spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev sûc îro li çiyayên Kurdistanê didome

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad anî ziman ku komkujiya Helebceyê sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Dewletên dagirker û yên cîhanê şirîkên vê komkujiyê ne û divê li qada navneteweyî bên darizandin.”

Di meha adarê hem serhildan û pîrozbahiyan e, hem jî komkujî bi hevre pêş ketine. Kurd di vê mehê de hem bi gelek komkujiyan re rû bi rû mane û hem jî destkeftiyên dîrokî bi dest xistine. Di komkujiyên meha Adarê de herî zêde komkujiya Helebce di hiş û aqilan de maye. Rejima Baas li Helebceyê çekên kîmyewî bikar anîn û zêdetirî 5 hezar kurd qetil kirin. Têkildarî komkujiyên li ser kurdan tên meşandin Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad pirsên rojnameya me bersivand.

Di adarê de gelek komkujî çêbûn. Yek ji van jî Helebce ye. Armanca komkujiyên li dijî gelê kurd çi ye?

Di destpêkê de ez di şexsê şehîdên Helebce û Enfalê de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînim û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînim. Di destpêka sedsala 20’an de gelê kurd bi gelek komkujiyan re rû bi rû maye. Ev komkujî bi rengên cuda û demên cuda de heta niha berdewam dikin. Ev komkujî di çarçoveya plana qirkirina gelê kurd de pêk hatiye. Hêzên hegomonîk û dewletên mêtinger, di destpêka sedsala 20’an de bi Peymana Lozanê li hev kirin. Bi vê li hevkirinê Kurdistan kirin çar parçe. Pişt re li dijî gelê kurd hamleyên qirkirinê dan meşandin. Di encama hişmendiya înkar û tunekirinê de, li çar aliyê Kurdistanê kiryarên li dijî mirovahiyê li dijî gelê kurd hatiye meşandin. Em dikarin bibêjin encama sereke ya van komkujiyan, tunekirin û ji holêrakirina gelê kurd e. Dewletên dagirker û serdest li çar parçeyan bi van siyasetên qirker, bi komkujî û demên cuda û bi cihên cuda li hemberî gelê me, dane meşandin.

Kesên destê wan di komkujiyê de hene çiqas hatine cezakirin?

Piştî rejîma Baasê ya Iraqê di 2003’an de hilweşiya, pêvajoya darizandina Seddam hat destpêkirin. Rêveberên wê demê yên rejîma Baasê hatin darizandin û kuştin Helebce wekî komkujî hat pênasekirin. Li ser vî esasî hem Seddam bi xwe û hem kesên di rejîmê de rêveber in, di serî de kesê bi navê Elî Hesen Micîd ku di komkujiya Helebceyê de berpirsiyariyê yekemîn bû, hatin darizandin. Lê ev darizandin tenê di asta darizandina navxweyî de ma. Hem Îran, hem Tirkiye û Sûriye, rolekî neyînî lîstin û destûr nedan ku Qirkirina Helebçeyê wekî qirkirinek navneteweyî bê darizandin. Ji ber ku wan jî heman polîtika û heman siyaset li dijî kurdên li welatê xwe dan meşandin. Loma destûr nedan ku ev dadgeha li dijî komkujiyê bibe dadgehek navdewletî. Rola hêzên globar û rola hêzên cîhanî jî di vê polîtîkayê de hebû. Ji bo tunekirin û îmhakirina gelê kurd, van çar welatan bi heman hişmendî û bi heman polîtîkayê li hemberî kurdan siyaseta qirkirinê dan meşandin. Welatên cîhanê û welatên ereban jî dema Seddam şerê li dijî Îranê dikir, piştgirî didan Seddam. Ji ber vê yekê li hemberî kiryarên li dijî kurdan bêdeng diman. Welatên cîhanê di gelek kampanyayên cîhanî de bi rejîma Iraqê re hevkarî dikirin. Hişmendî û polîtîkayên wan yek bûn. Ji ber vê yekê dengê xwe li dijî komkujiyê nekirin. Van welatên cîhanî û global çekên kîmyewî firotibûn Seddam Huseyîn. Şirîkê hev ên şer û komkujiyê bûn. Belgeyên vî sûcê hevpar ê li dijî kurdan jî hene. Loma ser vê komkujiyê girtin û berpirsiyar nehatin darizandin û cezakirin. Ji bo vê yekê li hemberî komkujiya bêdengiyek mezin heye.

