spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê rê nedin dorpêçê’

Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê a li derdora Şengalê dewam dike. Nêzî meheke artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve derdora Şengalê bi têlan dorpêç bike. Iraq di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de dîwar çêdike. Nerazîbûnên li dijî hewldanên dorpêçkirina Iraqê ya li ser Şengalê dewam dikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi amadebûna hemû hevserokên Meclîsan, Nûnerên Sazî û Rêxistinên Civaka Êzidî li Geliyê Kersê, der barê çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de, daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya ji aliyê Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo ve hatî xwendin de ev tişt hat gotin: “Bi çêkirina dîwar dixwazin dostaniya me ya bi Rojava re tine bikin û bi her awayî destê me ji hev qût bikin. Dixwazin di heman demê de herêmê dorpêç bikin. Eger êrişek li ser Şengalê pêk were, tevahiya herêmê di nava dorpêçê de ye. Ev jî li ser pêkhateyên herêmê, dibe metirsiyeke mezin.

Em bang li hemû cihên peywendîdar dikin, ji bo dîwar neyê çêkirin û bêmafiya li ser pêkhateyên Şengalê werin rawestandin, divê li dijî vê yekê derbikevin.”