3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encama hilbijartinan û moralê mirovan

Ji ber ku li pêşiya me demeke kurt a ku divê bi têkoşîn, xebat, kedê derbas bibe ma. Em dizanin encam ne serkeftineke wekî dihat xwestin bû, lê encam ne binketine jî. Ji bo wê jî moral xerab kirin nabe.

Bêguman em jî weke herkesî ji encamên hilbijartinê aciz bûn, hêrs bûn, xemgîn bûn, lê dîsa jî divê ev nebe sedem ku em moralê xwe, kaniya tekoşîna me ye, xerab bikin. Wek ku tê zanîn ev hilbijartin ji aliyê kurdan ve weke hilbijartinek stratejîk hate diyarkirin. Bêguman sedem jî tê zanîn ku divê desthilatdariya zilm û şer ji holê rabe. Armanc ew bû ku dîktatoriya Erdogan ji holê rabe ku kurdan di van  -bi taybet – 10 salên borî de jê gelek kişand. Ji bo wê jî bi awayekî stratejîk piştgirî dan namzetê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû.

Dixwazim behsa xaleke gelek girîng bikim; gelek kes û ez jî di nav de em li bendê bûn ku beriya hilbijartinan Erdogan û alîgirên wî hinek provakasyonan bikin û êrîşî gel an jî mitîngên gel bikin an jî bi awayekî cuda bi teqandina bombeyan êrîşî hin cîhan bikin.

Ji bilî girtina rojnemegeran, di pêvajoya hilbijartinan zêde tiştek neqewimî. Bi gotinek din bi awayekî “asayî“ ango “normal“ derbas bû ku ev jî bêguman ne normal bû. Weke mînak me texmîn dikir ku berî hilbijartinan êrîşî Rojava bikin ango li hinek cîhan bombe bên teqandin. Lê ev hemû bi awayekî mezin pêk nehatin. Ev guman û fikarên me elbet zêdetir kirin. Ji ber ku xuyabû ew ê di roja hilbijartinê de hemû dek û dolaban têxe dewrê.

Bes bêguman berî hilbijartinê jî bi awayekî veşartî dest bi dek û dolabên xwe kiribûn. Weke mînak bi hezaran kesên ji Afganistan, Îran û Sûriyeyê anîbûn li bajarên mîna Şirnex, Batman û Amed deng bi wan dan avêtin. Wekî din li hinek cîhan namzetên serbixwe derxistin, ji bo dengê kurdan parçe bikin. Her wiha hemû saziyên fermî yên dewletê seferber kirin û bi walî, qeymeqam, polîs, leşker û keyayan zextê li hilbijêran kirin ku dengê xwe bidin AKP’ê

Binpêkirinên roja hilbijartinê çawa pêk hatin? Bi Ajansa Anadolûyê (AA) destpêkê rêjeya dengên Erdogan ji sedî 63‘yan dan destpêkirin. Piştre heta ji sedî 49’an daxistin. Hîleya din jî rêjeya dengên Sînan Ogan bû. Rêjeya dengê wî ji destpêkê heta dawiyê hema bibêje weke xwe man (ji sedî 5). Ne zêde bûn ne jî kêm bûn. Xaleke din jî ew bû ku deng dereng dihatin jimartin. Beriya ku saziya hilbijartinê rêjeya dengan ragihîne, di nûçe û bernameyên hemû televîzyonên alîgir de rêjeyên dengan dihatin dayîn û dengên Erdogan li pêş dihatin nîşandan. Elbet roja hilbijartinê bi dehan hîleyên ku derketin jî hebûn. Weke mînak li Rihayê bi awayekî komî deng dihatin dayîn. Li hin cîhan jî dengên ku ji Partiya Çepên Kesk re hatibûn dayîn weke ku ji MHP’ê re hatine dayîn hatibûn qeydkirin.