Di cîhanê de çiqas mînakên wekî komkujiya Helebceyê hene?

Di asta cîhanê de gelek komkujî pêk hatin. Lê komkujiya Helebceyê pir cuda ye. Çima? Ji ber ku kîmyabarana li dijî Helebceyê ne tenê komkujî ye. Sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ev komkujî li gorî qanûna bingehîn a Romayê, li gorî dadgeha navneteweyî, kiryarên Iraqê ya li dijî kurdan û bi taybet kîmyabarana li Helebce, hem sûcê şer e, hem jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li gorî Protokola Cenevreyê ya sala 1949’an sûc e. Raste wê demê şer di navbera Rejîma Baas û hikûmeta Iraqê de hebû. Lê hikûmeta Iraqê li şûna parastina welatiyên Helebceyê bike, dijberî vê yekê çû çekên kîmyewî li dijî van welatiyan bikar anî. Welatiyên xwe kuşt û hemû erdnîgarî wêran kir. Kîmyabaran û komkujiya Helebce li gorî dadgeha navdewletî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Sûcê şer e. Em dibînin ev sûcên şer ne tenê li Helebceyê, li parçeyên din ên Kurdistanê jî didome. Îro Tirkiye jî bi heman rengî li dijî kurdên Bakur gazê bikar tîne. Çekên kîmyewî bikar tîne. Her tim li dijî milletê xwe şer dike û komkujiyan pêk tîne. Her roj li dijî hemwelatiyên xwe sûcê şer dike. Îran jî bi heman rengî û Sûriye jî bi heman rengî li dijî kurdan sûcê mirovahiyê dike.

Têkiliya komkujiyê û parçekirina Kurdistanê ango Peymana Lozanê û vê komkujiyê bi hev ve çiye?

Di sedsala 20’an de hêzên dagirker û serdest li Kurdistanê bi dehan komkujî kirin. Beriya Helebceyê li Dêrsim, Zîlan û Newala Qesaba komkujî pêk anîn. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn heta yê duyemîn, li gorî peyman û îtîfaqên cuda yên weki Syks Pîco û Peymana Lozanê û bi dehan peyman û îtîfaqên din axa Kurdistanê hat dabeşkirin. Gelê kurd bi peymanan ji mafê wan bêpar hiştin. Vê parçekirin û bêmafiyê, rê da wan dewletên ku li ser esasê pergala nû ya cîhanê ku hat avakirin tev bigerin. Destûr da ku li gorî pergala netew-dewletê tev bigerin. Axa Kurdistanê parçe parçe kirin. Lê her dewletekê li parçeyê xwe polîtîkayên tunekirin û qirkirinê li ser kurdan pêş xistin. Ew dewletên ku li ser pergala netewe-dewlet hatin damezirandin, polîtîkayên qirkirin û înkarê xistin meriyetê. Di sedsala dawî de, li çar parçeyên Kurdistanê, li pêş çavên civaka navneteweyî, gelek neheqî û zilm li gelê kurd hat kirin. Di vê sedsalê de bi dehan komkujî pêk hatin. Li Tirkiyeyê li Geliyê Zîlan komkujî pêk hat. Di salên 1937-38’an de li Dêrsimê bi destê rejîma Tirkiyeyê komkujiya mezin pêk hat. Herî dawî li Roboskê komkujî pêk anîn. Gelek komkujî hatin kirin. Dîsa li rojhilatê Kurdistanê dema Komara Mahabad bi destê rejîma Îranê hat hilweşandin, li wir jî komkujiyên mezin pêk hatin. Piştî rejîma îslamî ya Îranê rejîma Humeynî hat îqtîdarê li wir jî dîsa li bajarên kurdan komkujî pêk hatin. Li Sûriyeyê jî komkujiya Qamişlo û komkujiyên din pêk hatin. Kiryarên din ên li dijî mafên mirovan pêk hatin. Piştî wê jî di êrîşên DAIŞ’ê û operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava em dibînin ku her roj komkujiyê dikin. Eger em li Iraqê vegerin, di destpêka damezirandina dewleta Iraqê de siyaseta înkar û qirkirina kurdan dest pê kir. Bi komkujiya kurdên feylî Enfal û kimyabarana li ser kurdên Helebceyê gelek komkujî pêk hatin. Em dibînin her roj kiryarên li dijî mirovahiyê pêk tên. Herî dawî komkujiya gelê me yê êzidî li Şengalê pêk hat, li ber çavê hemû cîhanê pêk hat.

