18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 ‘Em ê nehêlin ku bi derûniya civakê bilîzin’

Rêxistina Partiya Çepên Kesk têkildarî hilbijartinê de li avahiya xwe daxuyaniyek da û ev bang li her kesî kir: “Em ê nehêlin ku ev desthilatdarî bi derûniya civakê bilîze.

Koordinasyona Pêvajoya Agahdariyê ya Amedê der barê hilbijartinê de li avahiya Partiya Çepên Kesk a Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça, Serhat Eren, hevserok û rêveberên HDP, DBP û YSP’ê yên Amed û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Li salona daxuyaniyê pankarta “Em biçin dengê xwe bidin û vê pergalê biguherînin” hat daliqandin,

‘Em ê rê nedin faşîzmê’

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyad Ceylan di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew ê roja 28’ê Gulanê rê nedin ku desthilata heyî destên xwe bavêjin dengên gelê kurd. Ceylan got ku hewl didin civakê çavtirsandî bikin û bi hişmendiya civakê û ev tişt got: “Em ji cavaka xwe re dibêjin, di tûra yekemîn de desthilata AKP-MHP’ê xwestin ku civak bi ser nekevin. Di tûra yekemîn de civaka kurd rê neda faşîzma û nehişt bi ser bikeve. Niha jî li ser civakê êrîşên derûnî didin meşandin ku bibêjin ‘em bi ser ketine hûn nikarin tu tiştek bikin’. Em ê tu carî rê nedin ku ew bi derûniya civakê bilîzin. Em dîsa jî li bang gelê xwe dikin ku hê jî hilbijartin neqediyaye hefteyek li pêşiya me heye. Hê jî dikarin bi milyonan kesan hişyar bikin ku xwedî li sindoqan derkevin.”

‘Em ê vîna gel biparêzin’

Di berdewamiya axaftina xwe Ceylan bal kişand ser rewşa bêbaweriya ku di nava civakê de dane avakirin û wiha pêde çû: “Hê jî ev derfet di destê me de heye ku em desthilata AKP-MHP’ê têk bibin û em careke din jî bang li gelê xwe dikin ku vîna gel li ser sindoqan serwer bikin. Em bi milyonan herin ser sindoqan û em ê ji faşîzmê re bibin bertekek mezin û desthilata AKP-MHP’ê ji textê wan bînin xwarê. Ji ber ku di nava civakê bêbaweriyek mezin dane avakirin. Em ê vê bêbaweriyê ji holê rakin. Em dibêjin di 28’ê mehê de bi milyonan herin ser sindoqan û bi deh hezaran kesan vîna gel biparêzin.”

‘Em ê dîsa te nekin serok’

Parlementera Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça da zanîn ku çawa ku gelê kurd di 2015’an de çli vîna xwe xwedî derket dê dîsa jî li xwe û vîna xwe xwedî derbikeve û wiha axivî: “Niha li pêşiya me hilbijartinek din jî heye. Dema ku em herin ser sindoqan em ê pêşî vê desthilata faşîst têk bibin. Me tûra yekemîn de gotibû em ê nehêlin ku Erdogan bi ser bikeve. Wekî ku di sala 2015’an de me digot em ê te nekin serok û em careke din jî bi dubare dibêjin dîsa jî te nekin serok. Dîsa gel û kurd rola ku dê bikeve ser milê wan ew ê bi awayekî baş bi ser bikevin. Gelê kurd bi biryare ku dê vê desthilata heyî hilweşîne.”