3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erkan Baş: Em ê têkoşîna ziman mezin bikin

Tifaqa Ked û Azadiyê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û Partiya Tevgera Kedkar (EHP) têde cih digirin, di serî de pirsgirêka kurd bi armanca çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê hat avakirin. Tifaqê, di 24’ê îlonê de li Stenbolê li Navenda Kongreyê ya Halîçê bi tevlîbûna nûnerên partiyên tifaqê, nûnerên rêxistinên sivîl, rojnameger û gelek kesan deklarasyona xwe aşkera kir. Tifaqê di deklerasyona xwe de cih da gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê û diyar kir ku dê ji bo têkoşîna demokrasiyê bi derdoreke berfireh re xeteke nû ava bikin.

Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, derbarê tifaqa ku ava kirine de ji rojnameya me re axivî û pirsên me yên der barê pirsgirêka kurd û berfirehkirina tifaqa wan a Ked û Azadiyê de bersivand. Baş, got ku ew ê ji bo bidestxistina hemû mafên gerdûnî wê têkoşîna xwe ya zimanê dayikê mezin bikin û wiha got: “Peywira tifaqa me ya yekemîn xelasbûna ji tifaqa AKP-MHP’ê ye. Xelasbûna ji desthilata wan ji bo hemû gelan wê bêhnek nû bide girtin. Ji ber vê yekê em hilbijartinê pir girîng dibînin.”

Tifaqa wê bibe hêza diyarker

Pirsên ku me ji Baş kirine û bersivên wî yên dane pirsên hevpeyvîna me wiha ne;

Weke ku hûn jî dizanin li Tirkiyeyê salên dûr û dirêj in pirsgirêka kurd heye û ji bo çareserkirinê gelek nîqaş tên kirin. Lê pirsgirêk nayê çareserkirin. We jî di deklerasyona xwe de cih daye vê pirsgirêkê û soza çareserkirinê daye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd weke tifaqê we çi rê û rêbaz daniye pêşiya xwe?

Pirsgirêka kurd li welatê me pirsgirêkeke kûr e. Derbarê vê pirsgirêkê de di 40 salên me li pişt xwe hişt de êşên herî mezin hatin kişandin. AKP di nav van 40 salan de 20 sal in          desthilatdar e. Bi taybetî di pêvajoya ku 7’ê Hezîranê de tifaqa AKP-MHP’ê li gorî berê dest bi şerekî pir dijwar kir. Li girtîgehan mafan bin pê kir, îşkence û muameleya xerab li dijî girtiyan pêk anî. Mafê kurdan ên dengdanê rawestand, qeyûm tayînî şûna hilbijartiyên wan kir û siyasetmedarên hilbijartî ceza kir.

Di deklerasyona ku me di 24’ê îlonê de weşand, biryar û pêşniyarên me yên çareserîyê yên derbarê rewşa welatê me de pir zelal in. Lê heger ez li vir bi rêya we pirsgirêka kurd dubare bikim; li dijî siyaseta înkar û tunekirinê, em ê di çareseriyek aştiyane û demokratîk de israr bikin. Ji bo bidestxistina hemû mafên gerdûnî lê bi taybetî zimanê dayikê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Dema em bi giştî lê dinêrin, em dibînin ku bi giranbûna krîza aborî re polîtîkayên zext û îstîsmarê gav bi gav bandora xwe li ser hemû beşên civakê zêde dikin. Lewre hikûmeta AKP’ê hemû polîtîkayên xwe li ser bextewariya hindikahiyeke biçûk ava kiriye. Ji bo vê yekê gelekî girîng e ku hêzên aliyê ked, azadî û aştiyê bi gel re bibin yek û têkoşîneke hevpar bi rêxistin bikin.