Komkujî li pêş çavê dinyayê pêk hat. Çima kesî deng nekir?

Sedema vê bêdengiyê ew e ku gelek welatên ji cîhanê hevkarê vî sûcî ne. Welatên ereb û welatê îslamî jî şirîkê vî sûcî ne. Dema kimyabarana li Helebceyê van welatên bêdeng jî piştgirî didan Seddam Huseyîn. Ji ber ku wê demê li dijî Îranê şerek dabû meşandin. Gelê cîhanê li hemberî gelê Helepcê hevparê sûcê şer in. Ji ber ku di kampanyayên çekên kîmyewî de alîkar bûn. Bi alav û amûrên çekêm kîmyewî piştgirî dan rejîma Seddam. Çekên kîmyewî firotin rejîma Seddam. Seddam jî ev çekêm kîmyewî li dijî gelê kurd bikar anî. Hêzên hegomonîk ên cîhanê li ser berjewendiyên xwe têkiliyên bi hêz û dewletên qirker re têkiliyan datîne. Hêzên hegomonîk li gorî berjewendiyên xwe têkiliyê bi van 4 dewletên ku Kurdistan kirine çar parçe re têkiliyan pêş dixin. Ji ber vê yekê li dijî van komkujiyên li ser kurdan tên meşandin bêdeng dimînin.

Komkujiya li Helebceyê, îro li çiyayê Kurdistanê çekên kîmyewî didome. Têkiliya van bi hev re çi ye?

Herdu êrîş û komkujî girêdayî hev in. Di esasê xwe de girêdayî heman hişmendiyê ye. Armanc yek e. Hişmendiya faşîst a înkar û îmhayê û armanca tunekirina gelê kurd, di nava çar dewletên dagirkerên Kurdistanê de heye. Heta ku ev hişmendî hebe û berdewam bike û heta desthilatdar li ser kar bin, dê ev komkujî bidomin. Ev komkujî girêdayî vê hişmendiyê ne. Hemû girêdayî hev in.

Îro kurd her roj tên qetilkirin. Mirov dikare ji vê yekê re bêje komkujî?

Hêzên navdewletî ji ber ku li gorî berjewendiyên xwe tev digerin, li dijî van komkujiyan helwestê nîşan nadin. Bêdengî encamek polîtîkaya qirkirinê ye. Hemû kes dizane ku dewleta tirk çekên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurdistanê bikar tîne. Bi taybet Amerîka û dewletên Ewropayê, li dijî kimyabarana li çiyayê Kurdistanê bêdeng in. Tevî vî sûcê mirovahiyê jî îro ev welat û dewlet hemû têkiliyên xwe li gel dewleta tirk berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de berjewendiyên wan ên siyasî û aborî wisa dixwaze. Loma li gorî berjewendiyên xwe tev digerin û dengê xwe nakin. Bi israr û biryar bêdengiya xwe ya li dijî komkujiya li hemberî gelê me berdewam dikin.

