6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana Jîna Emînî di hefteya çaremîn de berdewam dike

Serhildana Jîna Emînî di hefteya çaremîn de berdewam dike. Doh bi şev nerazîbûn û xwepêşandanên mezin li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê veguherîn qada şer û pevçûnan di navbera serhildêr û hêzên ewlekariyê de.

Li bajarê Seqizê jî gel bi xurtî daket kolanan û bi dirûşmeyên bimire dîktaror li kolanên bajêr meşiyan. Her wiha nerazîbûn bi xwepêşandanan bi sînor neman û karkerên Petrokîmyayê li bajarê Buşehir dest ji kar berdan û derdora 1000 karker tev li vê çalakiyê bûn.

Piştî daxuyaniya hin welatên Rojava ku dê bi ambargoyên nû rayedarên Îranê ceza bikin, berdevkê wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî da xuyakirin ku Tehranê dê li dijî wan hewldanên welatên Rojava bêdeng nemîne.  Nasir Kenanî gef li welatên ku piştgiriya daxwazên xwepêşandêran dikin, xwar û wiha got: “Emê bêdeng nemînin û di dema pêwîst de bersiva wan bidin.”

Hêjayî gotinê ye ku piştî daxuyaniyên rayedarên DYA’yê yên ji bo piştgiriya xwepêşandêran û nerazîbûna li dijî destwerdana tund a hêzên ewlekariyê, Ingilîstanê jî dabû xuyakirin ku ew dê ambargoyên cidî li dijî rayedarên Îranê û bi taybetî li dijî ‘polîsên Exlaqê’ pêk bînin.