Ji bo berfirehkirina tifaqa Ked û Azadiyê bi partî, sendîka û rêxistinên sivîl re hevdîtinên we didomin. Ji bo tevlîkirina partiyên kurdistanî jî hewldan HDP’ê hene. Lê bi qasî ku em dizanin ji ber tevlîbûna we partiyên çepgir ên Tirkiyeyê hin fikarên partiyên kurdistanî hene. Ji bo derbaskirina fikarên wan hûn amade ne ku bi partiyên kurdistanî re hevdîtinan bikin?

Taybetmendiyeke girîng heye ku tifaqa me ji yên din cuda dike; tevî hemû cudahiyên xwe jî em li ser mijarên pirsgirêkên welat li cem gelên bindest û tên îstîsmarkirin cih digirin. Ev jî bi têkoşîneke hevpar a dîrokê pêk hat. Armanca me ew e ku em li ser esasê wekhevî û azadiyê bi komên mezin ên bindest, tên îstîsmarkirin û li berçav nayên girtin re bên cem hev. Di vê çarçoveyê de xebat û danûstandinên me berdewam dikin. Normal e ku fikar hebin. Lê ez di wê baweriyê de me ku ji ber şert û mercên awarte yên ku em têde ne û berpirsiyariya dîrokî ya ku li ser milê me ye, em dikarin pirsgirêkên wiha bi hêsanî derbas bikin.Ez di wê baweriyê de me ku tifaqa me wê bibe hêza diyarker a serdema pêş.

Siyaseta tirsê û dijminane

Li hêla din gelek hêz û partiyên çepgir ên Tirkiyeyê hene ku tev li tifaqa we nebûne. Tevî ku we bi hin hêz û partiyan re hevdîtin kirin jî encam negirt. Fikarên van hêz û partiyên çepgir ên tev lî we nebûn ji ber nêzikbûna we ya pirsgirêka kurd bû yan hin mijarin ku em nizanin hene?

Di pêvajoya pêşxistina tifaqa me de me gelek civîn û dîdar ava kirin. Em ê her wiha berdewam bikin. Tifaqa Ked û Azadiyê ne tenê kombûna 6 partiyên siyasî ye. Armanca me ew e ku di salên borî de li hemû qadên siyasî-civakî de pêkhateyên ku li dijî rejîma Qesrê bibiryarî şer kirine bînin cem hev. Di civînên me ava kirin de hinek saziyan tercîh kirin ku li derve bimînin. Piştre derket holê ku hinek kesan HDP xistine navenda rexneyên xwe yên li ser tifaqa me, weke we jî got. Helbet rexneyên din jî hene. Lê belê weke me berê jî gotibû, em di wê baweriyê de ne ku tifaqeke bêyî HDP’ê wê kêm bimîne û xelet be. Ne tenê ji aliyê stratejîk ji aliyê dîrokî û siyasî ve jî ew ê xelet be.

Weke du hêzên siyasî yên beriya sed salan ji damezrandina vî welatî hatine dûrxistin, hêzên sosyalist û kurd, em ji bo avakirina welatekî wekhev û azad li hev kombûna xwe girîng dibînin. Ji bo tirk, kurd, kedkar, hemû gelên bindest û yên hatin têkbirin her wiha ji bo hemû welatiyan tenê bi têkoşînê em dikarin wekhevî û azadiyê bi dest bixin.

Tifaqa we ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê tê terorîzekirin. Ji ber vê rewşê pêvajoyeke zor û zehmet li pêşiya we ye. Her çiqas li Kurdistanê ne zehmet be jî wê li Tirkiyeyê bi provakasyonên ku ji aliyê desthilatê ve bên derxistin xebatên we gelek zehmet bên meşandin. Li dijî van zehmetiyan ji bo berfirehkirina tifaqa xwe û zêdekirina dengan hûn ê xebateke çawa bimeşînin?

