11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê Armegedon an şerê xeraban

Di gelek bawerî û olan de bûyereke ku dawiya cîhanê vedibêje heye. Di îslamiyetê de wekî roja qiyametê tê binavkirin. Di xiristiyaniyê de jî wekî armagedon tê pênasekirin. Bi giştî jî armagedon wekî şerê dawî tê nirxandin. Şerê di navbera xerab û başan de. Di vî şerî de kî bi ser bikeve, ew dê li ser cîhanê serwer bibe. Lewma başî û xerabî ji bo bi ser bikevin hemû hêza xwe didin ser hev. Heta niha di encama tu şerî de teqez aliyek serwer nebûye. Ne başî xelas bûye ne jî xerabî. Ji aliyê felsefîk ve bi tevahî xelasiya başî yan jî xerabiyê ne gengaz e. Zanist jî tîne ziman ku çêbûn li ser dijberiyan ava dibe.

Lê di tevahiya olan de pêxember ji bo xerabiyê bi tevahî ji holê rakin hatine peywirdarkirin. Lewma jî di dawiya dawiyê de şerekî ku başî bi ser dikeve heye. Ew jî roja qiyametê ye. Sê olên mezin li benda şerê mezin in. Amadekariyên xwe jî li gor wê dikin. Di şîatiyê de dibêjin dê Mehdî (melayê wenda) pêşengiya şer bike. Di xiristiyaniyê de jî tê gotin ku Îsa Mesîh dê cara dawî were ser rûyê cîhanê û şerê dawî bide meşandin. Mehdî yan jî Îsa mesîh kengî dê werin ne diyar e. Lê heke wisa biçe hewcehî bi hatina wan namîne. Jixwe niha hêzên hegemonîk bi hewldanên xwe cîhanê ber bi şerê dawî ve dibin.

Cîhanê heta niha gelek şerên mezin dîtine. Ji ber ku hinek şer di asta tevahiya cîhanê de rû dane navê şerê cîhanî li wan hatiye kirin. Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Şerê Cîhanê yê Duyemîn di navbera 30 salan de rû dan û di encama van şeran de bi milyonan mirov hatin kuştin. Dîsa jî rewş ji berê baştir nebû. Wisa xuyaye ku van şeran têrî bi dawîkirina başî yan jî xerabiyê nekirine. Niha jî em Şerê Cîhanê yê Seyemîn dijîn. Hinek vî şerî bi destpêka şerê di navbera Rûsya-Ukrayda de didin destpêkirin. Lê dema bi berfirehî were nirxandin dê were dîtin ku ev şer di şerê cîhanê yê seyemîn de tenê qonaxeke hinek girîngtir e. Lê ne destpêk e. Karakterê şerê sêyemîn cara ewil xwe di şerê kendavê de (destwerdan YDE ya li Iraqê) da der. Piştî hilweşîna bloka sosyalîst, NATO ya ku pêşengiya wê Amerîka dikir dest bi jinûve dîzaynkirina cîhanê kir. Dîzaynkirinê jî bi destwerdana Iraqê  dest pê kir.

Ev 30 sal in ne pirsgirêka Iraqê çareser bûye ne jî çareseriyeke mayînde li tevahiya cîhanê pêk hatiye. Çawa ku şerê seyemîn bi destwerdana Iraqê dest pê kir heta çareseriyek çênebe ev şer jî naqede. Şerê ku di nav van 30 salan de rû dane hema bêje hemû bi daxwaza NATO’yê pêk hatine. Yan endamên NATO’yê yeke yek di nav şer de cih girtine yan jî NATO’yê ji derve piştgirî daye. Jixwe karekterê şerên niha ne wekî yên berê ne. Ji şerên niha re dibêjin ‘şerên hibrît’. Şerê ku tê meşandin ne bi awayekî cepheyên diyar û vekirî tê kirin. Dewlet an jî dewletên ku di şer de ne, şer bi dizî dimeşînin. Gelek rêbaz di nav hev de têne meşandin. Ji teknîka dijîtal bigire heta xitimandina pergala aborî, ji hewldanên dîplomatîk bigire heta teknîka fezayî hemû cure rêbazên şer di nav hev de têne bikaranîn.

Bi şerê di navbera Rûsya-Ukrayna de asta şer mezintir bû. Blokên şer zelaltir bûn. NATO xwe berfireh kir û armanc û projeyên xwe nûjen kirin. Li hemberî vê hewldana NATO’yê, berî çend rojan bloka rojhilat jî sekna xwe zelaltir kir û nîşan da ku li hemberî NATO’yê paş ve gav navêje. Rêxistina Hevkariyê ya Şanghay (rêxistina herî xurt a li dijî NATO) li paytexta Ozbekistan Semerkant civiya.

Di civînê de hem endamên nû hatin diyarkirin hem jî serlêdana hinek dewletan hat pejirandin. Di vê civînê de pêvajoya endamtiya fermî ya Îranê hat destpêkirin. Her wiha dewletên ereb ên Misr, Bahreyn, Katar, Kuweyt û Yekitiya Mîrektiyên Ereb wekî ‘Hevparên Diyalogê’ yên rêxistinê hatin pejirandin. Di vê civînê de Çînê jî helwesta xwe ya berê ya ‘bêalî’ terikand û piştgiriya bi Rûsya re xurttir kir.

