26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emperyalîzma fezayê

Li gorî portala POLITICO, her du welatên sereke yên Ewropayê, Parîs û Berlînê bi îmzekirina Peymana Artemîsê ya ku amerîkiyî li ser israr dikin, bi demê re dilîzin. Tevî ku di mijdara 2021’ê de, di dema serdana Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Kamala Harris de li Parîsê, serokê Fransa Emmanuel Macron amadebûna xwe ji bo beşdarbûna vê belgeyê diyarkir ku standard û rêgezên ji bo lêgerîna Heyvê û fezayê destnîşan dike.
Di 13’ê cotmeha 2020’an de Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) merasîma-onlîne ya îmzekirina ji bo Peymana Artemîsê organîze kir. Heft welatên din jî tev li Dewletên Yekbûyî bûn. Awustralya, Brîtanya, Kanada, Îtalya, Îmarat, Luksemburg û Japonya. Endamên hevbendiyê li hev kirin ku li gorî Peymana Fezayê ya 1967’an çavkaniyan derxînin û bikar bînin.

Lê nûansek heye. Di Peymana Artemîsê de tê gotin ku ger welatek li ser Heyvê tesîsên xwe ava bike, ew bixwe mafê wê digire ku dorpêçeke ewlehiyê li dora xwe bi cih bike, prosedûra gihîştinê ya ku ew serbixwe formîle dike. Heta radeya înkarê ev yek bi armanceke hêsan hat kirin, taybetkirina cîhê bi mafê pêşeng.

Çima Fransa û Almanya red dikin ku li kêleka Amerîkiyan bilîzin? Îro du hevalbend hene ku îdîa dikin ku li heyvê keşfê dikin: hevalbendiya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî, Rûsya û Çîn. Di destpêka sala 2023’yan de NASA plan dike ku ceribandineke firînek bêmirov a keştiya fezayê Orionê bike. Di sala 2024’an de firîneke ceribandinê ya jixwe mirov bi firîna li dora heyvê tê plan kirin û di nîvê duyemîn ê dehsalê de daketineke li ser rûyê heyvê.
Di 9’ê Adara 2021’ê de Moskow û Pekînê ragihandin ku ew plan dikin bi hevre qereqolekê li ser rû yan jî li orbita Heyvê ava bikin û çav li lêgerîna paşê ya Marsê bikin. Pêşxistina “nexşeya rê” ya ji bo afirandina Stasyona Zanistî ya Heyvê ya Navneteweyî ji bo xebata piralî hat ragihandin.

Buhayê meseleyê ne tenê bidestxistina zanyariyên nû yên der barê fezayê de ne. Heyv bi taybetî ji hêla helium 3 ve ku hêmaneke pir kêm li ser rûyê erdê ye, dewlemend e. Taybetmendiya vê îzotopê (atom) ew e ku sentezeke îdeal e ji bo tevlihevkirina nukleerî ku destûrê dide hilberîna rêjeyeke girîng a enerjiyê bêyî bermahiyên radyoaktîf. Her kesê ku xwediyê helium 3 be dê bikaribe di qada atomê de pêşengiyê bike.
A dawî bi taybetî ji bo Fransayê girîng e, niha şer dike ku enerjiya nukleerî bike nav taksonomiya veberhênanên kesk ên Yekitiya Ewropî, wekî beşeke ji bernameya derbasbûna bêkarbon a 2050 ya YE’yê. Ji bo Almanya ku berevajî vê, santralên xwe yên nukleerî digire, dibe ku ne ewqas armancên aborî be, zêdetirî xwe yên siyasî be.
Ger Parîs amade be di asta ku bi welatên Ewropî re hevbendiyekê çêbike wê demê Berlîn dixwaze Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) derxîne pêş. Almanya jî hewl dide ku qanûnên guncaw li ser asta Yekitiya Ewropî pêş bixe.

Ji ber vê yekê Berlîn ji perspektîfa entegrasyoneke hîn nêzîktir a Yekitiya Ewropî û biryardariya wê ya tevdebûnê li vê mijarê dinêre ku ev yek ji bo Luksemburg û Îtalya yên ku berê tev li Peymana Artemîsê bûne pirsgirêkan çêdike. Dibe ku di pêşerojê de Almanya dest bi zextan li ser hikûmetên van welatan bike û îşaret bi “daxwaza” redkirina wan ji hevkarîkirina bi amerîkiyan re bike.

Ev yek pirsgirêkek din dixe rojeva Yekitiya Ewropayê. Hewcedariya avakirina hêzên fezayî yên leşkerî yên Ewropî yên yekbûyî. Beriya her tiştî, tesîsên hilberînê û niştecihên li ser Heyvê hewce ne ku bêne parastin, di nav de ji hevrikan. Lê, niha tenê Hêza Fezayê ya Rûsyayê, Hêza Fezayê ya Dewletên Yekbûyî û Hêza Fezayê ya Fransa heye.
Şerê ji bo fezayê aborî û leşkerî bêguman wê li ser Erdê jî bandor bike. Ger Parîs û Berlîn di dawiyê de bikevin pêşbirka heyvê ew ê rekabeta wan bi dewletên Yekbûyî re nîşan bide, ne tenê di fezayê de, lê di heman demê de di NATO û hevalbendên din ên rojavayî de. Aşkera ye ku Washington dixwaze bi israra li ser tevlîbûna Fransa û Almanyayê ji Peymana Artemîsê re xwe ji vê senaryoyê dûr bixe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê