3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamên referanduma Rûsyayê aşkera bûn

Encamên Referanduma ku Rûsyayê li 4 herêmên Ukraynayê yên di bin kontrola xwe de pêk anîbûn hatin aşkerakirin. Li herêmên Lugansk, Donetsk, Kherson û Zaporozhye referandum pêk hat û li gorî çapemeniya Rûsyayê bi rêjeyeke gelekî bilind dengê erê bikar anîn ku dixwazin tev li Rûsyayê bibin.

Piştî aşkerekirina encamên refrendumê  serokê Ukraynayê nerazîbûn nîşan da û da xuyakirin ku ew encam dê tiştekî nede guhertin. Zeleneskî  di berdewamiya daxuyaniya xwe de bang li welatên Rojava kir ku piştgiriya xwe leşkerî ji Ukraynayê zêde bikin û wiha got: “ Hêzên me yên leşkerî di meydana şer de bipêş dikevin û axa xwe rizgar dikin, divê welatên rojava piştgiriya xwe ya çekan zêde bikin.”

Her wiha Zelenskî beriya çend rojan anîbû ziman ku welatê wî êdî daxwaza diyaloga bi Rûsyayê nake ji ber ku ew dê referandumê pêk bîne û 4 herêmên Ukraynayê bi xwe ve girêbide.

Hêjayî gotinê ye ku di van mehên dawî de artêmşa Ukraynayê gelek navçeyên xwe ji destê artêşa Rûsyayê derxistibûn lê hîna jî derdora 100 hezar kîlometre çargoşe di bin kontrola artêşa Rûsyayê de ye anku derdora 20 ji sedî ji tevahiya axa Ukraynayê, di bin kontrola Rûsyayê de ye.