26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emo: Bi êrîşan dixwazin êzidiyan bê perwerde û rêxistin bihêlin

Di 3’ê tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kiribû. Ji ber pêşmergeyên PDK’ê şengal neparast û ji Şengalê derket, DAIŞ’iyan di êrîşê de bi hezaran êzidî revandibûn. Bi deh hezaran êzidî koç kirin. Piştî HPG’yî bi hawara civaka êzidî çûn, bi hezaran êzidî ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Salek şûnde êzidî û gelê Şengalê parastina cewherî ava kir û li dijî DAIŞ’ê dest bi şer kir. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) piştî fermana 73`an hate avakirin û erka parastin û rizgarkirina Şengalê ya ji DAIŞ`ê girt ser xwe. Paşê Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) jî li dijî hemû planên li ser civaka êzidî cihê xwe di nava berxwedan û têkoşînê de girt. Piştî civaka êzîdî hêzên parastinê avakirin û rêveberiya xweser îlan kir, êrîşên li dijî Şengalê berdewam kir. Ji 2014’an heta niha di êrîşên hewayî de siyasetmedar Zekî Şengalî, Hevserokê Rêveberiya Xewser a Şengalê Merwan Bedel û  Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen jiyana xwe ji dest dan. Dîsa gelek êrîşen din pêk hatin.

‘Dixwazin miletê êzidî tune bikin’

Endama Rêveberiya Xweser a Şengalê Sêvê Emo, li ser polîtîka û êrîşên li dijî Şengalê nirxandin kir. Emo li ser armanca êrîşan û polîtîkayên Tirkiyeyê rawestiya wiha got: “Di heyva çaran de li Şengalê kongre pêk hat. Di vê kongreyê de Rêveberiya Şengalê hat avakirin. Di kongreyê de soz dan şehîdan. Di kongreyê de vîna xwe xurttir kirin. Em dibînin ku piştî kongreyê êrîş zêdetir bûn. Ji ber ku dizanin vîna Şengalê xurttir bûye û rêveberiya wan carek din soz daye şehîdên xwe û xwe nû kiriye. Di zanin ji dil û can xizmeta gelê xwe dikin. Dixwazin vê vînê tune bikin. Dixwazin milletê êzidî tune bikin.”

‘Dewleta tirk her dem bûye dijminê milletê êzidî’

Emo anî ziman ku miletê Şengalê li dijî van êrîşan bêtir vîna xwe xurt kiriye û wiha axivî: “Miletê êzîdî êdî dijminê xwe nas kiriye. Heta niha 74 ferman hatiye serê miletê êzidî. Fermanên berê jî bi destê dewleta tirk pêk hat û niha jî ferman bi destê dewleta tirk pêk tê. Dewleta tirk her dem dijmintiya miletê êzîdî kiriye.”

‘Êzidiyan hêza xwe ava kiriye û dikarin li ber xwe bidin’

Emo, bal kişand ser êrîşên li dijî Şengalê û wiha lê zêde kir: “Dizanin ku miletê êzîdî vîna xwe xurt kiriye. Niha hesabê vîna milletê êzidî dike. Êzidiyan hêza xwe ava kiriye. Îro li dijî DAIŞ’ê jinên êzidî jî û xortên êzidî jî dikarin çekê hilgirin. Heta zarokan hemû miletê êzidî hatine perwerdekirin û dikarin li ber xwe bidin. Dijminê êrîşî miletê êzidî dike. Dizanin ku ev vîna êzîdî dê rojekê mafê xwe ji hêzên ku 74 ferman aniye serê êzidiyan, bixwazin û tola xwe bistînin. Ev hêzên dijber îro hesabê vê vînê dikin û naxwazin ev vîn pêş bikeve. Naxwazin êzidî xwe biparêzin û xwe bi xwe bi rê ve bibin.

