7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar: Her kes bi zarokên xwe re ye lê ez li ber derê edliyeyê me

Emîne Şenyaşar roja ewil a Cejna Qurbanê li pêşiya Edliyeya Rihayê pêşwazî kir û wiha got: “Îro cejn e û hemû kes bi nevî û zarokên xwe re ye. Lê ez dîsa li pêşiya edliyeyê me. Dixwazim êdî cejnan li mala xwe derbas bikim"

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 828’an di Cejna Qurbanê de jî dom kir.

Emîne Şenyaşar, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir. Emîne Şenyaşar bal kişand ser girîngiya cejnê û wiha got: “Îro cejn e, hemû kes bi nevî û zarokên xwe re ye lê ez dîsa li pêşiya edliyeyê me. Dixwazim êdî cejnan li mala xwe derbas bikim. Bêyî ku bibêjim dinya sar e yan jî germ e, em çalakiya xwe li vir didomînin. Em li pêşiya edliyeyê bûne koçber. Qeydên kamerayan derxînin, kurê min berd in da ku em jî vegerin mala xwe. Heta ku kurê min neyê berdan ez ê heqê xwe li tu kesî helal nekim. Heta ku edalet pêk neyê ez ê li mala xwe rûnenim. Heke li vir edalet pêk neyê, ez ê biçim Enqereyê û li wir rûn im.”

‘Çima vê têkoşînê nabînin?’

Şenyaşar, bang li Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan kir û wiha got: “Gelo heke zarokên we bi vî awayî hatibûna kuştin dê we çi bikira? Emîne Erdogan çima vê têkoşînê nabîne?”