‘Em îro sed in, sibê em ê bibin milyon’  

Her roj serdanên çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît (Malbata Şenyaşar) didome. Îro jî ji gelek bajaran Dayikên Aştiyê hatin Rihayê û serdana çalakiya Emîne Şenyaşar a Nobeda Edaletê kirin. Nûnerên Dayikên Aştiyê ji Amed, Mêrîn, Êlih, Şirnex, Wan, Colemêrg û Stenbolê hatin Rihayê û serdana Emîne Şenyaşar kirin. Pêşiya girseya dayikan li cihek nêzî avahiya edliyeya Rihayê ji aliyê polîsan ve hat birîn.

Polîsan destûr neda dayikan ku biçin serdanê û ew dorpêç kirin. Li dijî vê yekê Emîne û Ferît Şenyaşar ji cihê çalakiyê hatin pêşiya dayikan. Dayikên Aştiyê malbata Şenyaşar bi çepikan pêşwîz kir. Emîne Şenyaşar got, “We Adilê min, Celalê min aniye.” Dayikên Aştiyê jî ji bo Emîne Şenyaşar gotin, “Ji bo em hêzê bidin berxwedana te em ji çar aliyan hatine. Negirî wan kêfxweş neke.”

Piştî astengiyê şandeya dayikan bi beşdariya malbata Şenyaşar û parêzeran daxuyanî dan çapemeniyê. Ferît Şenyaşar axivî û diyar kir ku dayikek ku kezeba wê dişewite 8 meh in nobetê digire û her roj zext li wan tên kirin û ew niha sed kesin wê sibê du siba bibin bi milyonan kes û xwest dawî li bêhiqûqiyê were.”

Pişt re li ser navê dayikan, ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya axivî û wiha got: “Em hemû li ba dayika Emîne ne. Bila her kes xwedî li daye derkeve. Em ê li her derê têkoşîna edaletê ya dayê biparêzin. Ji bo edaletê gav biavêjin. Daxwaza dayê daxwaza me ye jî. Bila dinya hemû dev ji çavgirtinê berde. Bijî berxwedana dayika Emîne. Tevî her tiştî jî dayik edalet û aştiyê dixwazin.” Dayiken din jî axivîn û daxwaza edaletê kirin. Daxuyanî bi çepik û têlîliyan bi dawî bû.