spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em serhildan û jiyana Jînayê ne

Em biskên Jînayê ne. Li vir, li wir, li her derê, li baskên hebûn û nebûnê. Ba me dibe, av me diherikîne, êdî ba û avên dinê em in. Bakûr bareş, bawerz, firtone, elîze. Ûrmiye, Merîwan, Dîjle, Nîl Amazon, Seîn. Em biskên Jînayê ne, teyr li ser me hêlîn çêdikin, hechecîk, albatros,legleg, beytik, şalûl, bilbil.

Em biskên Jînayê ne, reş qehweyî, spî, kesk zor, zer. Di çentên we de îsyan di dilê we de stran, di bîra we de dengvedan. Dinya bi tayê me dizîvire, giraniya kevir nemaye, tîna agir reviyaye. Rojhilata Jîna îroj giranî ye. Îran tîn e bo dinê. Niha sîtava rûyê biken e her tişt. Ew rûyê ku em tev tê de winda dibin û xwe li jêr baxçeyê wê di nav lepên celadan de dibînin. Baxçe tarûmar e, lê jîn ar e.

Em beybûnên Jînayê ne, beybûnên ku li singa we ya çepê diperpitin. Şahiya taştê ya we, germahiya navroja we, kêfxweşiya şîva we ne ev beybûn. Diperpitin û dijîn li kêleka her tiştê we.

Em nanê Jînayê ne. Nanê ku dê êdî qet nexwe; cemidî, kartû, xeyîdi… Her ku we nan xwar vî nanî jî bi bîr bînin. Nanê bêkesmayî, kurd li dijî faşîzmê hişk û bi hêrs e. Em nanê Jînayê ne, xeyîdî û hişk. Ji serên tewandî hişktir û ji rûreşiyê jî.

Em pêlavên Jînayê ne, tenê û westiyayî, çend dilop xwîn digirîn li dora me. Em pêlavên Jînayê ne, ji bo ku dê êdî me qet nexe lingên xwe şaşwaz û qetandî ne. Serê xwe dihejînin em ji dinyayê re û gazî pêlavên we dikin; bibezin ji bo wê, bimeşin ji bo xewnên wê, lew ew qevdek ji nav xewnên we, arpêta li jêr baskên we bû.

Em berîkên Jînayê ne, destên xwe ji nav me dernexin, tije kevirê sebrê ne em, kefçiyên zaroktiyê, qurnefilên şiyariyê, çirûskên serxwebûnê, zîvehîvên jibîrnekirinê. Em berîkên Jînayê ne. Tije kil, gul, rihanên hişkbûyî û hêviyên ajdayî. Em berîkên Jinayê ne, tije Kurdistan, tije helbest û serhildan. Li berîkên xwe jî xwedî derkevin da ku wan bidizî, derew, talankerî û kujerî tije nekin.

Em biskên Jînayê ne, kurbûyî, li her derî. Al in, ar in, jan û hawar in. Em biskên Jînayê ne, li her derê baskdayî, kurdistanî û dinyayî. Li jor ewrên awirên we amadeye ji bo her tiştî.

Em baskên Jînayê ne, digîhîjin ba Hypatyan, Roza û Zîlanan. Li Dêrsim û Seqiz, li Mehabad û Şîno ref bi ref firîn in, li başûr Leyla Qasim û Nagihan in; ji zindan heta çiyan zanîn û dilevîn.

Em destmala Jînayê ne di destê Nagihanê de, jinzanîn in li her çar aliyên welat; hêrs, serwerî û jîn. Em destmala Jînayê ne, reng û xoşeng, bêtirs û xweşfelek, bixwebawer û cengawer.

Em xwebûna Jînayê ne, xwe ji keviran çêdikin, bi dilopên baranê av didin, li jêr axê stranan dibêjin, kirasên stêrkan li xwe dikin, her û her EM dimînin EM…

Em biskên Jînayê ne, li ser eniya hemû serbilind û dilêran pêl bi pêl dihejin. Em xencera Jînayê ne; ji Simko û Qadî mayî. Bê şerm û fedî, cesûr û ne kedî. Jin Jiyan Azadî.

Nîşe: Çi balkêşe ku dema 10’ê tebaxê de ji bo şehîdên sêdarên ên Rojhilat Kemanger û Elemgûliyan min peyam şand min nizanî bû ku 40 roj paşê Jîna jî tevlê karwanê serhildanê bibe û karwana serhildana Kurdistanî bide destpêkirin. Her wiha dema min dest bi vî nivîsê kir min nizanîbû ku dê Nagihan jî tevlê karwanê şehîdan bibe û meşa azadiyê gurtir bike.