadiyê dimeşe. Di dawiya sala 2022’an de eger muhasebeya navxweyî bê kirin, digel hemî êş û bedelan û her wiha şaşî û kêmasiyên di xebat û têkoşînê de rûdayî, dîsa jî têkoşîna azadiyê serketî ye. Êrişên dijminan vala hatine derxistin û hatine xetimandin. Hêzên Kurdistanî her bi çi rengî be bila bibe, divê bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin, bi tifaq û bi hevkarî hewildanên dijmin û dagirkeran serû bin bikin.”

KNK’ê peymana xwe bi van gotinan bidawî dike û wiha dibêje: “Em hêvî dikin sala nû, sala 2023’an bibe dema serketinê, bibe dema xewn û xeyalên geş ên gelê me. Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemî Kurd, Kurdistanî û Cîhanê pîroz dike.”