Talankirin û wêrankirina axa Kurdistanê dikare wekî parçeyekî komkujiyê bê naskirin?

Hêzên dagirkerên Kurdistanê tenê li dijî mirovan komkujiyê pêk nîne. Talan û wêran jî dike. Li dijî gelê kurd hem qirkirina fizîkî pêk tîne û jî qirkirina spî ango qirkirina civakî û çandî jî pêş dixe. Li çar aliyên Kurdistanê siyasetên cuda pêş dixe. Ji bo tunekirin û ji bîrkirina çanda kurdan, xwezaya Kurdistanê talan dike û li aliyê din demografiya Kurdistanê diguherîne. Projeyên qirkirinê berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de kesên bi ruhê neteweyî te bigere û doza mafê xwe bike, tên binçavkirin, girtin an jî tên qetilkirin. Polîtikayek taybet li dijî jinên kurd tê meşandin. Jinên siyasedmedar, jinên pêşeng û jinên çalakvanên sivîl pêş dixin û jinên pêşengiya ax, niştiman dikin dibin hedef. Dewlet bi siyaseta xwe nêzîkatiya xwe ya li dijî kurdan berdewam dikin. Para Amerîka, Rûsya û welatên ewropî jî pir zêde ye. Ji ber li dijî vê polîtîkaya qirkirin, înkar û îmhayê bêdeng in û çavên xwe digirin. Bi taybetî para mezin a van çar dewletên dagirker e. Amarîka, Rûsya , Brîtanya, Almanya û heta Holanda dema tang dişandin, bi rêya Tirkiyeyê dişandin. Ev ji bo Tirkiye bû hêzek. Tirkiye ew çekên ku ji Almanya, Îngilistan, Amerika û welatên Ewropa ku bi rêya keştiyan, rêya bejayî û hewayî teslîm digire, beşejekê ji bo xwe digire, yê din jî dişîne Iraqê. Tirkiye bi van çekên zêde û çekên qedexekirî li çiyayê Zap, Metîna û Çiyayên Kurdistanê bikar tîne. Li hemberî gerîlayan bikar tine. Ev bi xwe sûcê dijmirovî ye.

Banga we ji bo kê çi ye?

Ez dîsa hemû qurbaniyên Helebceyê bibîr tînim û di şexsê wan de şehîdên Kurdistanê bibîr tînim. Hemû kes û hêzên destê wan di nava komkujiyê de nalet dikim. Di heman demê de bang li raya giştî ya cîhanê û saziyên pêwendîdar dikin ku erka xwe pêk bînin û destûr nedin ku sûcekî din pêk bînin. Divê sûcdaran aşkera bikin û li qada navdewletî darizînin. Divê em jî wekî saziyên siyasî û civakî bi dilsoziya neteweyî di şexsê Helebceyê de hemû komkujiyan têkoşîna xwe bikin yek û bi hev re bi ruhê yekitî û neteweyî bibin bersiv. Divê em destkeftiyên xwe biparêzin û li dijî hişmendiya dijminê bibin beriv. Em yekitiya xwe bi ruhê netewî ava bikin û bibin bersiv.

Zeyneb Murad kî ye?

Di sala 1968’an de li paytexta Iraq Bexdayê hatiye dinyayê. Kurd a Feylî ye. 18 sal in li Ewropa dijî. Beriya erka hevseroketiya KNK’ê di ajansên kurdî, erebî û navneteweyî de rojnamegerî kiriye. Li Ewropayê ji bilî karê rojnamegeriyê mamostetiya zimanê kurdî jî kiriye. Niha jî weke Hevseroka KNK’ê li Ewropa xebatên siyasî dimeşîne.