18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya Komxebata Lozanê hat aşkerekirin

Komaxebata navneteweyî ya Lozanê: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" bi encamnameyekê ku tê de gelek xalên girîng hene, aşkera kir

Komxebata “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehîya herêmî” ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hat lidarxistin, di roja duyemîn de bi encamnameyekê bi dawî bû.

Encamname bi zimanê kurdî ji aliyê rojnamevan Amara Bawer û ya bi zimanê erebî ji aliyê endamê NRLS’ê Rakan Şêxê ve hat xwendin.

Encamname wiha ye:

“Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), di 6 -7’ê Tîrmehê de komxebateke navneteweyî bi navê ‘Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehîya herêmî’ li dar xist. Di komxebatê de sedsaliya Peymana Lozanê hat destgirtin. 200 kes ji partiyên siyasî, akademîsyen, tevgerên jinan, saziyên civakî û rewşenbîrên ji her çar perçeyên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rûsya, welatan ereban û kesayetên navneteweyî beşdarî komxebatê bûn. Beşdaran teqez kirin ku Peymana Lozanê ya ku bi peymana aşitiyê tê binavkirin, aştî û aramî ji gelê kurd û gelên herêmê re neanî, lê rewatî da qirkirina gelan û çandan ku bi sazkirina dewletên neteweperest şer ragihandin.

Vê peymanê rê vekir ku di navbera dewletên herêmê de gelek peymanên ewlekariyê çêbibin û bi rêya pêngavên pişaftina neteweyî, guhertina demografî, terora siyasî û guhertinên rastiyên dîrokî, hebûna gelê kurd û hebûna gelên herêmê armanc girtin. Jixwe aloziyên siyasî, aborî û ewlehiyê yên ku di herêmê de rû didin encama van siyasetanên ku pala xwe dabûn vê peymanê, ew jî ji bo pêkanîna armancên girêdayî çespandin û berdewamîya desthilatiya stemkar, yekgirtiya dewlemendiyan û qirkirina nijadên resen ên li herêmê.

Li gor wê, beşdarên komxebatê gihane komeke pêşniyar û daxwazan ku dikarin doza kurdî û pirsgirêkên ewlehî û aramîyê çareser bike.

Pêşniyariyên hatine kirin ev in:

* Em teqez dikin ku piştî sed sal di ser morkirinê wê re derbas bû, Peymana Lozanê nikarîbû aştî û aramiya herêmî peyda bike. Divê dewletên berpirsên vê peymanê pirsgirêkên ku ji ber vê peymanê derketine rast û çare bikin. Divê piştgiriya dewletên ku vê peymanê li gor berjewendiyên xwe bikar tînin û hêza stemkariya xwe li ser gelê kurd ferz dikin, rawestînin.

*  Li gorî peymanên mafên mirovan û peymana Neteweyên Yekbûyî, divê dewletên bibandor ên di siyaseta navnetweyî de doza kurdî bipejirînin û mafên gelê kurd ê xwebirêvebirina siyasî, çandî, aborî, civakî û ewlehî mîsoger bikin. Divê ev maf di çarçoveya peymaneke nîştimanî de were mîsogerkirin û ev peyman bi dewletên ku xaka Kurdistanê parçe kirine re were pêkanîn.

* Ji bo parastina gelê kurd ji qirkirinê, divê hêzên Kurdistanî derftên xwe yên siyasî, aborî leşkerî xurt û hevrêz bikin. Li ser vî bingehê divê hêzên kurdistanî bêyî cûdabûna nêrînan, peymaneke neteweyî îmze bikin. Divê tevahî alî li gorî vê peymanê tev bigirin.

*  Gelê Kurd li vê herêmê gelekî resen e, tu metirsiya wî li ser gelên cîran tune ye, ji ber vê yekê divê dewletên ku xaka Kurdistanê parçe kirine, siyasetên xwe yên li dijî Kurdan careke din berçav derbas bikin û mafên kurdan di jiyan û xwebirêvebirina hemû kar û barên xwe di çarçoveya erdnîgarîya welatên ku kurd lê ne, bipejirînin.

* Neteweya demokratîk weke raman û felsefe, xwe weke çareseriyeke gengaz ji pirsgirêkên aştiya herêmî, parastina çandên kevnar li herêmê ji tundrewîtiyê û rizgarkirina xelkê ji qeydan nîşan dide. Ev proje di ezmûn li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de tê jiyîn.

*  Divê parastin, piştgirî û pejrandina navneteweyî ji Rêveberiya Xweser a ku rewatiya xwe ya zagonî û sincî ji saziyê xwe yên xizmetguzarî, siyasî û leşkerî digre, were peydakirin.

* Berdewamkirina êrişên li ser gelê kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê, berdewama Peymana Lozanê ye ya ku kuştin û koçberkirina gelê kurd bi destên dewletên neteweperest rewa kirine.

* Beşdaran diyar kirin ku dijminên gelan pabendî bi tu rêzik û peymanên navneteweyî nabin. Ji ber vê yekê beşdarên komxebatê ji hêzên navneteweyî dixwazin ku mekanîzmeyekê hilbijêrin û li gorî wê dijmin neçar bikin da ku pabendî zagon û peymanan bibin.

*  Em teqez dikin rêya yekane ya derbaskirina encamên Peymana Lozanê û rêgirtina li ber peymanên nû yên stemkar ên li ser herêmê, xwespartina li hêza gel e. Ji ber vê yekê beşdarên komxebatê bang li civata navneteweyî bi hemû desteyên wê yên têkildarî dikin ku li hemberî siyasetên paşguhkirin, înkarkirin û qirkirinê ku li ser gelan têne meşandin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Her wiha bang li komîteyên hiqûqî  û aliyên têkildar ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku pêşniyarên komxebatê li cem aliyên navneteweyî yên têkildar bişopînin.”