‘Dixwazin me bê perwerde bihêlin’

Sêvê Emo li ser armanca êrîşên li dijî rêveber û nûnerên Êzidî jî rawestiya û ev tişt got: “Dixwazin pêşeng û mamosteyên êzidiyan tune bikin. Dixwazin me bê perwerde û rêxistin bihêlin. Me bê mamoste bihêlin. Lê her roj mamosteyên me bikujin jî em wekî şagirtên wan, em ê şûna wan tijî bikin. Em ê li şûna wan miletê xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Em tu carî bêdeng nabin. Her ku hevalekî me şehîd dikeve ew qas dilê me diêşe. Li gorî wê êşê em bêtir xwe perwerde û bi rêxistin dikin. Kîna me bêtir dibe. Em bêtir dijminê miletê xwe didin naskirin.”

‘Meclis gel birêve dibe’

Sêvê Emo li ser armanca êrîşa Meclisa Xanesorê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Îro li her warekî û gundekî Şengalê meclisek lê hatiye avakirin. Ew meclis wî gelî bi rêve dibe. Milet bi rêxistin û perwerde dike. Ew meclis komî ser hev dike. Ew şeniyên wî gundî hemû girêdayî wê meclisê bûn. Meclis di xizmeta milletê Xanesorê de bû. Hemû pirsgirêk û daxwazên wan çareser dikir.”

Emo, li ser armanca êrîşên li qadên ku DAIŞ têk çûye jî rawestiya û wiha got: “DAIŞ’ê di 2014’an de li Şengalê komkujî pêk anî. Lê piştre jin û ciwanên Şengalê parastina axa xwe kir û dîsa li axa xwe vegeriyan. Şengal ji DAIŞ’ê rizgar kir û ji wê demê heta niha hêz û rêxistina xwe xurt dike. Hêza leşkerî û siyasî xurt dike. Destûr nade ku DAIŞ dîsa carek din êrîş bike. Ji ber vê yekê Dewleta tirk, êrîşî me dike. Beriya ku DAIŞ têkeve Şengalê hêzên Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê Şengal diparast. Lê dema DAIŞ êrîş kir, van hêzan pişta xwe da DAIŞ’ê û terka Şengalê kirin û çûn. Piştî vê helwestê êzidiyan bi xwe çek hilgirtin û hêza xwe ava kirin. Me xwest ku em bi xwe parastina xwe bikin. Me nexwest ku ji Duhokê, Kerbelayê û cihekî din bên axa me biparêzin. Me xwest em bi xwe axa xwe biparêzin. Em milletên êzidî ne. Em dixwazin xwe biparêzin. Ev der di heman demê de axa Iraqê ye jî. Lê li gel vê yekê Iraq destûr dide ku dewleta tirk bê li ser axa wê êrîşî me bike.”

‘Tirkiye tunebûna zimanê kurdî dixwaze’

Sêvê Emo li ser hevkariya PDK û Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Tirkiye dixwaze kurdan bîne hemberî hev. Êzidiyan û partiyên kurdan bîne hemberî hev. Dixwaze vîna gelê kurd bişkîne. Hêzên hevkariya Tirkiyeyê dikin jî newêrin helwesta xwe nîşan bidin. Newêrin bêjin ev jî axa Kurdistanê ye. Tirkiye tunebûna milletê êzîdî û zimanê kurdî dixwaze. Tirkiye tunebûna Kurdistanê dixwaze.

Emo herî dawî bang li hemû milletê êzîdî kir û wiha got: “Divê hemû kesên dibêjin ez êzidî me, li dijî van êrîşan bibin yek û rabin ser xwe. Divê hemû milletê êzidî dijminê xwe nas bikin. Xwîna êzidiyan ne wisa erzan e. Divê her êzidî van jin û ciwanên di destê DAIŞ’ê de bibîne û helwestê nîşan bidin. Divê her êzidî li ku dibe bila bibe li mafê xwe xwedî derkevin. Divê hemû gelê Kurdistanê dest bidin hev û destûr nedin Tirkiye êrîşî êzidiyan bikin. Dewleta tirk naxwaze kurdîtî û êzidîtî pêş bikeve.”