6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildan felsefeya jiyana gelê kurd e

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê polîsan di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger bi giştî bi ser mala 22 kesan de girtin. Ji rojnamegerên hatine binçavkirin 16 jê ji hêla Dadgeha Cezayên Sulhê ya Nobedar a Amedê ve hatin girtin. Ji rojnamegerên hatine girtin hevserokê DFG’ê Serdar Altan, edîtorê MA’yê Azîz Oruç, gerînendeya JINNEWS’ê Safiye Alagaş, midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn şandin Girtîgeha Amedê.
Rojnamevan Esmer Tûnç, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Em der barê girtina rojnamegeran de bi edîtora JinNewsê û di heman demê de berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna re axivîn.
Edîtora JinNewsê Roza Metîna di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka çapemeniya azad û ev tişt anî ziman: “Dema em li dîroka çapemeniya azad a kurd dinihêrin em dibînin ku li ser esasên têkoşînê hatiye avakirin. Em ji Gurbeteli Ersoz bigirin heta Nûjiyan Erhan, Deniz Firat, Şilan Aras, gelek rojnamegerên jin pêşengiya berxwedana li qada çapemeniyê kirine. Jixwe ya girîng jî ev e ku zihniyeta yekperest ji vê berxwedanê ditirse. Çimkî cihê berxwedan lê hebe li wir serfirazî, xwerêxistinkirin û parastina mafê mirovan heye. Lê sîstema yekperest a li Tirkiyeyê li dijî serfirazî, xwerêxistinkirin û parastina mafê mirovan e. Ji ber bi vê zihniyetê, êrîş tê kirin loma jî daraz wekî alavekê tê bikaranîn.”

‘Armanc bêdengkirina civakê ye’

Roza Metîna da zanîn ku bi van girtinan desthilatdar dixwaze civakê bê deng bihêle û wiha axivî: “Ji bo civak ji mafê xwe yê ragihandinê bêpar bê hiştin çapemeniya azad dibe hedef. Ji ber rojnameger dengê civakê, rastiya civakê bi xwe ne. Loma her tim hatiye xwestin pênûsa wan bê şikandin û li erdê bê hiştin. Ji aliyekî rojnamegerên kurd tên girtin ji aliyekî jî medyaya hawiz wan dike hedef. Sîstema niha ya li Tirkiyeyê ya heyî medya, daraz û gelek tiştên din kiriye bin kontrola xwe û ne tenê rojnamegeran û siyasetmedaran û her kesê ku li hember wê li berxwe dide dike hedef. Loma jî têkoşîna çapemeniya azad a xwe dispêre kevneşopiyeke xurt girîng e. Li dijî mezinkirina faşîzma bi rêya medyaya alîgir berxwedana kedkarên çapemeniya azad hêjayî pesindayinê ye.”

Metîna di axaftina xwe de bal kişand ser erka û rola çapemeniyê ya di nav civakê de û wiha got: “Li Tirkiyeyê qeyrana aborî û siyasî jî heye. Ji bo ev qeyrana neyê xuyakirin û ji bo bê veşartin jî êrîş bi taybet li ser çapemeniya azad pêk tên. Ji aliyekî êrîşên dewleta tirk ên li ser rojava û başûrê Kurdistanê dewam dike. Ji bo rastiya van êrîşan dernekeve holê jî tê xwestin çapemeniya azad bêdeng bê hiştin. Lê belê hempîşeyên 16 rojnemgerên ku hatin girtin dema heta sibehê li ber edliyeyê man bi dirûşmên “Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin”,”Hûn nikarin serî bi me bidin tewadin” bersiv dan.”

62 rojnameger girtî ne

Metîna axaftina xwe wiha berdewam kir: “Rojnamegerên hatin girtin bi heman awayî li dijî êrîşên li ser fikir û ramana azad jî li berxwe didin. Li Tirkiyeyê li gor daneyên DFG’ê 62 rojnameger li gor daneyên Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd ji 100’î zêdetir nivîskar di girtîgehan de ne. Ger li welatekî nivîskar, rojnamger, rewşenbîr, siyasetmedar di girtîgehan de bin em nikarin li wî welatî behsa azadiya fikir û raman bikin. Em dikarin operasyona li dijî kedkarên azadiyê yên kurd di heman demê de wekî darbeyeke li dijî fikir û ramanên azadiyê jî pênase bikin. Tê xwestin ku çapemeniya azad bê krîmînalîzekirin. Lê belê rojnamegerî ne sûc e û mafê kedkarên çapemeniyê ye ku karê xwe bi awayekî azad bikaribin bikin.”

Edîtora JinNewsê Roza Metîna diyar kir ku bi girtina rojnamegeran zimanê kurdî jî hedef tê girtin û wiha pê de çû: “Girtina Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û nûçegihanê wê Zeynel Abîdîn Bulut tê wateya êrîşên li dijî ziman û nasnameya gelê kurd jî. Ji ber Rojnameya Xwebûn li Tirkiyeyê tekane rojnameya bi zimanê kurdî ye. Li gor hiqûqê êrîşên li dijî ziman û nasnameya gelan sûc e. Êrîşa li ser rojnamegerên ji bo ziman, nasname û ragihandina heqîqetê xizmetê dikin, wekî sûcekî hiqûqî jî dikare bê pênasekirin. Ev tê wê wateyê ku hiqûq û edaleta li vî welatî têk çûye.”

Di çapemeniyê de jin pêşengiyê dikin

Roza Metîna her wiha bal kişand ser êrîşên li ser rojmagerên jin jî û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê êrîşa li dijî rojnamegerên jin bi awayekî sîstematîk pêk tê. Ji ber rojnamegerên jin li dijî zimanê zayendperest, mîlîtarîzm, neheqiyê li ber xwe dide loma dibin hedef. Jinnews tekane ajansa nûçeyan a jinan e û dibê dengê hemû jinên cîhanê. Bi êrîşa li ser JinNewsê tê xwestin dengê jinên cîhanê bê birîn. Têkoşîna ji bo hemû jinên cîhanê wekî kevneşopiyekê di ajansa Jinnewsê de bi aşkere xuya dike. Tehemula sîstema heyî ji vê yekê tune ye. Em vê yekê di pratîkên niha jî de dibînin. Jin dema tundiyê dibînin, tecawiz li wan tên kirin medyaya alîgir jî alîkariya vê yekê dike. Bi ziman û helwesta xwe bingeha tundiya li ser jinan ava dike. Lê belê rojnamegerên jin ên xizmetkarên çapemeniya azad li dijî vê yekê li berxwe didin û bi zimanê xwe yê weşanê bi polîtîkaya xwe ya weşanê jinan diparêzin.”

Roza Metîna da zanîn ku JinNews ne tenê jinan bi heman awayî mafê zarokan jî diparêze û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Li welatekî ger mafê zarokan neyê parastin û zarok ne xwediyê mafên xwe yên rewa bin em nikarin behsa aramî û pêşketina wî welatî jî bikin. Li Tirkiyeyê mafê zarokan ên jiyanî di xetereyê de ne. Kujer û tecawizkarên zarokan bi rêya darazê tên parastin, tên berdan. JinNews li dijî vê neheqiyê mafê zarokan bi helwest û weşana xwe diparêze. Gelek caran medyaya alîgir dewsa kujer, tecawizkaran teşhîr bike zarokên ku tundî û tecawiz li wan hatine kirin teşhîr dike. Li gel vêya bi helwesta xwe û bi weşana xwe êrîşê li dijî zarokan rewa nîşan didin. Em tevî zordestiyên tên kirin jî parastina mafê jin û zarokan bidomînin. Ev rêbaz wê bi êrîşan têk neçe. Çimkî ya girîng ew e ku her tim mirov serê wan bilind be û li dû şopa heqîqetê be. Em ê pênûsa hempîşeyên xwe li erdê nehêlin û nivîsandina rastiyan bidomînin.”

Hewceye em serî hildin

Roza Metîna di axaftina xwe de bal kişand ser di rojnamegeriyê de xwerêstinkirina jinan û ev tiş anî ziman: “Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) di 3’yê Gulanê Roja Çapemeniiya Azad a Cîhanê de hat avakirin da ku karibe tundî û zextên li ser rojnamegerên jin bê bandor bike. Bi vê armacê MKGP bi atolye û kursan rojnamegerên jin li dijî zimanê mêrperest û hevgirtina jinan bi rêxistin dike. Jin bi îradeya xwe ya xurt li dijî binpêkirina fikir û ramanên azad di bin sîwana MKGP’ê li ber xwe didin. Ev rêwitiya têkoşînê dê her dewam bike. Wekî her carê em dîsa dibêjin hemû kesên xwedîwijdan û civak divê bi taybet li rojnamegeran xwedî derkevin. Ji ber rojnameger deng û guhê civakê ne. Xwedîderketin di rojên zehmet de wekî qurtek ava li nav çolê ye. Em hemû kurd bibin qurtek ava ku jiyana me rizgar dike. Li dijî kesên dixwazin me kor û lal bikin em ê her serî hildin. Ji ber ku serhildan felsefeyeke sereke ya jiyana gelê kurd e.”