12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî êrişa duh polisan 22 kesan li Mersînê binçav kirin

Duh li taxa Denîz a navçeya Mezîtlî ya Mersînê, li dijî Mala Polisan a Tese êrîşek çekdarî û bombeyî pêk hatibû. Di êrîşê de polisek jiyana xwe ji dest dabû û polisek jî birîndar bûbû. Piştî êrîşê kesekî ku navê wî nehat hînbûn hatibû binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ve der barê êrîşê de hat destpêkirin de îro di saetên serê sibehê de polisan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de polisan 22 kesan binçav kir. Polisan kesên ku binçav kirin bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Mêrsînê.