2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emar Golî: Baweriya gel bi guhertina rewşê ya bi rêya hilbijartinan nemaye

Rojnameger Emar Golî ji bo encamên hilbijartinên Îranê wiha got: “Rewşa aborî gelek xirab bûye, gendelî ketiye nava hemû pêkhateyên rejîmê û rojane amarên bêkarî û bûhabûnê zêde dibin. Ji ber wê jî baweriya çînên cuda ji guhertina rewşê ya bi rêya hilbijartinan nemaye loma jî beşdarê hilbijartinan nebûne.”

Di 1’ê adarê de li Îran û rojhilatê Kurdistanê hilbijartinên parlementeriyê û Meclisa Pisporan a Îranê pêk hatin. Di hilbijartinên ku ji bo hilbijartina 290 parlamenteran hatin kirin de, gel li 31 parêzgehan, li 290 herêmên hilbijartinê û li 60 hezar şaxên hilbijartinê deng da.

Ji bo hilbijartinên ku pêk werin ji gelek aliyan banga boykotê hat kirin. Ji aliyê rejîmê ve hat ragihandin ku tevlibûna gel a hilbijartinê ji sedî 42 ye. Di hilbijartinê de kurdan li parlementoya Îranê bi tevahî 32 kursiyan bi dest xist.

Em der barê hilbijartinên ku pêk hatin, kêmbûna tevlibûna hilbijartinê û encamên ku dê bi xwe re bîne bi rojnameger Emar Golî re axivîn.

Rojnameger Emar Golî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedamên ku bandorê li dengdayînê kiriye û ev tişt anî ziman: “Gelek sedemên dengnedayînê hene. Lê sedemên herî girîng jî nerazîbûnên siyasî, aborî û civakî ne. Di nava 5 salên dawî de li Îranê û rojhilatê Kurdistanê 3 caran gel li dijî rejîmê dest bi xwepêşandanên girseyî kirine. Di xwepêşandanên 2018, 2019 û 2022’yan de, herî kêm 2 hezar kes hatin kuştin û bi deh hezaran kes hatin girtin û birîndarkirin. Rewşa aborî gelek xirab bûye, gendelî ketiye nava hemû pêkhateyên rejîmê û rojane amarên bêkarî û bûhabûnê zêde dibin. Ji ber wê jî hejmareke mezin ji çînên cuda ji guhertina rewşê bi rêya hilbijartinan geşbîn nebûne û ji ber wê jî beşdar nebûn.”

‘Rêjeya dengdayînê ji sedî 30’î kêmtir e’

Malbata Jîna Emînî ya ku di 16’ê îlona 2022’yan de ji aliyê rejîma Îranê ve hat kuştin û piştî kuştina wî serhildana Jin Jiyan Azadî pêk hat û kesayetên wek Nergis Muhamedî ji bo boykotkirina hilbijartinê bang li gel kirin. Emar Golî der barê wijarê de wiha got: “Bangewaziyên partî, kom û kesayetên navdar û malbata Jîna Emînî ji aliyê gel ve gelek baş hatin pêşwazîkirin. Ji ber vê yekê rêjeya beşdarbûnê pir kêm bû. Rêjîmê rêjeya beşdariyê ji sedî 42 ragihandiye, lê ev rêje dûrî rêjeya rastîn e û rêjeya beşdariyê kêmtirî ji sedî 30 ye. Li rojhilatê Kurdistanê rêjeya beşdariyê li gorî herêmên din ên Îranê gelekî kêmtir bû. Helbet bi berçavgirtina dîroka gelê Kurdistanê di şerê li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê de, ji rojên damezrandina wê ve dihat pêşbînîkirin.”

Encamên li Makû û Urmiyeyê

Golî da zanîn ku kurdan di hilbijartinê de 32 parlementeran şandiye parlementoya Îranê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê heyamê de li gorî demên berê herî kêm 4 nûnerên kurd zêdetir ketine parlamentoyê. Lê ez wisa difikirim ku wê bandoreke mezin li ser başkirina rewşa xelkê rojhilatê Kurdistanê hebe. Li parêzgeha Urmiyê hêj jî hikûmet di destê tirkên piştgirê rejîmê de ye û nûnerên wan xwedî desthilata cîbicîkar û siyasî nînin. Lewma ji bilî atmosfera heyecanê ya ji bo serkeftina kurdan li Urmiye û Makûyê, ev serketin jî weke demên berê encamên wê dernekeve”

‘Di nav fars û tirkan de şiyarbûn tune’

Rojnameger Emar Golî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêjeya beşdariya li Kurdistanê û Belûçistanê li gor deverên din kêmtir e. Ev mijar dikare di lawazkirina rejîmê de werebikar anîn. Lê di navenda Îranê de, bi taybetî di nav neteweyên fars û tirk de, niha tu dijberiyeke bi qîmet nîne ku bikaribe pêşengiya wan bike. Di warê civakî de xelkên van navçeyan di warê siyasî û civakî de ji xelkê Kurdistanê cuda ne û heta niha pirsa şerê li dijî rejîmê nebûye pirseke giştgîr. Her wiha gelên van herêman bi felsefeya dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ve girênedaye û bi rengekî serûbinî fêm kiriye. Lewma proseya lawazkirina rejîmê li derveyê Kurdistan û Belûçistanê pêwîstî bi demê heye. Heger biqewime jî mirov tê dernaxe ku dê encam çi be.”