spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekitiya kes, civak û çandê

Heke ev yekitî, hevgirtin û parastin çênebe xeteriyeke mezin dê rû bide û li pêşberî êrîşên desthilat û hegemonya yên li ser mirov û civakê têkçûyîneke bi êş pêş bikeve. Ji ber vê divê kes û civak bi hişmendiyeke xweparastinê tev bigere

Di vê nivîsa xwe de em hinekî li ser girîngiya kes, civak û çanda ku hildibere rawestin. Ger ev diyarde di çarçoveya rist û berpirsyariyekê de pêş nekeve dê rê li ber çi vebike? Em bala xwe bidinê; Derketin û afirîna çandê ji xwe ber pêş neketiye. Xwedî hevgirtin û hevsegiyekê ye. Ji hev qut û serbixwe nayê fikirîn. Têgînên wekî ferd, civak û çandê têgehên bi hev ve girêdayî ne. Ji hev qut neyê nirxandin. Belê di rastiya xwe de dema ku em bahse yek ji van têgehan dikin, bêyî ku haya me jê hebe di bingeha xwe de em behsa têgîna din jî dikin. Wekî mînak dema ku em li bendê ne ku kesek dema xwe diafirîne rabirdûya xwe bipirse û jê haydar dibe.

Her wiha em ji ferd û civakê dixwazin ku hevkêşeya raman-hest, ango çanda birdozî bi tevahî biguherînin. Di vê eksenê de encama her guherîna ku derdikevin holê, weke guhertineke çandî ji xwe re jiyanê dibîne û ava dike. Ger em di vê çarçoveyê de formule bikin, ferd ango kes keda civakê ye, yanî li ser çand û nirxên civakê teşe digire. Civak bi xwe jî yekîtiya van nirxan e. Di vê rastiyê de dema ku em lê dinihêrin aşkera ye ku çand nasnameya civakê ye, civak jî qada afirandinê ya vê nasnameyê ye.

Xwezaya civakî jî cîhana çanda têgihîştî ye. Bêyî diyardeya çandê destgirtin û nirxandina civakê gelekî zehmet û pêkan xuya neke. Her wiha nîqaş û nirxandina her ferdekî  tê wateya nîqaş û nirxandina wê civakê. Weke ku tê dîtin, ne mimkûn e ku her sê têgîn ji hev bên veqetandin. Ji ber vê yekê, ya girîng ew e ku mirov pêwendiya diyalektîkî ya di navbera vê de rast fêm bike, hewl bide ku di rastiya wê fahmê de tev bigere.

Kes bi pejirandin û di xwe de pêkanîna hemû çanda wê civaka ku di nav de dijî de pêk bîne dibe endam û ferdê wê civakê. Civakbûyîn her tim bi hewldanên ji bo wê civakê pêk tê. Her xebata ji bo civakê di heman demê de ji bo civakbîyîna wê ye.

Çand diguher e

Bêguman tiştek li cihê xwe nasekine. Her tim di nav guherînekê de ye. Jixwe di bingeha jiyanê de guherîn heye. Ev guherîn ji bo kes, civak û çanda wê civakê jî derbasdar e. Li gorî konjektora demê çand jî diguher e. Lê ya girîng di çarçoveya hişmendiya hevpar a civakê de pêşketin e. Naxwe heke ji derveyî hişmendî û pejirandina civakê her guherîna ku pêş bikeve dê bibe sedema bêçandî û bêcivakiyê. Ev jî tê wê wateyê ku pêwîst e em diyardeya guherînê bi kûrahî nîqaş bikin.

Ger hêza me û her wiha çavkaniya hêza me rabirdûya me be, divê em di wê ferqê de bin ku ew rabirdû ji ya kes wêdetir wekî ya civakê binirxînin. Dê ev nêzîkatî derfeta guherîn û veguherîna kes û civakê, bi taybetî jî guherîna çandî bi de fahmkirin.

Dûrneketina ji nasnameya xwe

Rabirdûya me di bingeha xwe de hefizeya civakbûyîna me ya dîrokî ye. Em hêza vê hefiza û nirxên çandî bi awayekî zelal û vekirî dibînin. Her civaka ku bi zimanê xwe diaxive mînaka vê civakbûyînê û şopên şênber ên civakê radixe ber çavan. Di herikîna dîrokê de li pêşberî her cure guherînan kes, civak û çanda wê civakê jî di xwe de guherînan pêş dixe. Ev jî tiştekî xwezayî ye. Ya girîng ji çanda û nasnameya xwe dûr neketine. Jixwe nepêkan ku tu civak û civakbûyîn bi çanda xwe ya ku li ser roja despêkê ku afiriye bimîn e.

Ya girîng parastina cewherî ye.  Her desthilat û hêzên mêtinger yek armanca wan heye; ew jî tunekirina çanda civakê ye.  Ferzkirin û siparteyên mitingeriyê yên li ser çanda kurdî mînaka herî şênber û berbiçav e. Ji ber vê yekê pêwîst e mirov guherîn û tunebûnê ji hev cuda bike.

Têkiliyên sîmbiyotîk

Ji bo ku guherîn li gorî zagonên civakbûyînê be divê têkiliyên di navbera kes û civakê de sîmbiyotîk be. Yanî divê kes û civak ji hev têr bibe û hev du pêş bixe. Ji têkiliya ku her tim ji civakê bibe, yan jî civaka ku her tim ferdê xwe têxe bin zextan guherîna ku bê xwestin çê nabe.  Pergala kapîtalîst a Rojava û rewşa rojane ya Rojhilata Navîn vê rewşa ku em behs dikin radixe ber çavan.  Encamên ezezîtiya Rojava ya li ser kes û feraseta ‘civaka pîroz’ a Rojhilat vê têkiliyê radixe ber çavan. Rewşeke wiha ya kes û civakê dê bibe derbeke mezin a li civakbûyînê. Lewma jî divê civak nirxên çandî yên ku weke nasnameya xwe ku bi xwe biryar daye pêşkêşî endamên xwe bike. Divê ferdê vê civakê jî her tim di wê ferqa xwe ya ku endamê wê civakê ye de be, bizanibe û ji vê rewşê re rêzdar be.

Rol û rista dîrokî

Encax di vê çarçoveyê de yekitiya kes, civak û çandê çê bibe. Heke ev yekitî, hevgirtin û parastin çê nebe xeteriyeke mezin dê rû bide û li pêşberî êrîşên desthilat û hegemonya yên li ser mirov û civakê têkçûyîneke bi êş pêş bikeve. Ji ber vê yekê divê kes û civak bi hişmendiyeke xweparastinê tev bigere û mîrateya ji dîrokê radestî nifşên nû bikin ku rist û pêywira xwe ya dîrokî bi cih bîne.