28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana Jîna Emînî di roja 12’mîn de didome

Serhildana gel ya li dijî rejîma Îranê di roja xwe ya 12’mîn de bi xwepêşadanan berdewa dike û hêzên dewletê bi guleyan destwerdana xwepêşandêran dikin. Di xwepêşandanên li Tehranê de gelek kes hatin binçavkirin di nav wan de Faîza Haşimî keça serokê berê yê Îranê Haşimî Refsencanî jî hebû.

Di roja 12’mîn de xwepêşandan herî zêde li bajarên Sine, Tebrîz, îsfehan, Kerc û Ehwaz. Dirûşmeya serke li hemû xwepêşandan ev e: Jin Jiyan Azadî.

Tevî destwerdana tund a hêzên dewletê xwepêşandêr bê navber nerazîbûnên xwe li seranserê Îranê tînin ziman û bi taybetî jin nerazîbûnên xwe bi şewitandina çarik û destmalên xwe tînin ziman û dirûşmeya jin , jiyan azadî diqîrin.

Nerazîbûnên navdewletî

Di serî de Almanya û Fransayê gelek welatên Ewropayê nerazîbûna xwe li dijî destwerdana tund a hêzên dewleta Îranê şermezar kirin.

Her wiha Senatorê Komarî Ted Cruz li ser rûpela xwe ya fermî ya Twitterê ragihandiye ku divê rêveberiya Biden dest ji razîkirina rejîma Îranê berde û piştgiriya gelê Îranê bike.

Cruz destnîşan kir ku ew li gel xwepêşanderên Îranê yên ji bo pêşeroj û azadiya xwe têdikoşin disekine.

Hêjayî gotinê ye ku nerazîbûn û xwepêşandan piştî mirina Jîna Emînî, jineke ciwan a Kurd bi dest polîsên Îranê di 16’ê Îlonê de dest pê kiribûn û di roja xwe ya 12’mîn de berdewam dikin.