21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo jinan divê dawî li vê desthilatiyê were

Partiya Çepên Kesk ji bo pêkanîna demokrasiyê dîsa bang li hilbijêrên xwe kir ku dengê xwe ji bo ew karê ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de nîvco mabû di 28’ê Gulanê de bibin serî dengê xwe bi kar bînin.

Di 14’ê Gulanê de ji bo tevahiya Tirkiye û Kurdistanê hilbijartinên serokkomarî û parlementeriyê ya dîrokî pêk hat. Piştî encamên ku derketin holê êdî ji aliyê her kesê ve hat dîtin ku li Tirkiyeyê tu hilbijartin bêhîle derbas nabin. Lê tevî ewqas dîzî û lîstikan jî rastiya ku civak desthilatdariya heyî û alîgirên wê naxwaze, nikaribû bihata veşartin.

Di 14’ê Gulanê de ji bo pêşeroja Tirkiyeyê serokkomareke nehat hilbijartin. Di hilbijartina serokkomariyê de namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayyîp Erdogan ji sedî 49,51, namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 44,88, namzetê Tifaqa Ata Sînan Ogan jî ji sedî 5,7 deng girt. Li ser vê yeke Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ragihand ku ji ber di hilbijartinên serokomariyê de rêjeya ji sedî 50 zêdeyî 1 dengan bi dest neketiye dê ji bo serokkomariyê tûra duyemîn di 28’ê Gulanê de ji bo hilbijartina 13’emîn serokkomarê Tirkiyeyê pêk were.

Wek tê zanîn gelek aliyên demokrat ji bo desthilatdariya faşist a Erdogan bi dawî bibe li Tirkiye, Kurdistan û welatên Ewropayê gelek xebatan meşandin û di encamê de textê faşîzma Erdogan hejandin.

Xwedî li dengê xwe derbikevin

Bidawîkirina desthilatiya Erdogan ji bo gelek aliyan bi taybetî jî ji bo jinan mijareke jiyanî ye. Ji bo jinan jiyanî ye ji ber ku ji destpêka desthilatiya AKP’ê heta niha ev desthilatî jiyana jinan erzantir dike. Di bin banê vê desthilatiyê de bi hezaran jin hatin kuştin û kujerên van jinan hatin xelatkirin. Ji ber vê yekê ye ku roja encamên hilbijartinê hatin diyarkirin jina ciwan a bi navê Kubra Ergun li Rawestgeha Yenîkapi ya Marmaray bi gotina ‘Ez mafê xwe li wan helal nakin’ dawî li jiyana xwe anî. Jinên ku doza mafê xwe dikin întîxara Kubra Ergun wek cinayet pênase dikin û bang li hemû kesan dikin ku ji bo hesapirsîna ji vê desthilatiyê hem dengên xwe bi kar bînin hem jî li ser sindoqan xwedî li dengên xwe derbikevin.

Dengên kurdan

Di hilbijartina serokkomariyê de ji gelek aliyan ve piştgiriya kurdan a ji Kemal Kiliçdaroglû re hat nîqaşkirin. Di hişê gelek kesan de pirsa ‘çima kurd di hilbijartina serokkomariyê de piştgirî dan Kiliçdaroglû û dê di tûra duyemîn de çima bi heman şeklî deng bikar bînin’ heye. Divê baş bê zanîn ku kurd ji bo dawî li faşîzma AKP-MHP bînin dengê xwe didin Kiliçdaroglû. Kurd di wê ferqê de ne ku dê bi hilbijartina Kemal Kiliçdaroglû her tişt çareser nebe lê bi kêmanî dê pêşiya vê desthilata tekakes û faşîst were girtin û pêşî li hin azadiyan vebe. Qet nebe dê rê li ber dizî û talanê were girtin. Ji aliye hiqûqî ve sererastkirin werin kirin û edaleta vî welatî tenê di nava lêvên kesekî de nemîne.

Jixwe xebatên Partiya Çepên Kesk li ser bidawîkirina desthilata heyî bûn. Ji ber vê yekê Partiya Çepên Kesk ji bo pêkanîna demokrasiyê dîsa bang li hilbijêrên xwe kir ku dengê xwe ji bo ew karê ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de nîvco mabû di 28’ê Gulanê de bibin serî dengê xwe bi kar bînin.

Di hilbijartina 28’ê Gulanê de heke muxalefet karibe pêşiya dizî û nelirêtiyan bigire ev hilbijartin dê bi serkeftina muxalefetê bi dawî bibe û dawî li kujerên jinan were anîn. Ji bo vê yekê jî divê her kes heta deqeya dawî xwedî li dengên xwe derkeve.