Ji aliyek din jî CHP bi giştî gelek lawaz tevdigeriyan û wisa bi daxuyaniyên kurt gelek xemsar tev digeriyan. Ev û her wiha helwesta Erdogan û alîgirên wî ku gelekî rehet û aram bûn. Ev jî xuya “dikir, ku pîlanên çêkiribûn pêk dihat. Hîleyek din jî bi dengê partiya faşîst MHP ê pêk anî. Herkesî dizanîbû ku dengê MHP tu carî %7’an derbas nake, lê bi dek dolaban kirin %10. Hinek kesên nêzî AKP û sîstema desthilatdar berî hilbijartinan ji devê xwe derxistibûn û gotin ku ew ê di dengên MHP ê de teqînek çê bibe. Ev kesan bê gûman hinek haya wan ji van pîlanên qirêj hebûn.

Heke em topî ser hev bikin, dema jimartina dengan gelek bêusûlî hatin kirin û ev tabloya ku derketiye holê ne rast e. Yanî rastî bi rengekî din e. Ji ber ku em vê dizanin divê em moralê xwe jî li gora wê bilind bikin. Bêguman em ê niha werin ser rexnedayînê jî lê dema em bi giştî dinêrin, dibînin ku kurdan peywira xwe pêk aniye. Bajarên ku dengê Kemal Kiliçdaroglû li wan herî zêde ye bajarên kurdan e. Ev jî careke din dide xuyakirin ku kurdan tişta ketiye ser milê wan pêk aniye. Heke mirov hemû êrîşan bîne ber çavên xwe wê ev tabloya ku pê hatiye leyîstin weke serkeftineke mezin bibîne. Ji bo vê divê mirov vê rastiyê baş şîrove bike. Ev hilbijartin her çiqas ji bo muxalefetê ne serkeftinek be ji bo Erdogan jî ne serkeftin e. Ji ber vê jî dema ku derket şaneşînê serkeftina xwe îlan nekir. Wê demê aşkera bû ku Erdogan bi ser neketiye.

Di dawiyê de dixwazim li ser kêmasiyan rawestim; bêguman gelek kêmasî hebûn ku ev jî heya rêjeyekê normal e, ji ber ku li cîhê têkoşîn û xebat hebe, kêmasî jî pêkan e. Ev kêmasî çi ne?

3 Kêmasiya yekemîn, divê Partiya Çepên Kesk rê neda ku TÎP cuda têkeve hilbijartinê. Ji ber ku cudabûna wê li derdorê 7-10 parlamenter da wiendakirin.

3 Kêmasiya duyemîn, divê Partiya Çepên Kesk hemû namzetên xwe ji nava gel hilbijarta. Mînak wekî Ferît Şenyaşar. Ji ber ku namzetên wekî Cengîz Çandar û Hasan Cemal di nava kurdan de nerazîbûnek derxist holê.

3 Kêmasiya sêyemîn, sekna CHP û namzetê wan ê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû gelek sist û lawaz bû. Gelek pasîf man. Divê berî hilbijartinan aşkera biaxiviya û burokratên dewletê hişyar bikira, ji bo alî negirin. Gerek hîn zêdetir bi ser sûc û kiryarên qirêj ên hikûmetê ve biçûya (Sedat Peker, Muhamed Yakut û Alî Yeşîldag).

3 Kêmasiya çaremîn, gerek partiyên di nava bloka CHP’ê de zêdetir xebat bimeşandina, ji ber ku gelek ji wan bi taybet jî ÎYÎ Partî dengê xwe zêde neda namzetê tifaqa xwe.

3 Kêmasiya pêncemîn jî em dibînin ku bi taybet li herêma erdhejê dengên AKP’ê zêde ne. Ev jî careke din da xuyakirin ku tevî hemû şaşiyên wê jî AKP ji gelê tirk deng digire. Çawa ku li bajarên kurdan dengê Kemal Kiliçdaroglû derdora ji sedî 60-70 ye diviya ku dengê Kiliçdarolû li Îzmîrê jî li vê derdorê bûna.

Her wekî din…

Niha li gora fikra min divê hemû muxalefet û partiya kurdan jî di nav de yekser rexnedayîna xwe bidin û hemû cîhên dengê wan lê kêm in dengê xwe zêde bikin . Ji ber ku li pêşiya me demeke kurt a ku divê bi têkoşîn, xebat, kedê derbas bibe ma. Em dizanin encam ne serkeftin e, lê encam ne binketine jî. Ji bo wê jî moral xerab kirin nabe. Tekoşîna me gelek rojên xirabtir û tarîtir dîtiye û dîsa jî moralê xwe xera nekiriye.