3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa jinên rojavayê Kurdistanê

Rewşa jinan a îro û azadiya wan, nîşaneya şoreşeke serkeftî û pêşketina civakê ye. Her wiha ev yek bandora xwe li pênûsa wêjeyê jî kir. Ew jî bi rêya jinên xwenda ku çîrok, helbest û gotar jî nivîsandin

Jinên pêşketî, nîşaneya civaka pêşketî ne. Li her civak û hemû cîhanê de jin rola xwe ye sereke di pêşketina civakan de dilîze. Ango ji perwerdehiya zarokan û ta parastina wêje û zanistê di nav nifşan de. Her wiha ji aliyê parastinê ve rola xwe girtiye û li beramberî mêr şer ji bo welatê xwe kiriye û di ber de giyanê xwe ji dest daye û şehîd ketiye.

Jinan tim hewl daye ku xwe di nava civakê de bide qebûlkirin û behreyên xwe di pêşketinê de bi civakê bide qebûlkirn. Jinên kurd jî li her çar parçeyên Kurdistanê û li hemû dinyayê timî hewl dane ku ziman, adet û çandên civakî, çîrok, efsane, destan, lîstok û gelek tişt di paşûla xwe de veşartine û nifş bi nifş fêrî zarok, ciwan û civakê kirine.

Li rojavayê Kurdistanê, jinan dikaribû bi behre, wêrekî û zanebûna xwe, xwe di nava civakê de bide qebûlkirin û bihêle her kes li hember kesayetiya wê bejna xwe bitewîne. Di seranserî dîrokê de, jinên kurd her dem di nava zilma civakê, adet û teqalîd û zehmetiyên jiyanê de jiyaye.

Ji berî vê jina kobanî nikaribû, ne biçe dibistanê û ne jî kesayetiya xwe di nava civakê de hebû. Yanî jina ku dikaribû biçe dibistanê jî herî zêde diçû pola 6-7’an û paşê ‘xwediyên’ wê ew ji ber dibistanê derdixistin. Ew jî ji ber zihniyeta paşketî ku timî digotin: “Cihê jinê mal û erka wê xwedîkirina zarokên wê ye.” Ango li gorî van gotinên wan mafê jinan di nava her çar dîwarên malê de dizivirî. Ji bilî paqijkirina malê, xwedîkirina zarokan, firaxşûştin û hazirkirna xwarinê ji zilam re tu roleke din a jinê û bi taybet a jina rojavayî di nava civakê de tune bû. Jinan nikaribû behreyên xwe çi ji stranbêjî, dengbêjî, wêne xêzkirin-sazkirin û hwd de derbixîne.

Jinê heta di zewacê de nikaribû nêrîna xwe bide û bêy ku kesê dê wê pê re zewicandin bidin, nîşanî wê bidin, kirasê bûkbûnê bi ser bejna wê ve berdidan û ew gêrî odeyeke wiha reş ku tenê bizota agirê fanûsê ew ronî dikir, dikirin. Jina bêmaf jî nikaribû li ber xwe bide û doza mafê xwe bike, ji ber ku doz xwestin ji bo jinan tiştekî eyb bû, jina ku li hember civakê derketa û tiştekî ne li gorî civakê derveyî rê bikira dê bihata darizandin û kuştin.

Yanî bi awayekî giştî mirov dikare bibêje ku jin di civakê de hatibû kuştin, biçûkxistin, binpêkirin û dengê mafê wê hatibû temirandin. Jina dikaribû li hember civakê derkeve û herî kêm xwendina xwe bike bi rola zilaman jiyan dikir. Ango kesayetiya xwe wek zilamekî hişk bi derdorê dida naskirin. Bi qasî ku jin di civakê de hatibû pişaftin, bi qasî ku te ji jinekê re bigota ‘jin’ dê gelekî aciz biba û ev yek wek eyb û kêmaniyekê didît. Lê gava ku te bigota ev jin mina zilaman e, wek ku te gotiye paşayeke ango tiştekî mezin e. Jinan bixwe biqasî navê zilaman layiqî xwe didî ewqas jî navê jinbûnê ji xwe re wek şermekê didît. Wek nimûne hevokên wiha bi kar dianîn; “Mîna jinan dikene. Mîna jinan digirî. Mîna jinan diaxive. Vir bûye konê jinan.” Ji bilî van gotinan di çîrokên devokî de û li ber zarokan ji qîmeta jinan dadixistin. Lê tevî van hemû neyîniyên ku me behsa wan kir, dîsa jî jinan dikaribû rola xwe ye girîng di nava civakê de bilîzin û di rewşên îroyîn de xwe bi civakê bide qebûlkirin.

Jina kurd di seranserê dîrokê de dikaribû ziman biparêze. Jinê bi dengbêjî û bi xwedîkirina zarokan dikaribû hem ziman û hem jî hîmen civakê biparêze. Ew jî bi rêya têkildayîna bi hewirdora xwezayê re. Jinê timî li ber kar gava teşî, tevn, hêrandina genim û zarokên xwe dikirin xew distiran. Her wiha li şahî û şînan delalî digotin. Jinan bi gotin û vebêjkirina çîrok û serpêhatiyên berê ji bo zarokan, dikaribûn him zarok fêrî ziman û hem jî fêrî ezmûnên jiyanî bikin.

Bi riya van xebatên ku jinan dikir, hêdî hêdî jinan dikaribû xwe bi civakê bide qebûlkirin.  Jinan bi domana demê re êdî dikaribûn biçin dibistanan û xwe fêr bikin û derdora xwe fêr bikin. Jinan ji xwendinên xwe hem bûn doktor hem jî bûn mamoste, endezyar, dadger û hwd.

Ji bilî van jinên kurd dikaribû di roja îro de behreyên xwe bi civakê bide qebûlkirin û hezkirin. Jin hem bi çeka xwe di şerê Kobanî û rojavayê Kurdistanê de bi cesareta xwe şer kir û ji bo ziman û doza welatê xwe şehîd ket. Hem jî jinan bi pênûsa xwe hem dikarî bibe wênexêz û saz û hem jî bibe mamoste û zarokên welatê xwe fêrî ziman bike. Rewşa jinan a îroyîn û azadiya wan, nîşaneya şoreşeke serkeftî û pêşketina civakê ye. Her wiha ev yek bandora xwe li pênûsa wêjeyê jî kir. Ew jî bi rêya jinên xwenda ku çîrok, helbest, gotar, pexşan, roman, lêkolîn û gotar hem xwendin û hem jî nivîsandin.

Pênûsa jinan dikaribû bandorê li civakê bike û pêşketina jinan zêdetir bike. Jinên azad a ku dixwîne û dinivîse û bi rêya pênûsa xwe dikare hest, fikir, xeyal û baweriyên xwe bi derdor û cîhanê bide qebûl kirin, ew jin hem serkeftî û hem jî azad e.  Tevî ku di şoreşa rojava de, ji aliyê pêşketina jinan neyîniyên xwe jî hebûn, lê me xwest ronahiyê bidin ser pêşketinên erênî û pênûsa jinan.