Li aliyekî firehbûn û xurtkirina NATO li aliyê din jî firehbûn û xurtkirina Şangayê tê çi wateyê? Gelek derdor tînin ziman ku ev amadekarî hemû ji bo şerê dawî ne. Ango bloka rojava û bloka rojhilat xwe ji şerekî mezin re amade dikin. Dê şerekî çawa biqewime hêj ne diyar e. Lê tişta diyar ew e ku ev şer ne şerê başî û xerabiyê ye. Herdu alî jî têra xwe xerab in. Ev şerê di navbera xeraban de ye. Lê ji aliyekî ve ev şer dişibe şerê armagedon. Heke di wateya olan de wekî roja qiyametê were binavkirin em gelekî nêzî roja qiyametê ne. Di vî şerî de rîska herî mezin bikaranîna çekên nukleerî ye. Gelek dewlet xwedî çekên nukleerî ne û heke werin  bikaranîn  dikarin cîhanê hilweşînin.

Di encamnameya lûtkeya Şangayê de hat diyarkirin ku zêdetir li ser hevkariya bazirganiyê rawestiyane. Jixwe di şerê Ukrayna de çeka herî mezin a bloka rojava astengiyên bazirganiyê bûn. Bi astengkirina pergala bazirganiyê xwestin pergala aborî ya Rûsyayê têk bibin.

Rûsya jî berî êrîş bike dihesiband ku dê di hefteyekê de Ukrayna dagir bike. Lê ne Rûsya di hefteyekê de Ukrayna dagir kir ne jî bi astengiyên bazirganiyê Rûsya têk çû. Ji ber ku hesabê herdu dewletan li hev nehat şer dirêj dibe, her ku dirêj dibe rewş xerabtir dibe. Pergala kapîtalîst niha qeyraneke kur dijî, lewma hesabên têne kirin wekî dixwazin bi encam nabin.

Bi şerê Ukrayna re sekna dewletan jî her diçe zelaltir dibe. Lê xêra vê zelaliyê ji gelan re tune ye. (wiha xêra wê heye, tevgerên dijberî pergala kapîtalîst pozîsyona dewletan baştir fam dikin û stratejiya xwe jî li gorî wê nûjen dikin û tedbîran digirin) Hedu hêzên serdest jî dixwazin serweriya cîhanê bixin destên xwe. Dewletên ku dixwazin di nav van blokan de cih bigirin jî ji ber xurtkirina desthilata xwe dixwazin. Ango tu feydeya herdu blokan ji civakê re tune. Ji fêdeyê zêdetir dê zirarê bidin. Tê zanîn şerê cîhanî yên berê jî li ser avabûna tifaqên wekî yên îro dest pê kir. Heta niha derdorên herî xerab jî negotine ev şer baş bûn. Di herdu şerên berê de teknîka li gorî demê ya herî pêşketî hat bikaranîn. Hêj di şerê cîhanê yê duyemîn de çeka atom hat bikaranîn. Heke li gor wê demê were nirxandin rewşa îro gelek xerabtir e. Dewletên biçûk jî ji bo bibin xwedî çekên giran xwe li van blokan digirin. Mesele Tirkiye tenê ji bo li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bibe xwedî hêz xwe nêzî NATO û Şangayê dike. Nexwe armanceke wê ya ku demokrasî û azadiyê pêş bixe tune ye.

Swêd û Fînlandiya bûne endamê NATO’yê. Tişta yekem ku hat rojevê radestkirina siyasetmederên kurd bû. Dewletên Swêd û Fînlandiya ku wekî kelha demokrasî û azadiyê têne zanîn çima dibin endamên rêxistineke dijminê demokrasî û azadiyê, rêxistineke ku tevahî li ser bingeha parastina leşkerî hatiye damezrandin? Bersiv aşkera ye. Dixwazin bibin xwedî hêza leşkerî. Her ku hêza leşkerî zêde bibe taluke jî ewqas zêde dibe.

Li ser Tîmûr û Yildirim Beyazîd çîrokek tê gotin. Dibêjin di şerê Enqere de Dewleta Osmanî têk diçe û Tîmûr, Beyazîd dîl digire. Tîmur, Beyazîd dixe qafesekê û li gel xwe dibe. Rojekê Tîmûr li derdora qafesa ku Beyazîd tê de ye diçe û tê. Her wiha tîke tîka kenê wî ye. Beyazîd jê dipirse ku ka çima dikene. Ew jî dibêje: “Dinya bi me her duyan maye. Yek ji me bi çavekî (Beyazîd bi çavekî ye) yek ji me jî bi lingekî ye(Tîmûr lingekî wî tune). Lê em herdu jî li hev nakin.” Niha rewşa NATO û Şangayê jî wisa ye. Du hêzên kor û seqet li ser parvekirin û desteserkirina derfetên cîhanê şer dikin. Zirara wê jî gel dibîne.

Nîşe: Dema min ev nivîs qedand Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ‘seferberî îlan kir û 300.000 kes vexwendin leşkeriyê. Her wiha peyama bikaranîna çekên nukleerî da