18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamên dawî yên hilbijartinên Fransayê aşkera bûn

Wezareta Karên Hundir a Fransayê encamên fermî ên tura duyemîn a hilbijartinên Fransayê aşkera kir. Di encamê de koalisyona bi serokatiya serokê Fransayê Emmanuel Macron tevî ku bû partiya yekemîn û 245 kursî bidest xistin lê piraniya kursiyên parlamentoyê bidest nexist.

Ji bo ku koalisyona bi serokatiya Macron piraniya parlamentoyê bidest bixe diviyabû ku bibe xwedî 289 kursiyên parlamentoyê.

Wekî din jî  577 kursiyên palamentoyê wiha li ser aliyên din hatin parvekirin. Hevgirtina Çepgir bû xwedî135 parlamenter, Rastgirên radîkal jî 89 kursiyên parlamentoyê bidest xistin.

Der barê encamên hilbijartinan de serokwezîra Fransayê Êlisabeth Borne wiha şîrove kir û got: “Di encama dengdanan de tu aliyekî nikaribû ku piraniya kursiyên parlamentoyê bidest bixe, ev yek ji talukeyeke mezine ji bo Fransayê, lewre divê partiya Macron bilezgînî hin hevgirtinan bike da ku bikaribe welat birêve bibe.”