Rejîma qesrê demek dirêj e siyaseteke dijminane û ferzkirina tirsê dimeşîne. Bi taybetî jî di ser HDP’ê de dixwaze hemû muxalefetê bîne ser xeta xwe.  Partiyên ku ji HDP’ê re nabêjin “terorîst” weke neyar dibîne û ji wan re dibeje terorîst. Ev nêrîn di heman demê de ji ber windakirina îktîdarê ye. Ji ber nikare gel îkna bike, çareseriyê di zilm û zordariyê de dibîne. Gel îkna nabe ji ber ku bi milyonan mirov nikarin debara xwe bikin. Dîsa em dibînin ku polîtîkayên zilm û zordariyê roj bi roj li ser gel bandora xwe winda dike.

Em hêzên ku di tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin vê tifaqê baş nas dikin. Em dizanin ku ew ê her rêyên gemarî, êrîş û provakasyonan biceribînin. Dema ku em derketin rê me got slogana me ev e: “Em ê bi hev re bi serbikevin”. Her çiqas li pêşiya me gelek dijwarî hebin jî ewqas jî derfet hene. Divê em vê ji bîr nekin. Birêxistinbûyîn û bihêzbûyînê em dikarin hemû zilm û zordariyê bin pê bikin û bi serkevin. Di vî aliyê de em ji xwe bawer in.

‘Şer xesarek mezin daye gel’

Heta niha ji ber polîtîkayên şer, neçareserî û berdewamkirina pirsgirêka kurd encamên gelek giran li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derketine holê. Tifaqa we ji bo derabaskirina vê rewşê û çareserkirina pirsgirêka kurd wê çi encam bi xwe re bîne?

Aliyê herî girîng ê pirsgirêka kurd şerê ku 40 sal in berdewam dike ye. Ev şer xisareke mezin daye gel. Peywira tifaqa me ya yekemîn xelasbûna ji tifaqa AKP-MHP’ê ye. Ji ber ku ew di meşandina van polîtîkayan de israr dikin. Xelasbûna ji desthilata wan ji bo hemû gelan wê bêhnek nû bide girtin. Ji ber vê yekê em vê hilbijartinê pir girîng dibînin. Lê rola tifaqa me bi vê ve ne bi sînorkirî ye.

Divê em van polîtîkayên ku li ser gel mêtinger in û gelan ji hev re dikin neyar, bi temamî ji van deran biavêjin.  Tişta ku hewce dike ev e. Ji bo çareseriyê divê fikar û hemû pirsgirekên gel esas bên girtin. Hewceyî bi polîtîkayên aştiyane ku li ser bingeha diyalog û muzakereyê bên meşandin hene. Li vê derê jî berpirsiyariya ku dikeve ser milê tifaqa Ked û Azadiyê gelek zêde ye. Di vê çarçoveyê de dê gelek kar û barên girîng bikevin ser milê tifaqa Ked û Demokrasiyê û wê pir karê vê tifaqê hebe.

Erkan Baş kî ye?

Erkan Baş di 14’ê tîrmeha 1979’an de li paytexta Almanya Berlînê di nav malbateke karker de ji dayik bûye. Malbata wî ji Yûgoslavyayê koçî Tirkiyeyê kiriye. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Stenbolê dixwîne û ji beşa Dîrok û Zanîstê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn dibe. Demekê li beşa Zanîstên Civakî û Mirovî ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê weke akademîsyenê mêvan dixebite û piştre ji ber piştgiriya xwe ya karkerên xwaringehê ji aliye rêveberiya zanîngehê ve ji kar tê avêtin. Di hêla siyasî de jî di sala 2009’an de Serokatiya Giştî ya Partiya Komunist a Tirkiyeyê dike û di sala 2017’an de Partiya Karkeran a Tirkiyeyê ava dike. Di hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2018’an de di çarçovbeya tifaqa ku bi HDP’ê re hatiye avakirin de ji lîsteya HDP’ê hatiye hilbijartin û piştre ji HDP’ê îstifa kiriye û derbasî TÎP’ê bûye. Niha Serokê Giştî ya TÎP’ê û parlamenterê TÎP’ê ye.