spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyên Demîr û Tekîn ên HPG’î hatin veşartin

Cenazeyên gerîllayên HPG’ê Peyam Demîr û Mahmût Tekîn ku li Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn li Riha û Amedê hatin veşartin.

Di 28’ê adarê de li herêma Cîloyê ya Colemêrgê di navbera leşkerên artêşa tirk û gerîllayên HPG’ê de şerekî dijwar derketibû. Malbatên gerîllayên HPG’ê Peyam Demîr (Rêwan Sûrûc) û Mahmût Tekîn (Botan Êrîş) piştî 5 mehan cenazeyên zarokên xwe wergirtin û li Riha û Amedê veşartin.

Malbata Demîr cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a li Serê Solan a Colemêrgê wergirt û ji bo definkirinê ber bi gundê Şewramezin ê navçeya Pirsûsê ya Rihayê ve bi rê ket. Malbat danê sibê gihişt gund û di nav dorpêça cendermeyan de cenazeyê xwe veşartin.

Pirsûs

Beriya cenazê bigihîje navçeya Pirsûsê, gundê Şewramezin û derdora goristanê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Leşkeran ji bilî ferdên malbatê destûr nedan ku tu kes tev li merasîma cenaze bibe. Leşkeran gef li malbatê xwarin ku heke ji bilî wan kes tev li merasîma cenaze bibe dê cenaze birevînin. Leşkeran ji bo wêne û dimên li ser goristanê neyên kişandin dest dan ser telefonên ferdên malbatê yên tev li merasîma cenaze bûn.

Malbata Demîr şîna xwe li mala xwe ya li navenda Rihayê danî.

Bismil

Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin

Malbata Tekîn jî cenazeyê kurê xwe duh ji Goristana Bêkesan a Serê Solan a Colemêrgê wergirt. Cenazeyê ku ji aliyê malbata Tekîn ve hate wergirtin, bi şev anîn goristana li Taxa Seyrantepe ya navçeya Bismil a Amedê.  Polîsên ku goristan dorpêç kirin destûr nedan ji bilî ferdên malbatê kes tev li merasîma cenaze bibe. Ceneazeyê Tekîn ji aliyê ferdên malbatê ve hate veşartin.