spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê şoreşê bibin ji hemû Sûriyeyê re’

Vê sibê li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo xebatên Forûma Yekemîn a Şoreşa Jinan li ser asta Rojhilata Navîn bi dirûşmeya “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û bi pêş bixin” dest pê kirin.

Paşê li ser berxwedana şehîdên azadiyê yên Şoreşa 19`ê Tîrmehê yên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sînevîzyonek hate pêşandan. Dûre Berdevka Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî û salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinan û malbatên şehîdan pîroz kir.

Remziye Mihemed anî ziman ku jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe 10 salên şoreşê derbas kirin û her sal jî berxwedaneke bêhempa nîşan da û got: “Me bi hev re şoreşa xwe gihand vê qonaxê.”

Remziye Mihemed da zanîn ku çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Kobanê vêket û piştre li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî belav bû û wiha dewam kir: “Armanca me ew e ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bigihêje tevahiya Sûriyeyê. Ev şoreş ji bo hemû jinên Sûriyeyê bûye mînak. Lê tevî vê jî têkoşîna xwe ya li ser bingeha mîrateya 30 salên berxwedan û têkoşîna jinên Kurdan berdewam dikin.”

Remziye Mihemed diyar kir ku jinên Kurd model û tecrûbeya xwe gihandin hemû jinên pêkhateyan, ji ber ku jin pêşenga vê şoreşê bûn, lewma bû armanca êriş û siyasetên tund. Mînaka wê jî jinên pêşeng ên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi rê ve dibirin, dihatin hedefgirtin.

Derbarê destkeftiyên jinan di deh salên derbasbûyî de bi dest xistin de Remziye Mihemed got: “Jinan bi rêya rêxistinkirina xwe di hemû qadan de hebûna xwe îsbat kir û roleke mezin list, ji van destkeftiyan jî cihê xwe di sîstema hevserokatiyê ya saziyan de girt û ji jinên cîhanê re bû mînak.”

Remziye Mihemed destnîşan kir ku ew hewl didin di vê forûmê de hêviyên gelê xwe pêk bînin û şoreşa xwe bi pêş bixin ku xwe bigihînin hemû jinên herêmê.

Piştî axaftina destpêkê nameyên siyasetmedarên ji Rojhilata Navîn ku tê de ev forûm li hemû jinan pîroz kirine, hatin xwendin. Piştre jî bername bi axaftina endama hevserokatiya PYD`ê Foza Yusif berdewam kir.