4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar: Bila pergala we hilweşe

Emîne Şenyaşar a Nobeta Edaletê ya li ber Wezareta Dadê di roja 43’yemîn de didomîne wiha got: “Gelo edaleteke wiha heye? Bila pergala we têk biçe.”

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatê, di roja 846’emîn de nobeda xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobeda li pêşiya Wezareta Dadê di roja 43’yan de berdewam kir.

Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji Deriyê Dîkmen ê Meclisê heta Wezareta Dadê bi kursiya biteker çû. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Çewligê Omer Farûk Hulaku piştgiriya Emîne Şenyaşar a di destê wê de dowîza li ser “Edalet” dinivîsî hebû û Ferît Şenyaşar kir.

‘Bila pergala we têk biçe’

Emîne Şenyaşar a hate ber deriyê Wezareta Dadê xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar bê berdan û bi gotinên “Çend sal in em li bendê ne ku edalet were. Gelo edaleteke wiha heye? Bila pergala we têk biçe.”

‘Wezîr 43 roj in nîne’

Malbata Şenyaşar pişt re diyar kir ku dixwazin bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtinê bikin. Xebatkarên wezaretê anîn ziman ku wezîr ne li cihê xwe ye.

Baroyan piştgirî dan çalakiyê

Malbata Şenyaşar a piştî demekê li vir ma derbasî Parka Guven a Kizilayê bû. Malbata li vir piştî bi serokên Baroyên Wan, Semsûr, Mûş û Êlihê re hevdîtin kir, derbasî Meclisê bû.