3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojeva rojnameyên erebî : Penaberên sûriyeyî û qurbaniyên şer

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rewşa penaberên sûriyeyî di cejnê de û bîlançoya qurbaniyên şerên li cîhanê yên sala 2022`yan kir

Rojnameya El Beyan a Îmaratê der barê rewşa penaberên sûriyeyî de bi sernavê “Sûriyeyî; di navbera tehliya penaberiyê û kêfxweşiya cejnê de” nûçeyek weşand û wiha da zanîn: “Malbatên koçber ên sûriyeyî yên li kampên penaberiyê û derve, Cejna Qurbanê di şert û mercên herî dijwar de pêşwazî dikin. Li gel bilindbûna rêjeya enflasyonê, malbatên penaber nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin.

Li gorî lêkolînên Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê, piraniya penaberan di nava xizaniyê de ne û di rojê de tenê bi 4 dolaran debara xwe dikin. Li gorî heman lêkolînan, ji sedî 90`ê malbatên koçber wek tedbir, an danên xwarinê kêm dikin an jî tiştan bi deyn dikirin, ji bo ku jiyana xwe berdewam bikin.”

Par di şeran de 238 hezar kes hatin kuştin

Rojnameya El Ehram a Misirê jî di hejmara xwe ya îro de wiha nivîsî: “Enstîtuya Aborî û Aştiyê ya li Londonê raporek têkildarî aştiya cîhanî parve kir. Li gorî wê, di sala borî de hejmara kuştiyên ji ber şerên li seranserê cîhanê herî kêm 238 hezar e.

Ev hejmar ji dema qirkirina komî ya Rwandayê (1994) ya herî bilind e. Li gorî heman raporê, sala borî di encama şerê Tîgrayê yê li Etyopiyayê de zêdetirî 100 hezar kes hatine kuştin, her wiha di şerê Rûsya-Ukraynayê de herî kêm 82 hezar kes hatine kuştin.”